Tag Archives: Huner

Li Diyarbekirê koma erbaneyê ya 45 jinên ciwan deng veda

45 jinên ciwan ên Diyarbekirê, di hunera erbaneyê de tevlî projeyeke muzîkjeniyê bûn û bi awayekî komî ji bo li ser navê ciwanên Diyarbekirê li bajarên Tirkiye û bakûr derkevin ser dikên mezin; perwerdehiya xwe dewam dikin. Projeya ku bi piştgiriya Şaredariya Kayapinarê ya Diyarbekirê, li Navenda Çandê ya Cegerxwînî …

Read More »

Ji kurdan dizîn, pê kurd îşkence kirin!

Di twitterê de navnîşanek bi navê “Serhad Eyalet Lordu” heye. Ev demek e ew stranên kurdî ku dizîne û kirine malê tirkî dide ber hev, diweşîne, wan teşhîr dike. Heta niha wî eşkere kiriye ku Kiraç strana “Lê xanimê” . Serdar Ortaç strana Koma Wetan “Çahiltî” (1978) diziye kiriye “Cahil”. …

Read More »

Melek Rojhat: Ti caran bi tirkî stranan nabêjim

Hunermend Melek Rojhat berî bi berdewamî di navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê de hatinçûn dikir lê ev demeke dirêj bû, ku serdana Başûr nekiribû. Vê carê mijara giştpirsî û serxwebûnê vê xanima hunermend tîne Başûrê Kurdistanê. Ew dixwaze bi rêya hunera xwe piştgirî bide giştpirsiyê.   Melek Rojhat derbarê serdana …

Read More »

Dengbêj Gazin daye pey rêça Eyşe Şan û Meryem Xanê

Dengbêj Gazin, ku heta niha 12 albûm derxistine, bi deng û awaza xwe tînahiya dilê mirov hênik dike. Ew niha li Bakurê Kurdistanê bûye sembola dengbêjên jin. Wê herî dawî bi bi dengbêjeke ermen Aşiq Leylê re albûmek bi kurmancî û ermenîkî derxist. Dengbêj Gazin, dibêje heta mirinê ew ê …

Read More »

Grûba Mûzîkê ya Zîrubem berhemên nû belav dike

Grûba Mûzikê ya Zîrubem a Hewlêrê ev demeke mijûlê tomarkirina çend berhemekê nû ya mûzîkê ne. Grûba Mûzikê ya Zîrubem hemû karên xwe yên berhemên nû qedandine û tê payîn di demek nêzîk de belav bikin. Serokê Grûba Zîrubem Wirya Ehmed, ku ev zêdetirî 40 sal e mûzîkê dijene, ji …

Read More »

Behmen Qubadî bû endamê Akademiya Oscarê

Derhênerê navdar ê kurd Behmen Qubadî bûye endamê Akademiya Oscarê, ku akademiya herî mezin a taybetî ya sînemaya cîhanê ye. Akademiya Huner û Zanistên Sînemayê di sala 1927ê de li Kalîforniya ya Amerîkayê hatiye damezrandin û her sal xelata akademîk a Oscarê pêşkeş dike. Zêdetirî 6 hezar endamên vê akademiyê …

Read More »

Grûba Lor klîba Semaya Geryan amade kir

Grûba Lor, di berhema herî nû ya hunerî de klîbeke bi mûzîk amade kir.   Serpereştê grûbê Nizar Zêweyî derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand: “Semaya Geryan berhemeke nûye. Bi amêrên tar, setar û amêrên rîtmî hatiye jenîn. Ev mûzîk di çarçoveya albûme me ya nû de ye. …

Read More »

Rola huner û wêje di şoreşê de

Huner û wêje herdû jî behre ne berî ku pîşe bin. Ji xwe, her mirovek, bi rengek xuristî, behremende lê aste û pileyên behreyê cuda ne. Dema ku pileya behremendiyê li nik mirovekî digihe asteya afirandinê, wê hingê ew dibe afirêner, ango hunermend an wêjevan yanjî dibe ku herdû bi …

Read More »

Ciwan Haco klîpa “Gotin Sar dibin” belav kir

Hunermendê navdarê Kurd Ciwan Haco, nûtirîn vîdyoklîpa xwe ya bi navê “Gotin Sar Dibin“ belav kir. Gotin û melodiya vê stranê yên Ciwan Haco bi xwe ne. Derhêneriya wê video klîpa nû ya Ciwan Haco, ji aliyê Ayhan Êvcî ve hatiye kirin, û li Ewropayê hatiye çêkirin. Tişta balkêş ev …

Read More »