Tag Archives: Romana Semerqand

Romana Semerqand – 9 (Amîn Me’lof)

Li Semerqendê şahiya cejnê dihate jiyandin. Di nav vê şahiyê de, jinekî diwêriya bigirî: Ew jî jina xan ya ku ji şadiyê mestbûyî bû. Çimko Sultanê bi xencerê birîndarbû yî, babê wê bû. Her çiqas mêrê wê sersaxî jê re xwestibû, di haremê de fermana şînê dabû, axayeke haremê ji …

Read More »

Romana Semerqand – 8 (Amîn Me’lof)

Cîhanê bi kelecaneke mezin, çîrokên zewaca zelamên navdar vedigotin. Emer dev ji gazindan berdabû û guhê wî li Cîhanê bû. Dema Cîhan ji qestî disekiniya, Emer dawîya çîrokê dizaniya jî lê dîsa lave dikir ku Cîhan vebêje.             Em çîroka xwe bidomînin. Em bibêjî; xelîfe jehr daqurtan, lê mecbûr bû …

Read More »

Romana Semerqand – 7 (Amîn Me’lof)

Xeyam got: —Va ye Selçûqî wisanin. Hem bêwijdanên talanker in, hem jî fermanrewanên rewşenbîr yên welênin ku di nava xwe de hestên herî rezîl û herî bilind bi hev re mezin dikin. Bi teybetî Tûgrûl Beg, xwedî zanyarîyek welêbû ku dikariya împeretoriyekî ava bike. Dema Îsfexan standî, ez sê salî …

Read More »

Romana Semerqand – 6 (Amîn Me’lof)

Jinek û zelamek… Wênesazek ku navê wî nayê zanîn, ew li ber hev re dirêj kirine û li hev pêçayî xeyal kirin e. Cihikeke ji gulan û cûweke bi rengê zîv li ber lingên wan diherike daniye. Çiçikên xwedawenda Hindê yên girover, ji Cîhanê re layîq dîtine. Di desteke Emer …

Read More »

Romana Semerqand – 5 (Amîn Me’lof)

Piştî vê axaftina wezîr, nava hozanan de, milmil, pistepist, lepitandin û tevlîhevîyek çêbû. Hemû li bendê bûn ku dor bigihije wan. Hinek ji wan, hêdîka gavek dudoyan xwe şûn ve kişandin da herin. Di nav wan de tenê jinek, bi gavên şideh nîzing bû. Qazî, awirên Emer bi mereq dîtin …

Read More »

Romana Semerqand – 3 (Amîn Me’lof)

Emer wê şevê, di nava koşka havîngeha Ebû Tahir ya li serê girekî, di nava bexçeyê fireh û jê re hatî veqetandin de, ji bo razanê xwe hir de wê de zivirand. Li ber serê wî, li ser sêpayeke nivz, pênûs, hoqa, çiraya vemirî û pirtûka wî ya vekirî û …

Read More »