Tag Archives: Çîrok

Adar, 2021

  • 12 Adar

    LI CEM WE ÇÎROK ÇAWA DEST PÊ DIKIN?

    Çîrokên Kurdî hin caran bi wezin û awaz, hin caran wekî axavtin tên gotin. Li her herêmekê Kurdistanê çîrokbêjên navdar hebûn, mixabin êdî nînin. Çîrok, di şevên dirêj ên zivistanê de hezkiriya dilê zarokan bû. Zarok ji têkoşîna Mîrza yan Şivanê deryayê fêrî jiyana rastegîn dibûn ku têjî xetere û xirabiye. Dilê zarokan bi dilê Keçbehrîyan, bi dilê Keçelokê Pîrê …

  • 4 Adar

    Çîrokek ji devê bavê min Melle Muhammed: ARRAF (PISPOR)

    Melayên welatê me her yek di berîkên wan (cêvên wan) de bi sedan çîrok û serpêhîtîyên ku divê mirov tomar bike(qeyd bike) û jê sûd werbigre hene. Bavê min Mela Muhammed jî Xwedê me bide xatirê duayên wî, yek ji van alimên Kurdistanê ye ku di Medreseyan de perwerde dîtiye û ji wê ava teberik wexwarîye. Gelek caran bavê min …

Sibat, 2021

  • 21 Sibat

    KÊZ XATÛN

    Hebû tunebû, kêzikek hebû, jê re digotin Kêz Xatûn. Rojekê kêz xatûnê biryara xwe da, got: Tenêbûn dijwar e, ne xweş e, ez ê herim ji xwe re mêrekî bibînim şû bikim. rabû bi rê ket, çû çû, rastî şivanekî hat ku li ber pezê xwe bû. şivanî got: – kêzê, tu bi ku ve diçî? kêzê got: – min …

  • 13 Sibat

    Nivîsandina Tinazî

    “Nanê bê xwê dixwe, tirê şor dike” “Jin ji mêrê xwe dipirse, berî tu min bizewicînî, çima te ji min re negot ku tu hejarî, tiştekî te tune  û bê pere yî? Mêr jê re got, ez westiyam hingî min ji te re digot: tiştekî min ji te pêve li dunyayê tune. Tu dikeniya, û wek dînan kêfa te dihat”. Şêweyê …

  • 11 Sibat

    Gundê Koran

    Li welatekî mirovek hebûye, ji gundê xwe, ji êl û eşîre xwe, ji lêzim û hogirên xwe aciz bûye, ji wan xeyîdiye, ji cih û warê xwe derketiye û terkedinya bûye. Bi rê ketiye û bi şev û bi roj meşiyeye, li deşt û zozanan geriyaye, di nişûvan de berjêr û di evrazan de berjor bûye, newalên kûr û kûrt …

  • 10 Sibat

    SERPÊHATIYA RÊWITIYEKÊ (Çîrok)

    “ Xwezî bi kurdî şor bikira” Ez li gara otobûsan ya Stenbolê, ji bo çûyina Welêt, li otobûsê siwar bûm. Li koltuxa rex a min, ciwanekî bîst û du-sê salî rûniştibû. Ji porê wî, yê ku bi makîneyê hatibû kurkirin xuya bû ku leşker e. Min silav lê kir û ez li cihê xwe rûniştim. Wî ciwanî jî bi ser …

Rêbendan, 2021

  • 16 Rêbendan

    Mela Îbrahîmê Mixakomê û Waliyê Mûşê

    Bi navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn Hemd ji Xweda ra û selat û selam li ser Resûlê Wî be! Walî; got: “Mela şertên îmanê çend in?” Mela got: “Sisê ne! 1- Sewqe bide serê xwe, 2 – Nasnama Tirkiyê di cêba wî da be, 3- Eskeriyê kiribe”   Min xwe negîhandê lê, rûsipiyên me gelek behsa Mela Îbrahimê Mixakomê dikirin. …

  • 11 Rêbendan

    ŞÎRETA ROVÎ LI ÇÊLAN JI BO REZÊ ŞÊX

    Dibêjin, roviyek di şikêreke li nava rezên gûndê şêxekî, têjik derxistine. Dema çêlîkên Rovî givrok bûne, êdî Rovî wan fêrê xwarina tirî jî kiriye. Lê rovî şîret li çêlan kiriye û weha gotiye: – Hûn di nava rezên gundiyan de ne, mêw tev li ber we ne, li navê serbest bigerin, we guşiyekî xweşik bi kîjan mêwê ve dît, bixwun. …

  • 6 Rêbendan

    Cudahiya di navbera çîrçîrok û çîrokê de

    Beriya her tiştî divê em der barê pênaseya nav de xwe hinekî zelal bikin. Bi dîtina min çîrok pênaseyek ne rast e. Zêdetir ji bo qiset an jî serpêhatiyan tê bikaranîn. Li şûna peyva çîrokê, çîrçîrok bê gotin bêhtir di cih de ye. Lewre çîrçîrok hinekî di nav xwe de tê afirandin û derewan disêwirînin. Ji ber vê ez dixwazim li şûna çîrokê …

  • 4 Rêbendan

    CEZAYÊ MAÇEKÊ (Folklorîk)

    Dibêjin, paşayekî mêrê sê jinan hebûye. Paşê ji hers ê jinên xwe jî pir hezdikir. Lê ji hersê jinan, tenê keçeke wî hebûye. Keçik jî, pirî dela bû, meriv digot qey hîv û roj li ber rû û bejna wê hatine wergirtin. Zilamek jî li bajarê Paşê hebûye. Ew zilam gelek zana, bîrewer û di nava xelkê de bi rûmet …