Hûn Qur’anê Fam Dikin?-Mamoste Aram Hezexî

Qur’an di nav civaka me de pirtûka herî zêde tê xwendin  û hema bêje li malên me hemûyan tê peyda kirin. Lê mixabin Qur’an pirtûka herî kêm tê fam kirin e.

Xwedayê erd û asîman di Qur’an’a pîroz de ewil emrê “Bixwîne” (îqra) ferman dide.

Divê em li ser vî emrî hûr û kûr bifikirin. Gelo çima Xwedê ewil negotiye “baweriyê bi hebûna xwedê bîne” an jî “nimej bike”?

Dema em li ser van pirsan bifikirin emê bigihîn encameke wiha: Heyya mirov Qur’anê nexwîne mirov Xwedê baş nas nake û îmanê bi awayekî heqîqî bi hebûna wî nayîne. Ji xwe heyya mirov îmanê bi hebûna Xwedê neyîne mirov îbadetan ji bo wî nake.

Piştî van pirs û bersivan em pirsa xwe a diduyan û a herî girîng bipirsin. Em Qur’anê dixwînin lê em fam dikin an na? Yanî em bi zimanê Kurdî an jî bi zimanekî em jê fam bikin dixwînin an na?

Sed heyf û mixabin ku em vê pirsê ji gel bipirsin bersiva wê dê ji sedî heştê û heşt “na” be. Di vê rewşê de pirseke wiha derdikeve holê: Em Qur’an’a pîroz tenê bixwînin lê fam nekin bes e an na?

Heyya em Qur’anê fam nekin bi tenê ‘Erebiya wê bixwînin gelo mimkûn e ku em hîkmeta wê fam bikin û tetbîqî jiyana xwe bikin? biderfet e em jıyana xwe li gor Qur’anê sererast bikin?

Mîsal (mînak) em her roj di her rik’eta nimêja xwe de sûreya fatîha dixwînin gelo em dizanin ku em dibêjin hemd tenê ji bo Rebbê aleman Xwedê ye, ew mîhrîban û dilovan e (Rehman û Rehîm e), xwediyê roja hesab dîtin û ciza danê ye? Em dizanin ku em dibêjin “em tenê ji te re îbadet dikin û ji te tenê alîkariyê dixwazin, me bigihîne ser rêya rast, ne ser rêya yên ser rêya rast şaşbûnê û xezeb li wan bûyî, ser rêya yên te ni’met dane wan û gihiştine xelasiyê?” Gelo dema em van eyatan dixwînin em van pêsn, daxwazî û fikiran di hişê xwe ve derbas dikin an na?

Heke bersiva me “na” be divê em bifikirin ma gelo Xwedê ji me nimêjeke wiha dixwaze? Em çiqasî xêr û bereket û lezzetê ji wê nimêjê digirin?

Qur’an ji bo em heqîqet û dalaletê (rêya rast û rêya şaş) ji hev veqetînin hatiye şandin. Ew ji bo me rêber e. Îro em dibînin ku Qur’an li ser gorên miriyan, ji bo nexweş şifayê bibînin, ji bo daxwaz bi cih werin û hwd. tê xwendin. Gelo sedema xwendina Qur’anê ev tiştin an peyamên Xwedê ji me re şandin fam kirin e?

Bersiva vê pirsê Qur’an dide me: “Bêguman ev Qur’an ji bo te û qewmê (gel) te  şîretek e/hişyariyek e; Hûnê demek nêz ji wê bêne pirsyarkirin” (sûreya zuhrûf/ayeta 44an)

Ebdullah îbn Ebbas dibêje: “Ewên Qur’anê bi awayekî heqîqî dixwînin ew kesên ku emr û daxwaziyên Qur’anê bi cih tînin in”.

Divê em baş zanibin ku ne Qur’an’a di hişê me de, Qur’an’a di jiyana me de wê me bike misilmanekî/misilmaneke qenc.

Weke Elî Şerîatî gotî  “ Qur’an ne mekîneya xêran e, Qur’an pirtûka jiyanê ye”.

Çawa ku dema nexweşek reçeteya dermên bixwîne lê dermên bikarneyîne baş nabe, wisa jî em Qur’anê bixwînin lê tiştên ji me dixwaze nekin tu feydeya wê nade me.

 

Mamoste Aram Hezexî-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply