Meala Quranê I Sûreya Hucurat

Sûreya Hucurat, sûreya Quranê ya 49an e, li Medîneyê hatiye daketin û 18 ayetên wê hene. Navê wê ji peyva “hucurat” (ode, jûr) tê, ku di ayeta 4an de behsa odên Hz. Mihemed (sxl) tê kirin. Ev sûre bi giranî li ser exlaqê civakî, rêzgirtina li hemberî kesan û rêgezên têkiliyên civakî disekine.

Agahiyên Bingehîn û Mijarên Sûreyê:

  1. Exlaq û Rêz: Sûre destpêkê bi baldarî û rêzgirtina li hember Xwedê û Pêxember dike. Ayeta 1-5 balê dikişîne ser wê yekê ku divê mirov di axaftinê de bi rêz bin, bi dengekî bilind li Pêxember re (sxl) bang nekin û bi sebir bin.

  2. Yekîtî û Biratî: Di ayeta 10an de tê gotin, “Bi rastî bawermend bira ne”, û bang li yekîtî û aştîkirina di navbera bawermendan de dike.

  3. Qedexekirina Gotegot û Xirabkirinê: Ayeta 12an gotegot, gumanên neheq û xirabkirina kesên din qedexe dike, bi mîsala “goştê birayê xwe yê mirî bixwin” rewşê tîne ziman.

  4. Cudahiyên Gelan: Ayeta 13an yek ji ayetên herî navdar ên vê sûreyê ye: “Ey gelan! Me we ji nêr û mê afirand û we kirin netewe û qebîle, da ku hûn hevûdu nas bikin. Bi rastî yê herî bi rûmet li cem Xwedê yê herî xwedî teqwa ye.” Ev ayet li ser wekheviya mirovan û girîngiya teqwayê disekine.

  5. Bawerî û Teslîmiyet: Sûre di ayetên dawî de behsa baweriya rastîn dike û diyar dike ku bawerî ne tenê bi gotinê, lê bi dil û kirinan e.

Girîngiya Sûreyê: Sûreya Hucurat wekî rêberê exlaqê civakî tê dîtin. Ew qaydeyên bingehîn ji bo têkiliyên di navbera mirovan de, bi taybetî di civakeke misilman de, dide. Rêzgirtin, yekîtî, edalet û dûrketina ji gunehan wekî gotegot û gumanên neheq di vê sûreyê de bi awayekî zelal têne destnîşankirin.

Çarçoveya Dîrokî: Sûre di demeke ku civaka misilman li Medîneyê dihat avakirin de hatiye nîşandan. Di wê demê de, ji ber zêdebûna cudahiyên di navbera qebîleyan de û hin tevgerên nebaş, ev hînkirin ji bo yekîtî û disîplîna civakî gelekî girîng bûn.

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm (ez dest bi xwendinê dikim) 

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تُقَدِّمُوا بَيْنَ يَدَيِ اللّٰهِ وَرَسُولِه۪ وَاتَّقُوا اللّٰهَۜ اِنَّ اللّٰهَ سَم۪يعٌ عَل۪يمٌ 

1. Gelî ew ên îman anîne! Nekevin pêşîya Allah û Rasûlê wî. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin! Bêguman Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.


يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تَرْفَعُٓوا اَصْوَاتَكُمْ فَوْقَ صَوْتِ النَّبِيِّ وَلَا تَجْهَرُوا لَهُ بِالْقَوْلِ كَجَهْرِ بَعْضِكُمْ لِبَعْضٍ اَنْ تَحْبَطَ اَعْمَالُكُمْ وَاَنْتُمْ لَا تَشْعُرُونَ 

2. Gelî ew ên îman anîne! Dengê xwe bi ser dengê pêxember nexin. Wekî ku hûn bi dengê bilind li hev diqîrin, wisa bi wî neqîrin. Nexwe, bêyî ku haya we jê çêbe wê amelên we pûç/betal bibe.

Sûreya Hucurat sûreyek e ku edeba bawermendan hîn dike. Edeba yekemîn a ku tê hînkirin ev e: Divê mirov li hemberî Xwedê (cc) û Pêxemberê Wî (sav) dernekeve, dengê xwe li ser dengê wan bilind neke û li ser gotinên wan gotinan neke.

Tevî ku Xwedê (cc) û Pêxemberê Wî (sav) di mijareke de biryarek dane û nassên zelal hene, bi navê fetwa an îctihadê biryar dayîn, ev yek wekî bilindkirina deng li hember Xwedê (cc) û Pêxemberê Wî (sav) e û pirsgirêkeke aqîdewî ye ku dikare kirinên mirov pûç bike. (Binêre: 4/Nîsa, 65; 33/Ahzab, 36)


اِنَّ الَّذ۪ينَ يَغُضُّونَ اَصْوَاتَهُمْ عِنْدَ رَسُولِ اللّٰهِ اُو۬لٰٓئِكَ الَّذ۪ينَ امْتَحَنَ اللّٰهُ قُلُوبَهُمْ لِلتَّقْوٰىۜ لَهُمْ مَغْفِرَةٌ وَاَجْرٌ عَظ۪يمٌ 

3. Qet tu guman tune, ew ên ku li cem Rasûlullah dengê xwe kêm dikin; ew in ku Allah (dilsozîya qelbên wan dît û wan kir ji muxlîsan û) qelbên wan ji bo teqwayê îmtîhan kiriye. Ji wan re mexfîret û xelateke mezin heye.


اِنَّ الَّذ۪ينَ يُنَادُونَكَ مِنْ وَرَٓاءِ الْحُجُرَاتِ اَكْثَرُهُمْ لَا يَعْقِلُونَ 

4. Bi rastî ew ên di pişt xurfeyan/odeyan de gazî te dikin, pirên wan fehm nakin.


وَلَوْ اَنَّهُمْ صَبَرُوا حَتّٰى تَخْرُجَ اِلَيْهِمْ لَكَانَ خَيْرًا لَهُمْۜ وَاللّٰهُ غَفُورٌ رَح۪يمٌ 

5. Eger heta tu derketayî cem wan sebir bikirana wê ji wan re bixêrtir bûya. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên we pir bi merhamet) Rahîm e.


يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُٓوا اِنْ جَٓاءَكُمْ فَاسِقٌ بِنَبَاٍ فَتَبَيَّنُٓوا اَنْ تُص۪يبُوا قَوْمًا بِجَهَالَةٍ فَتُصْبِحُوا عَلٰى مَا فَعَلْتُمْ نَادِم۪ينَ 

6. Gelî ew ên îman anîne! Eger yekî fasiq dema ku ji we re xeberek anî, (baş tehqîq bikin û rastîya) wê zelal bikin. Da ku hûn zerar nedin civakekî û piştre jî hûn li kirina xwe poşman nebin.


وَاعْلَمُٓوا اَنَّ ف۪يكُمْ رَسُولَ اللّٰهِۜ لَوْ يُط۪يعُكُمْ ف۪ي كَث۪يرٍ مِنَ الْاَمْرِ لَعَنِتُّمْ وَلٰكِنَّ اللّٰهَ حَبَّبَ اِلَيْكُمُ الْا۪يمَانَ وَزَيَّنَهُ ف۪ي قُلُوبِكُمْ وَكَرَّهَ اِلَيْكُمُ الْكُفْرَ وَالْفُسُوقَ وَالْعِصْيَانَۜ اُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الرَّاشِدُونَۙ 

7. Û bizanibin ku di navbera we de Rasûlullah heye. Eger ew, di gelek karan de îtaetî we bikira, (pêwistîya her agahîya ku hûn didin wî pêk bianîya) hûn ê biketina tengasîyê. Lê belê Allah îman bi we daye hezkirin û ew di qelbên we de xemilandîye. Kufr û fisq û îsyan jî ji we re kirêt/nebaş nîşan daye. Ew ên ku rêya rûşdê/kemilînê dîtine jî ha ev in.


فَضْلًا مِنَ اللّٰهِ وَنِعْمَةًۜ وَاللّٰهُ عَل۪يمٌ حَك۪يمٌ 

8. Lutf û nîmeteke ji Allah… (Jixwe) Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.


وَاِنْ طَٓائِفَتَانِ مِنَ الْمُؤْمِن۪ينَ اقْتَتَلُوا فَاَصْلِحُوا بَيْنَهُمَاۚ فَاِنْ بَغَتْ اِحْدٰيهُمَا عَلَى الْاُخْرٰى فَقَاتِلُوا الَّت۪ي تَبْغ۪ي حَتّٰى تَف۪ٓيءَ اِلٰٓى اَمْرِ اللّٰهِۚ فَاِنْ فَٓاءَتْ فَاَصْلِحُوا بَيْنَهُمَا بِالْعَدْلِ وَاَقْسِطُواۜ اِنَّ اللّٰهَ يُحِبُّ الْمُقْسِط۪ينَ 

9. Eger ji mûmînan du kom şerê hev bikin, navbera wan bisilhînin. Eger ji wan yek li dij ya din zêdegavîyê bike heta ku vegere ser emrê Allah hûn bi ya êrîşkar re şer bikin. Eger vegere hûn navbera wan bi edalet sererast bikin û dadwer/adil bin. Allah, ji wan kesên ku bi edalet tevdigerin hez dike.


اِنَّمَا الْمُؤْمِنُونَ اِخْوَةٌ فَاَصْلِحُوا بَيْنَ اَخَوَيْكُمْ وَاتَّقُوا اللّٰهَ لَعَلَّكُمْ تُرْحَمُونَ۟ 

10. Bi rastî mumîn ji hev re bira ne. Navbera birayên xwe bisilhînin û ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Hêvî dibe ku merhamet li we bê kirin.


يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا يَسْخَرْ قَوْمٌ مِنْ قَوْمٍ عَسٰٓى اَنْ يَكُونُوا خَيْرًا مِنْهُمْ وَلَا نِسَٓاءٌ مِنْ نِسَٓاءٍ عَسٰٓى اَنْ يَكُنَّ خَيْرًا مِنْهُنَّۚ وَلَا تَلْمِزُٓوا اَنْفُسَكُمْ وَلَا تَنَابَزُوا بِالْاَلْقَابِۜ بِئْسَ الِاسْمُ الْفُسُوقُ بَعْدَ الْا۪يمَانِۚ وَمَنْ لَمْ يَتُبْ فَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الظَّالِمُونَ 

11. Gelî ew ên îman anîne! Bila qewmek tinazê xwe/henekê xwe bi qewmekî din neke. Dibe ku ew (ên tinazê xwe bi wan dikin) ji wan çêtir bin. Bila jin jî bi jinan re tinazê xwe/henekê xwe nekin. Dibe ku ew (ên tinazê xwe bi wan dikin) ji wan çêtir bin. Hûn nefsên hevdu şermezar nekin û navnûçikan/leqeban li hevdu nekin. Piştî îmanê fasiqî çi navekî xerab e. Kî jî tobe neke, evana zalim bixwe ne.


يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا اجْتَنِبُوا كَث۪يرًا مِنَ الظَّنِّۚ اِنَّ بَعْضَ الظَّنِّ اِثْمٌ وَلَا تَجَسَّسُوا وَلَا يَغْتَبْ بَعْضُكُمْ بَعْضًاۜ اَيُحِبُّ اَحَدُكُمْ اَنْ يَأْكُلَ لَحْمَ اَخ۪يهِ مَيْتًا فَكَرِهْتُمُوهُۜ وَاتَّقُوا اللّٰهَۜ اِنَّ اللّٰهَ تَوَّابٌ رَح۪يمٌ 

12. Gelî ew ên îman anîne! Xwe ji pirên zenê biparêzin. Lewre qismekî zenê heye ku guneh e. Tecessûsê nekin/lêgerîna taybetîya hevdu nekin. Xiybeta hevdu nekin/li pey hevdu neaxivin. Ma yek ji we qet dixwaze ku goştê birayê xwe yê mirî bixwe? (Çawa) hîleta we jê çû/hûn (çawa) kerixîn! Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman Allah, (yê ku evdên xwe mûweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.


يَٓا اَيُّهَا النَّاسُ اِنَّا خَلَقْنَاكُمْ مِنْ ذَكَرٍ وَاُنْثٰى وَجَعَلْنَاكُمْ شُعُوبًا وَقَبَٓائِلَ لِتَعَارَفُواۜ اِنَّ اَكْرَمَكُمْ عِنْدَ اللّٰهِ اَتْقٰيكُمْۜ اِنَّ اللّٰهَ عَل۪يمٌ خَب۪يرٌ 

13. Gelî însanan! Bêguman me hûn ji mêrek û jinek xuliqand. Ji bo ku hûn hevdu nas bikin me hûn kirin qewm û qebîleyan. Bi rastî li îndallah/li cem Allah ji we ya herî bi rûmet ew ê pir xwedî teqwa ye. Bêguman Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.


قَالَتِ الْاَعْرَابُ اٰمَنَّاۜ قُلْ لَمْ تُؤْمِنُوا وَلٰكِنْ قُولُٓوا اَسْلَمْنَا وَلَمَّا يَدْخُلِ الْا۪يمَانُ ف۪ي قُلُوبِكُمْۜ وَاِنْ تُط۪يعُوا اللّٰهَ وَرَسُولَهُ لَا يَلِتْكُمْ مِنْ اَعْمَالِكُمْ شَيْـًٔاۜ اِنَّ اللّٰهَ غَفُورٌ رَح۪يمٌ 

14. Bedewîyan gotin: “Me îman anîye.” Bibêje: “We îman neanîye. Lê bibêjin ‘em teslîm bûn.’ ” (Lewre) îman hêj neketîye qelbên we. Eger hûn îtaetî Allah û Rasûlê wî bikin (Allah) ji amelên we qet tu tiştî kêm nake. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên we pir bi merhamet) Rahîm e.


اِنَّمَا الْمُؤْمِنُونَ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا بِاللّٰهِ وَرَسُولِه۪ ثُمَّ لَمْ يَرْتَابُوا وَجَاهَدُوا بِاَمْوَالِهِمْ وَاَنْفُسِهِمْ ف۪ي سَب۪يلِ اللّٰهِۜ اُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الصَّادِقُونَ 

15. Mûmîn enceq ew kes in ku; îman bi Allah û bi Rasûlê wî anîne û paşê jî qet neketine gumanê û bi mal û canê xwe fîsebîlîllah cîhad kirine. Evana, yên sadiq bixwe ne.


قُلْ اَتُعَلِّمُونَ اللّٰهَ بِد۪ينِكُمْ وَاللّٰهُ يَعْلَمُ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَمَا فِي الْاَرْضِۜ وَاللّٰهُ بِكُلِّ شَيْءٍ عَل۪يمٌ 

16. Bibêje: “Ma hûn dînê xwe hînî Allah dikin? Hal ev e ku Allah, çi tiştê li erd û esmanan heye pê dizane. Bêguman Allah bi her tiştî dizane.”

Komek bedewî digotin ku me bawer kirine. Xwedê (cc) diyar kir ku her çend ew bi derve teslîm bûbin jî, bawerî di dilê wan de cih negirtiye û ew ne bawermend in. Tevî vê hişyariyê, wan li ser bawermendiya xwe israr kirin. Xwedê jî wiha bersiv da: “Ma hûn dînê xwe ji Xwedê re hîn dikin?” Bi vê yekê, Xwedê nîşan da ku ev kirina wan çiqas tiştekî nebaş e.

Kî, bi çi awayî û bi çi sifetan bawermend be û ji ehlê tewhîdê be, biryara vê yekê tenê Xwedê (cc), xwediyê dîne, dide. (Binêre: 2/Bakara, 138; 2/Bakara, 256; 3/Âl-i Îmran, 64; 16/Nahl, 36)

Kesên ku her çend li gorî van pîvanan nebin jî, bi israr ji xwe û mirovan re dibêjin “Ez bawermend/Misilman im”, ew kes in ku mîna bedewiyan hewl didin dînê Xwedê (cc) hîn bikin.


يَمُنُّونَ عَلَيْكَ اَنْ اَسْلَمُواۜ قُلْ لَا تَمُنُّوا عَلَيَّ اِسْلَامَكُمْۚ بَلِ اللّٰهُ يَمُنُّ عَلَيْكُمْ اَنْ هَدٰيكُمْ لِلْا۪يمَانِ اِنْ كُنْتُمْ صَادِق۪ينَ 

17. Ew ji ber ku bûne îslam (dikin qar û didin ser çav û) minnetê li te dikin. Bibêje: “Ji ber îslama xwe minnetê li min nekin. Berevajî, ji bo ku we hîdayet kiriye Allah li we minnetê dike. Eger hûn ji rastbêjan in (divê ku hûn vê heqîqetê qebûl bikin).”


اِنَّ اللّٰهَ يَعْلَمُ غَيْبَ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ وَاللّٰهُ بَص۪يرٌ بِمَا تَعْمَلُونَ 

18. Qet tu guman tune ku Allah, xeyba erd û esmanan dizane. Allah, karên we dibîne.

Çavkanî: Ji meala tevhidê hat standin

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *