Ciwan Haco klîpa “Gotin Sar dibin” belav kir

Hunermendê navdarê Kurd Ciwan Haco, nûtirîn vîdyoklîpa xwe ya bi navê Gotin Sar Dibin belav kir.

Gotin û melodiya vê stranê yên Ciwan Haco bi xwe ne.

Derhêneriya wê video klîpa nû ya Ciwan Haco, ji aliyê Ayhan Êvcî ve hatiye kirin, û li Ewropayê hatiye çêkirin.

Tişta balkêş ev e, ku dîmenên klîpa nû ya Ciwan Haco bi kamêraya mobayla ji curê Iphone hatine kişandin.

Ciwan Haco di sala 1957 li bajarê Tirbespiyê li Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, ji 17 saliya xwe ve stranan dibêje.

Haco di sala 1979 de ji Kurdistanê derket û çû Ewropayê.

Hunermendê navdarê Kurd, Ciwan Haco niha 16 album çêkirine û di fîlma Huner Selîm ya bi navê Dol de jî, rol lîstiye, ku di sala 2007 de hatibû çêkirin

Rudaw

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply