Sipas xweş/Sipasxweş…

PIRSA XWENDEVAN:

Gotinên wek: Sipas xweş/Sipasxweş; Rojbaş/Roj baş?; Şev xweş; Beyanî baş; Êvarbaş/ Êvar baş; Sihet xweş û hwd bi hev re wek yek peyvikê yan cuda binivîsin? ŞENGO KÊVERÎ

Sipas xweş/Sipasxweş; Roj baş/Rojbaş; Şev xweş; Beyanî baş; Êvar baş/ Êvarbaş; Sihet xweş û hwd wek yek peyvikê bi hev re yan cuda binivîsin? 

Ew peyv hemû hevokên sivikkirî ne, jê re hevokên elîptîk jî tê gotin. Ji bo sivikayêhinek hêmanên (element, unsûr) xwe weşandine.

Li vir pirs ev e? Di van hevokan de, bi armanca peyvçêkirinê yan bi armanca sivikkirina hevokê, ev peyv diweşin? Wek encam navdêr/rengdêr pêk tên, hêmanên hevokê pev dikelijin, nenas dbin, forma xwe wenda dikin an na? Bi dîtina min, heke bersîv erê be, divê pev re, na be, divê cuda werin nivîsîn.

Heke em bi vê perspektîvê li wan binêrin, mînak: Roj baş!

Li vir ew dîsa wek hevok maye, ji me re rojeke baş hêvî dike, dixwaze; ji hevoka ‘Roja te baş be!’ peyde bûye.

‘Roj baş!’ ne navdêrek e, ne jî rengdêrek e, bi hevokeke sivikkirî îfadekirina meqsedekê/xwezîyekê/hêvîyekê ye.

Hêmanên hevokê ( Roj baş) pev nekelijîne, nenas nebûne û formên xwe wenda nekirine.

Divê cuda werin nivîsîn: Roj baş!

Heke bi hev re were nivîsîn çi dibe? Bi dîtina min heke em wê wek ‘rojbaş’ binivîsin û wek yek peyvê bi lêv bikin, bixwînin, ew dibe ‘roja baş’. ‘rojeke baş’; ew nabe îfadeya meqsed/xwezîyekê, an ku nabêje, ‘Ez hêvî dikim ku roja te baş be’. Ew dikane wek navdêrekê kar bike wê gavê, ‘Rojbaşa te ne bi dilê min bû.’ Wek ku yekî ji yekî din re gotibe, ‘Roj baş!’, kesekî sêyem jî wê gotinê şîrove bike û wek navdêr bi kar bîne. Ji ber ku navdêr e, dibe yek peyvik.

Hinek kesên ku bi hev re wek yek peyvê (rojbaş) dinivîsin, wek sedem dibêjin, ji ber ku îzafet rabûye, anku paşpirtikên pevgirêdan/têkilîyê yên wek –ê, -a rabûne, divê bi hev re bên nivîsîn.

Lê dema ku em li vê îdiayê dinêrin, ji bo ku em bipejirînin, divê pêşî/berê di navbera van her du peyvan de ew paşpirtik hebûbe û di sivikkirinê de rabûbe. Lê belê tuneye, di hevoka ku ‘Roj baş!’ jê peyde bûye de, di navbera ‘roj’ û ‘baş’ de îzafet/pevgirêdan tuneye.

Anku ‘Roj baş!’ ne sivikkirina ‘roja baş’ e ku em bibêjin îzafet/pevigirêdan/têkilîya wan rabûye, loma divê wek ku peyveke nuh bê çêkirin, bibin yek peyv û bi hev re bên nivîsîn. Roj baş! sivikkirina ‘Roja te baş be!’ û hwd e. ‘-a’ya pevgirêdanê ne di navbera roj û baş de ye.

Her weha ‘Sihet xweş!’ sivikaya hevoka ‘Siheta te xweş be!’ ye, ne sivikaya ‘siheta xweş’ e ku em bibêjin îzafet rabûye, bûye yek peyva çêkirî, loma divê bi hev re bê nivîsîn. Mînak, heke siheta yekî xweş be û em wê rewşê wek rengdêrekê îfade bikin, wê gave rengdêra “sihetxweş” pêk tê û ev ji ber ku rengdêr e, wek yek peyvê, bi hev re tê nivîsîn; lê “Sihet xweş!” ne rengdêr e, ne bi wê mebestê ye, bi mebesta “Siheta te xweş be!” ye; ne ku siheta wî xweş e, lê em jê re siheteke xweş hêvî dikin. Ji xwe heke em bala xwe bidinê, bilêvkirina her duyan jî ne yek e, yek wek yek peyvê tê bilêvkirin;

sihetxweş            mirovekî sihetxweş (rengdêr);

Yek jî wek du peyvan tê bilêvkirin;

Sihet xweş!            Siheta te xweş be! (hevok) 

 

Ev yek ji bo hemû peyvên din jî weha ye, mebesta me ne roja baş, siheta xweş, şeva xweş û hwd e; loma –a ranebûye û peyveke nuh çênebûye. Ya ku di destê me de maye, hevokeke/îfadeyeke sivikkirî ye û hêmanên mayî ne pev kelijîne, ne formên xwe wenda kirine, ne jî wek yek peyvê tên xwendin; ji lew re ew hêman/beş divê bi serê xwe werin nivîsîn.

Dema ku em dibêjin Roj baş! û dema ku em dibêjin ‘rojbaş’, em wan wekhev naxwînin, wekhev bi lêv nakin; ‘rojbaş’ wek yek peyvê bi wateya ‘roja baş’ tê bilêvkirin; Roj baş! wek du peyvan bi wateya ‘Roja te baş be!’ tê xwendin. Şev baş! (şevbaş), û yên mayî hemû weha ne.

Ji xêndî evên ku we wek mînak dane, yên wek ‘Mal ava!’ jî hene. Ew jî sivikaya ‘Mala te ava be!’ ye, heke em bikin yek peyv, ew dibe navdêrek û wateya ‘mala ava’ digire. Ji mebesta hevokê dûr dikeve û îzafet (-a) ne di navbera ‘mal’ û ‘ava’ de ye, di navbera ‘mal’ û ‘te’ de ye (Mala te ava be!), loma ew îdiaya ku îzafet ji navbera her du peyvan ketiye, loma divê bi hev re wek yek peyvê bê nivîsîn, li vir jî ne di cîh de ye. Dîsa ew jî ne wek yek peyvê (malava), lê wek du peyvan (Mal ava!) tê bilêvkirin.

Mînakên ketina îzafetê (-ê, -a) û çêbûna peyvikan:

Destê pelixî                destpelixî

Rûyê reş                     rûreş

Bejina dirêj                 bejindirêj

Devê giran                  devgiran

Heqê dest                   heqdest

Serokê wezîran           serokwezîr

Serokê dewletê           serokdewlet

 

Gava ku em van mînakan û yên ku me li jor dîtin bidin ber hev, em ê çêtir bibînin ku evên ku ez pêşniyar dikim ku cuda werin nivîsîn, kategorîyeke cuda pêk tînin:

 

Roja te baş be!               Roj baş!

Şeva te xweş be!            Şev xweş!

Destê te xweş be!           Dest xweş!

Mala te ava be!               Mal ava!

Beyanîya te baş be!        Beyanî baş 

Sibeha te bi xêr be!         Sibeh bi xêr! 

Loma ev awayê nivîsînê çêtir e:

 

Roj baş!

Beyanî baş!

Berxudar be!

Dest xweş!

Her hebî!

Mal ava!

Şev xweş!

Sipas xweş!

Sibeh bi xêr!

 

û yên wek wan.

 

Hêvî dikim ku alîkarîya zelalkirina mijarê bike.

 

Baran RIZGAR

Adar 2013

Derbar Çand Name

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply