Xizanek di kêleka dikana kebabfiroş de derbas dibu. Kebabfiroş goşt li şîşan dixist û li ser rûyê agir dipijand. Bêhna goştê sorkirî li hewa belav dibu. Ji bona ku mêrê xizan û bêçare birçî bu û perê wî jî tunebu ku kebabê bixwe, perçeyek nanê hişk ji kîsê xwe derxist û ber bi ruyê duyê kebabê ve girt û xiste devê xwe xwar.
Bi vî awayî çend perce nanê hişk xwar û paşê xwest ji wir here. Lê kebabfiroş bi lez û bez ji dikanê derket û bi destê wî girt û got: “Tu di ku de ve diçî, perê duyê kebabên ku te nanê we pê ve dabu bide!”
Tewafuqen di wê hengamê de Mela Nisreddîn di wir de derbas dibu û ji vê buyerê re bu şahid. Dîd ku zilamê bêçare feryad û fîxan dike. Mela Nisreddîn ji kebabfiroş xwest ku zilamê bêçare berde lê kebabfiroş doza perê duyê kebabê kir.
Dilê melê ji bo zilamê bêçare şewûtî û çû ber kebabfiroş sekinî û got: “Vî mirovê bêçare serbest berde bila here, ezê perê duyê kibaba ku xwarî bidim te.”
Kebabfiroş qebul kir û zilamê feqîr serbest berda. Piştî ku zilamê xizan çu, mela ji bêrîka xwe çend perê hûr derxist û avête ser rûyê erdê, çingînî bi pera ket û ji kebabfiroş re got: “Ev dengê pera heqê duyê kebaba te ye Here bijmêre û heqê xwe bigre.”
Kebabfiroş bi sosret li mela mêzekir û got: “Ev çi ûsulê pere dayînê ye ya evdê Xweda!”
Dema mela pere avêt erdê û dengê pera ji erdê bilind bu got: “Başe can, Ew kesên ku dixwazin duyê kebabê û bêhna kebabê bifroşin Ez jî heqê wan bi dengê pera didim!”
Amedekar: Fîkrî Amedî