Tag Archives: Ceribandin

Yên Min Bikujin

Ez rabûm min çira vêxist, ‘‘pirtukeke ku heqê min dixe kuştin’’ hilda, da ser çoka xwe û dest bi xwendinê kir. Rûpel bi min re bûn heval, çira şewitî û şev hêdî hêdî herikî. Bi texmîna min gundî û cînar, zar û zêcên xwe re weke her carî runiştibûn, ez …

Read More »

Mirov û Dinya

Zilam, piştî ku hefteyekê dixebite, diweste. Serê sibeha yekşemê hişyar dibe ji bo ku westa xwe ya heftiyekî ji ser xwe biavêje û bêhna xwe derxe, dirahêje rojnama xwe û difikire ku tevahiya rojê sistîtiyê bike û roja xwe li malê derbas bike. Zilam , dema ku tam di nava …

Read More »

Gotinên Watedar – Şerefxan Cizîrî

Gotinên Watedar

Di vê dema ku hemu tişt tevlihevdu bûye, veca raman û gotinên watedar jî zêde bala mirovan nema dikişînin. Mirov çiqasî gotinên vala bibêje, derdor bêtir gûh dide gotinên vala. Mirov çiqase gotinên vala bi dûv hevdu de bihejmêre, mejiyê mirovan tevlihevdu bike, ramanên wana bike weke şorba niskê, hinek …

Read More »

Qederek û Qezeyek

Dîsa di bajerekî, dîsa di otogarekî, sebr û tevat li min nayê. Piçûktiyê heya îro min hewqas emrê xwe di otogara, qiraj û rawestgeha de derbaskir, lê qet hînê sebrê nebûm. Ez kîngê rê pêşiya xwe bibînim bê tevat dibim, bê sebir dibim. Hiz dikî bila ew rêya min dûr …

Read More »

Dudiliya Dilekî – Hesenê Metê

Min got: – Erê, tu jina min î… lê kitêbên min û kitêbxaneya min jî yara min e. Vêya welê bizane. Li ser van gotinên min, wê hêrsa xwe mezintir kir, çavên xwe mezintir kir û got: – Na, jin û yar li cîhekî, di malekê de nabe. Van gotinên …

Read More »

Gurzek Gihayê Kode- Maşallah Milazgirî

Min û hevalekî hêja rojekê behsa zemanê berê dikir. Wî hevalî gote min: -Tu ji Welatê Serhedê yî. Ji kerema xwe re li ser paletiya  giyayê dikarî nivîsekê binivîsî? Min jî daxwaza wî hevalê hêja bi dilrehetî pejirand. Piştî vê biryarê,  ketime nava xem û xeyalan û min berê xwe …

Read More »

Rûpelekî Windayî

Rûpelekî Windayî ji Nelihevkirina Axayên Beriya Mêrdînê (Çendî Îro Mîna Doh e) Şevên zivistanê dirêjin, ez jî şevê din wek Cihûyan li kaxetên xwe yên kevin geriyam. Di nav wan de çav bi çend çavpêketinên xwe yên ku berî 25 salan, li ser dawxaza Prof Dr. Celîlê Celîl min bi …

Read More »

Manîfestoya Çardehxalî

1- Bila rehmetî Mehmed Uzun êdî wek afrînerê zimanê Kurdî neyê qebûl kirin. Zimanê ku qaşo Mehmed Uzun çêkiriye jixwe Mela, Feqî, Xanî û pakrewan û stêrkên Kurmancî çêkiribûn. Yek ji wan stêrkan jî Erebê Şemo ye û yekemin romana Kurmancî bi awayekî serkeftî û bi zimanekî romannûsî pêncî sal …

Read More »

Evîneke Melodramîk * Hesenê Metê

Bi navê sofî Bengî pîremêrekî gundî li perê gund, li hêla rohilata jorîn, bi qasî ses werisan ji kaniyê dûr, li ber dîwarê goristanê rûnistiye û eniya xwe daye taveke pasnîvroya payizî. Carina serê xwe dixe ber xwe, gopalê xwe di erdê re dide û dikeve ramanên kwîr. Di careke …

Read More »