În , 7 Gulan 2021

Tag Archives: qur’an

Gelo sîr, dê qansêrê ji holê rake?

Em ê îro li ser girîngiya sîrê û li gor ayet û hedîsan û li gor zanistê, feydeyên wê çi ne vebêjin. Xwedê Teala di Qur’ana Hekîm de wiha qala sîr dike “We gotibû ‘Ey Mûsa em êdî nikarin tenê cûreyeke xwarinê bixwin, ji Rebbê xwe re dia bike, bila ji bo me ji erdê, ji zebzeyên wê, ji ecûrên …

Read More »

Di Îslamê de Cîhad Çawa ye? – Adem Ogan

Di Qur’ana pîroz de nêzî şêst ayetî, behsa cîhadê dike. Mesela cîhadê meseleyeke pir  balkêş e.  Heta naha di nava muslumanan de pir caran çewt hatî femkirin.  Li gor hinek milletên misilman, qey tu dibêjî cîhad kirin; pêwîste ku tu hema serê xeyrî mislîman bifirînî û bikujî û malê wî bikî xanimet,  jin û zarokên wan jî bikî cariye û …

Read More »

Serok û Jiyan – Necat ZIVINGÎ

Çawa beden bê ser nabe, her wiha mirov û civak jî bê serok nabin. Serok sembola yekîtî û hevgirtinê ye. Serok sembola îrade û înîsiyatîfê ye. Serok sembola dîtin û birêveçûnê ye. Serok sembola axavtin û ahengê ye. Serok sembola ‘edalet û azadiyê ye. Xwedê, mirov wek cûreyekî civakî afirandiye. Her çiqas mirov karibe tena serê xwe bijî, lêbelê ew …

Read More »

Wergera Sûreta Zîlzal

بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَنِ الرَّحِيمِ   إِذَا زُلْزِلَتِ الْأَرْضُ زِلْزَالَهَا (1) وَأَخْرَجَتِ الْأَرْضُ أَثْقَالَهَا (2) وَقَالَ الْإِنْسَانُ مَا لَهَا (3) يَوْمَئِذٍ تُحَدِّثُ أَخْبَارَهَا (4) بِأَنَّ رَبَّكَ أَوْحَى لَهَا (5) يَوْمَئِذٍ يَصْدُرُ النَّاسُ أَشْتَاتًا لِيُرَوْا أَعْمَالَهُمْ (6) فَمَنْ يَعْمَلْ مِثْقَالَ ذَرَّةٍ خَيْرًا يَرَهُ (7) وَمَنْ يَعْمَلْ مِثْقَالَ ذَرَّةٍ شَرًّا يَرَهُ Bi navê Xwedayî dilovîn û dilovan (1) Gava zemîn bi wê  hejandinê …

Read More »

Wateya Qur’anê

Berî min jî, çend camêran Qur’an wergerandiye kurdî. Min di wergera xwe de sûde ji hin ji wan jî wergirtiye: bi taybetî ji wergera Seyd Elî Şîlanî, ya Abdullah Varlî û (vê dawiyê jî) ya Mela Mihemedê Hekarî yên bi kurmancî (ya Şîlanî bi alfabeya erebî ye) û ji wergereke soranî (Burhan Mihemed Emîn: ”Tefsîrî Asan”). Ew wergerên navborî hemû …

Read More »