Kîn û Evîn

Di roja 14 Sibat (reşemeh) a her salê de gelek kes li gelek welatan cejna evîn û evîndaran (Valentine) li dar dixin. Diyarî bi milyonan têne kirrîn. Her yek ji bo ku evîndariya xwe piştrast bike, ji yarê xwe yan yara xwe re, ji hezkirî yan hezkiriya xwe re diyariyekê dikirre. Baqek gulên sor, gustîlek yan gulbendek zêr, şûşeyek bêhna buha, cil û berg, telefon û çi were bala te û neyê bala te jî evîndar û kesên ku ji hevdu hez dikin pêşkêşî hev dikin. Bi milyonan jî li ser facebook û twitteran û hemû alavên medyaya sosyal bi hemû zimanan mesajên evînê ji hevdu re dişînin û cejna hevdu pîroz dikin.

Kêfa mirov gelekî di vê rojê de tê. Erê mirov wisa pê dihese ku evîn li dunyayê tevî serdest e, evîn hakimê hemû milletî û her welatî ye û her dilî ye. Evîn ku di dilan de ye li ser lêvan mîna kulîkan dibişkive û di rengê perwaneyan de ji vê gulê diçe li ser wê gula din datîne.

Ez bi xwe yek ji wan kesê ku evînê mîna olekî ji xwe re dibînin. Ez jî mîna sofiyê mezin û xwedênasê gewre Ibnu Erebî dibêjim:

Evîn ola min û îmana min e,  karwanê wê bi kû ve biçin ez jî diçim.

Helbet evîn divê ne tenê di rojekê de were bibîranîn, ew divê her roj hebe, divê her gav û seet bikeve navbera dilan û wan nêzîkî hevdu bike. Divê mirov bizanibe ku hebûna wî bi xêra evînê ye. Ne êvîn ba mirov tunebû her wekî di Quranê de jî ayetek heye dibêje: Xwedê di navbera we (jin û mêran) de evîn û dilovanî peyda kiriye.

Ji xwe seydayê Cizîrî jî di dîwana xwe ya pîroz de dibêje ku evîn yan eşq ezelî ye. Evîn li gel cemalê yanî ciwaniyê ji zatê xwedê teala ne:

Husn û hub zatê qedîm in lê cuda bûn ew ji êk

Ji xwe mutesewifên mezin dibêjin ku têkiliya di navbera mirov û xwedê de divê evîn be ne tirs be.

Ji bo ku em ji mijara xwe dûr nekevin ez dixwazim bipirsim: Gelo madam evqase xelk behsa evînê dike, rojek jêre taybet nîşan kirine, hezkirin li ser her lêvan e, de îca evqase girr û kîn û şerxwazî ji bo çi heye û ji ku tê?

Çima mirov heta niha mirovan dikujin!

Çima ol yan netewe dikarin bibin nasnameyên kujer û her yekî ji vê olê yan ji wê neteweyê dibe dijminê ê din!

Gelo durust e ewqasî giyanên mirovan erzan bibin û mirov bi behaneyên cur bi cur hevdu bi gulleyekê sar bikin û ji jiyanê bêpar bikin?

Kanî ew evîna ku xelk behsê dikê! Ma evîn tenê di navbera xort û keçekê yan jin û mêrekî de ye?

Çima evîn û hezkirin nabe têkeliyek bingehîn di navbera gelan de?

Gelo desthilatdar çima dixwaze gelên bindestê xwe biçewisîne, huqûqa wî winda bike û wî ji ziman û folklor û erd û ax û gundê wî bêpar bike.

Çima kirî ciwanek mecbûrî rakirina tivingê bibe? Çima ew jî baqek gul ranake û pêşkêşî ciwanê ji neteweya din ê ku wî jî li aliyê xwe tivingek rakiriye û tunekirina vî dixwaze?

Ev pirs ne tenê ji hizreke yotûbyawî ye (xwestekên xeyalî), ne jî banga şairekî ji neteweyek bindest e, evîn çandeke lê me milletên vê rojhilatê ew li paş hiştiye.

Ewqase girr û kîna ku li meydanê ye helbet bi silavekê re naçe, tu destê xwe bi nermî di ser serê mexdûr û mezlûman re bibî, kîn wê seetê venamire. Kîna ku heye encama sed salan zulm e û rakirina wê jî tevgerek cidî ji bo berferehkirina eniya evîn û aştiyê divê, ne tenê duayên li mizgeftan.

Jan Dost

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply