“Shakespeare Ereb e û navê wî Şêx Zubêr e!”

Derbarê Brook û Shakespear e

Dibe ku ti rejîsorek “derhênerek” bi qasî rejîsorê brîtanî yê navdar Peter Brook nebûbe bengî û şeydayê Shakespeare. 

Şeydabûna Brook bi Shakespeare, sînorê girêdana derhênerekî bi nûserekî şanoyê yê mezin re derbas dike. Lê ew hezkirineke bê tixûb e ji nûserekî re ku bi nerîna wî, nûsereke ku qet mîna wî nebûn û nabin, nûsereke bi gotina wî di “Fezaya Betal” (The Empty Space) de, hemû nûserên hevçax jî derbas dike: “Brecht û Beckett jî di Shakespeare de hene, tew ew wan herduyan jî red dike.” 

Bîr û baweriyên rejîsor Brook derbarê Shakespeare pir girîng in. Rejîsorên vê serdemê, bi taybetî ewên ku genc in û hêj şagirtên şanoyê ne, dikarin di gelek waran de wane, ders û ezmûnan ji wan werbigirin. Wek: Dîtina Brook li ser awayê tevgera bi şanoname û desthilata tekstê re, têgînên feza û akterî û şanokirin û hîmên estetîk ên cîhana berfireh a Shakespeare û…hwd. 

Peter Brook di pirtûka xwe ya dawî Kalîteya Merhemetê (The Quality of Mercy) de ku li dor pêwendiya wî bi Shakespeare re ye, li dijî wan kesan derdikeve ku gumanê ji bilîmtî û mezinahiya Shakespeare dikin, ewên ku di wê baweriyê de ne ku kesayetiya Shakespeare her nebû, ewên ku di wê baweriyê de ne ku kesekî din ew şanoyên wî nivîsandine, ewên ku dibêjin çend nûseran bi kodnavan, bi navê Shakespeare şanonameyên Shakespeare nivîsandine. Ne tenê wiha, ewên ku di wê baweriyê de bûn: Shakespeare Ereb e û navê wî Şêx Zubêr e! 

Brook di pirtûka xwe de dibêje: “Hesûdî û dexesiya navendên şanoyî hokarên rasterast ên van niç û gotinan e û çavkaniya dirustkirina gumanê derbarê behremendî û bilîmetiya Shakespeare bûn.” 

Her derbarê dexesî û çavnebariya şanokaran û şikandina wan ji hev re, Brook dibêje: “Jean Genet ji min re got: Eger ez bêjim nivîsên min ne berhemên min in û pismamekî min ji min re nivîsandine, wê mesele bigihe asta ku êdî kerba wan ji pismamê min vebe!” 

Bi baweriya min, dîtin û nerînên Brook li ser Shakespeare ku wan di piraniya nivîs û diyalogên xwe de dubare dike, qet ne kêmtirî şahesera binirx a lêkolînvanê polonî yê navdar Jan Kott e ya bi navnîşanja “Shakespeare`ê Hevçaxê me” ku, dîtina şanokarên vê heyamê derbarê Shakespeare guherand û teqez kir ku Shakespeare hertim hevçaxê me ye, hertim cîhanî ye, tew hertim gerdûnî ye. 

Piraniya şanokaran, ewên ku Shakespeare bi dîtineke nû û cîhanbîniyeke hevçax nîşan dane, Brook jî di nav de, deyndarên Jan Kott in. 

Lê hizr, bawerî û dîtinên Brook girîng û taybet in, çimkî encam û akamên rahênan û provayên derhênerekî ne ku bi hezkirin Shakespeare di warê pratîk de gotûbêj kiriye. 

Eger Shakespeare li ba Jan Kott nûserekî şanoyê yê hertim hevçax be, lê li ba Brook Shakespeare di pratîk û rahênanan de, di têgînên nimayîşê de, di yarî û bergewdekirina rol û form û hunerên şanokarî û fentaziyê de mezintirîn rêberê şanoyê ye û herdem amadebûna wî heye. 

Dibe ku piraniya lêkolînvanan li ser wê yekê hemfikr bin ku nimayîşa Brook a herî hêja Mahabharata ye. Lê bi baweriya min, derhênana “Xewna Şeveke Nîva Havînê” ya Shakespeare ku Brook di salên 1970yan de ji şanoyê re amade kir, berhema Brook a herî girîng e. Lê ev bawerî qabilî nîqaş û gengeşeyê ye.

Dr. Fazil Caf-Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply