Di xwendina berhemên wêjeyî de, mebesta ”wergirtina agahiyeke nû” ne li dar e û ”armanca tewawkirina kêmaniyan” jî, qet ne li pêş e. Em dikarin bêjin; xwendina berhemên wêjeyî tiştekî dîtir e.
Xwendin, digel awayên xwe yên cur bi cur, di dema xwendinê de kartêkên rengorengo dike û piştî xwendin bi dawî dibe; kartêkên ketî behsê diçin digihîjin dongiyên cihêreng.
Her wiha, gava em serê pêşîn, di ser agahiyê re (zanîna ku di kêliya xwendinê de digihîje xwîner) bala xwe bidin xwendinê, em ê karibin bêjin, havila ku jê tê hildan, zêdetir di ser fêrbûnê re ye û;
- a) ger xwîner ji bo wergirtina agahiyeke (information) nû dixwîne, hingê çêja ji xwendinê tê girtin, di ser ”tewawbûna kêmaniyê” re ye ku mirov dikare wê di rengê ”fêrbûn”ê de derbibire û bêje; hest û pêhisîna xwîner ya di vê çalakiyê de, bi giştî di ser asta ”agahiya hildayî” re ye,
- b) ger xwîner di çalakiya xwendina xwe de, hay jê hebe ku ji bo ”tewawkirina kêmaniyên xwe” dixwîne, hingê çêja ji xwendinê tê girtin digel ”fêrbûna zanînê” di rengê xurtkirin û pihêtkirinê de ye.
Di xwendina berhemên wêjeyî de, mebesta ”wergirtina agahiyeke nû” ne li dar e û ”armanca tewawkirina kêmaniyan” jî, qet ne li pêş e. Nexwe, em dikarin bêjin; xwendina berhemên wêjeyî tiştekî dîtir e û di xwe de taybet e.
Di feraseta klasîk de, xwendina berhemên wêjeyî; li ser ”pêrayîkirin (like) û pesendkirinê (appreciate)” ye.* Ev feraseta xwendinê ya klasîk, bêtir ji bo helbestan rûniştiye û estetîkeke pesendkirinê jê peyde bûye ku “Xweş(ikah)î ne di helbestê de lê di pêhisîn an jî di pesendkirina xwîner de peyde dibe.”(1)
Di serdema modern de, estetîka pêrayîkirinê û şêweyê xwendinê guheriye û xwendin, nirxandin û hikmlêdana ji bo berhemên wêjeyî, pey der pey ji estetîk û pesendkirina berê dûr ketiye; rengekî dîtir daye xwe û berhem piştî xwendinên xwîneran bi awayekî dîtir hatine nirxandin û dahûrandin; û êdî peyvên wekî ”xweş, bedew”, ji bo berheman nehatine bikaranîn. Di serdema modern de, êdî armanca xwendina berhemê ne çêjjêhildan e; lê armanca xwendinê êdî qefaltin, têgihîştin, şirovekirin û dahûrandina ”rastî û heqîqeta berhemê” ye. Loma jî, te divê bila honakî be, te divê bila bêjarî (discoursive-rethorical) be, her wekî Roland Barthes destnîşankirî, di xwendina berheman de, ”Geriyan bo heqîqeteke yekane û hevpar tê kirin; ji ber ku ew bi xwe êdî rastiya peyvê ye.”(2)
Herçî xwendina berhemên wêjeyî yên kurmancî ne; beşek zêde ji nirxandin û hikmdanan, hê jî li ser estetîka serdema klasîk e. Ji bilî analîzên objektîf ên nivîskî ên kêmhejmar ku bi nêrîneke objektîf angaştên xwe dispêrin gelek cure û awayên ramanan jî, piraniya hikmdan û nirxandin li ser peyva ”xweş”ê ne û ”Pesendkirina ku ji bo qedexekirina peyvê heye”(3) gelek rêyan li berhemê jî digire. Ji ber hindê, berhem, ji armanca lêgerîn û qefaltina ”rastî û heqîqeta hundirî” ya berhemê dûr tên xwendin û berhema hatî xwendin, dide dû subjektîfiya rengdêra ”xweş.”
Her wiha, ger em bala xwe bibin sedem û jêderka xwendinê, em ê karibin pişta xwe bidin Barthes û bêjin, şiroveya xwîneran ya li ser berhemên xwendî, pasticheyî û hewespêanînî ye. Yanî, xwîner, hem di dema xwendinê de hem jî piştî bidawîkirina xwendinê, bi awayekî ji awayan, şiroveyek li ser berhemê dike; û gava ew şirove, bi gotinên ”xweş e, kêf da min, min kêf jê girt” bide der û ev gotin rengûawayê (quality) berhemê destnîşan bikin, em ê karibin bêjin; hingê xwîner di heman demê de behsa xwe jî dike ku ev reng şirove li ser ‘xwe-psîkolojî (self-psychology)’yê ava bûye; û di ser ”pêxweşbûn û pesendkirina xwîner” re, payeyeke qebûlbar dide berhemê û xîçek jî keys, şiyan û heqê ‘serketîbûn û behreya afirînê’ nade nivîskar û em ji gotina ”pirtûkeke-romaneke-çîrokeke-helbestekê xweş” ya xwîner û nirxandoxan wisa fam dikin ku divê kar û xem û têxebitîna nivîskar tenê ji bo kêfxweşkirina xwîner be.
Ger em pirsekê bikin û bêjin; ”nexwe çi ye ya ku berhemê ji pêrayîkirin û pesendkirina xwîner azad dike?”
Bersiv ev e; pêwîst e xwîner di dema xwendinê de xwe ji hîsa xweşîjêgirtinê dûr bixe da ku rê û derfeteke dîtir ya objektîfbûnê çêbibe li ber xwîner û berhemê. Gava ev rê û derfet çêbû; wê dûringeke taybet di navbera xwîner û berhemê de çêbibe ku navê wê ”dûringa rexnekirinê” ye û wê ev dûring bibe sedem ku berhem, bi rastî û heqîqeta xwe ya hundirî nêziktirî xwîner bibe û bi vî awayî hikmê xwîner yê li ser berhemê kêmtir bibe û peyva ‘‘xweş” êdî nikaribe di ser pesendkirina subjektîf re bendan li ber berhemê dayne û wê li ser pîver û krîterên wêjeyê, ji bo dîyarkirina rengûawayê berheman, peyvên wekî ”xurt-qels, serketî-neserketî” bên bikaranîn û jê û pê ve, wê berhem û xwîner ji hev bêminet bin.
Dilawer Zeraq-Gazete Duvar
1 Arat Necla (1987), Etik ve Estetik Değerler, Say Yayınları, 145
2 Barthes Roland, (2020) Eleştiri ve Hakikat, İletişim Yayınları, 42
3 h.b., r, p; 20
* Her du peyv jî di deqbendên (kontekstên) nêzî hev û bi giranî bi wateya ‘like-appreciate-beğenmek’ê hatine bikaranîn.