Grûba Lor, di berhema herî nû ya hunerî de klîbeke bi mûzîk amade kir.
Serpereştê grûbê Nizar Zêweyî derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand: “Semaya Geryan berhemeke nûye. Bi amêrên tar, setar û amêrên rîtmî hatiye jenîn. Ev mûzîk di çarçoveya albûme me ya nû de ye. Em dê di demeke nêzîk de albûma xwe ya nû belav bikin.”
Zêweyî herwiha got: “Di vê rêyê de em dixwazin li gorî derfet û şiyanên xwe, bi alîkariya hevrêyên xwe, hinek valatiya di mûzîka xwe de dabigrin. Hêvîdar im hemû kes jê razî be.”
Amadekirirn û melodî ya Nizar Zêweyî ye, Kenar Taha bi amêrên setar û tarbas, hunermend Cengîn Cemal jî bi amêrên derb, goze û yên rîtmî beşdar bûye.
Derhênerê klîbê Şadûman Mihemed e, Sîrwan Kerîm wêneyên wê girtine û karê montajê ji aliyê Herêm Nûrî ve hatiye kirin.
Rûdaw