Li hin gundên Mûşê welatî ji bo ku bi rehetî di nav berfê da bimeşin pêlavên berfê yên ku jê ra dibêjin “lekan” diemilînin.
Li Mûşê zivistan zehf zor û dijwar e û li hin herêman qalindiya berfê 2 mêtro ye.
Zivistanê bi taybetî welatiyên ku li gundên çiyê dimînin ji bo di berfê da neçin xwarê û bi rehetî bimeşin pêlavên berfê yên ku jê ra dibêjin “lekan” diemilînin.
Mehmet Yalçinê mixtarê gundê Kalecîkê ku 45 kîlomêtro dûrî bajêr e, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku welatî dema di berfê da dimeşin an jî derdikevin nêçîrê lekanan dikin piyê xwe.
– “Bêyî lekanan meriv nikare di berfê da bimeşe”
Yalçin diyar kir ku welatî herî zêde li mezreyên Ozdemir û Sonmezlerê lekanan diemilînin û wiha xeberda: “Herdu mezre li ciyên asê ne. Li wir berf zêde dibare û welatî nikarin di berfê da bimeşin. Loma jî em lekanên ku ji bav û kalan maye diemilînin û di berfê da bi rehetî dimeşin.”
Yalçin diyar kir ku ji şaxên daran û xortiman lekanan çêdikin.
– Xaniyên yekqatî di berfê da wenda bûne
Sadullah Ozdemirê ku li mezereya Ozdemirê dijî diyar kir ku xaniyên yeqatî di bin berê da mane.
Ozdemir destnîşan kir ku li hin ciyan qalindahiya berfê 2 mêtro ye û got ku loma jî em lekanan diemilînin da ku bi rehetî di berfê da bimeşin.
AA-trtnuce