Behmen Qubadî bû endamê Akademiya Oscarê

Derhênerê navdar ê kurd Behmen Qubadî bûye endamê Akademiya Oscarê, ku akademiya herî mezin a taybetî ya sînemaya cîhanê ye.

Akademiya Huner û Zanistên Sînemayê di sala 1927ê de li Kalîforniya ya Amerîkayê hatiye damezrandin û her sal xelata akademîk a Oscarê pêşkeş dike.

Zêdetirî 6 hezar endamên vê akademiyê hene, ku kesên pisporên hunera heftemîn û di nava wan de 5 hezar û 800 kes endamê komîsyona dengdanê ne.

Akademiya Huner û Zanistên Sînemayê îsal li seranserê cîhanê bang li 800 sînemakarên nû kiriye da ku bibin endamê beşên cuda yên akademiyê.

Di nava van kesan de 9 sînemakarê îranî û herwiha derhênerê navdar ê kurd Behmen Qubadî jî heye. Herwiha derhênrên jin, Leyla Hatemî û Gulşîfte Ferahanî jî di vê komê de cîh digrin.

Behmen Qubadî di sala 1969ê de li bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. fîlmên wî di festîvalên cvîhanî de gelek xelat wergirtine.

Rûdaw

Etîket: behman qubadî, Huner

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!

Tarîtî û Ronahî

“Kuştina di Ekspresa Rojhilatê” Ji Pall Weşanê Derket

Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle