Grûba Mûzîkê ya Zîrubem berhemên nû belav dike

Grûba Mûzikê ya Zîrubem a Hewlêrê ev demeke mijûlê tomarkirina çend berhemekê nû ya mûzîkê ne.

Grûba Mûzikê ya Zîrubem hemû karên xwe yên berhemên nû qedandine û tê payîn di demek nêzîk de belav bikin.

Serokê Grûba Zîrubem Wirya Ehmed, ku ev zêdetirî 40 sal e mûzîkê dijene, ji Rûdawê re got: “Ev 2 meh in tîpa me mijûlê amadekarî û provayên tomarkirina çend berhemekê nû ne.”

Wirya Ehmed da zanîn, ku ew berhemên xwe li Stûdyoya Melodî tomar dikin.

Ehmed got: “Du berhemên staranan ji bo hunermend Selah Mihemed û Diyar Berzecî hatine tomarkirin. Ev berhem bi hevkariya kors hatine pêşkeşkirin. Di demeke pir nêzîk de dê berhem werin belavkirin.”

 

 

 

 

 

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

8 rêbaz ji bo ku hûn xwe piştî veqetînê ji nû ve nas bikin

Gelo piştî veqetînek an guhertinek mezin a di jiyanê de, hûn xwe winda hîs dikin? …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *