Mirov û Dinya

Zilam, piştî ku hefteyekê dixebite, diweste. Serê sibeha yekşemê hişyar dibe ji bo ku westa xwe ya heftiyekî ji ser xwe biavêje û bêhna xwe derxe, dirahêje rojnama xwe û difikire ku tevahiya rojê sistîtiyê bike û roja xwe li malê derbas bike. Zilam , dema ku tam di nava van bîr û boçinan de ye lawê wî bi bezê tê cem wî û jê dipirse bê ka kengê ew dê biçin sînemayê .

Bav , soz dabû lawê xwe ji bo ku dawiya vê hefteyê dê ew biçûna sînemayê. Lê , ji ber ku bav nedixwest derkeve derve , diviyabû sebebekî bidîta. Paşê çavên wî bi nexşeya/xerîta dinyayê ya ku wek promosyonê ji aliyê rojnameyê ve ji bo xwînerên wê dihat dayîn dikeve. Pêşî nexşeya dinyayê diçirîne û ew dike perçeyên biçûk û ji lawê xwe re dibêje eger tu vê nexşeyê bikaribî sererast bikî ez dê te bibim sînemayê û paşê di dilê xwe de dibêje:

-Oxx be min xwe jê rizgar kir , ku tu profesorê erdnîgariyê yê dinyayê yê herî baş jî bînî ; ew nikare heta êvarê vê nexşeyê sererast bike . Di navberê de hê deh deqîqe nabihure, lawê wî bi lez û bez tê cem bavê xwe û dibêje:

– Bavo, min nexşe bi hev xist , êdî em dikarin herin sînemayê. Lê bav ewil bawer nake û dixwaze nexşeyê bibîne. Dema ku dibîne, ecêbmayî dibe û ji lawê xwe dipirse :

– Te ev çawa çêkir ? Law wî vê bersîvê dide:

-Li pişta nexşeya ku te ew da min mirovekî (wêneyê mirovekî ) hebû. DEMA KU MIN EW MIROV SERERAST KIR . DINYA JI BER XWE VE HATIBÛ SERERASTKIRIN

Werger: Dilovan Altuboga

Derbar Çand Name

Check Also

Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

Fîkrên xweş, kal nabin. Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake. Fîkrên xweş, …

Leave a Reply