“Yek ji rêbazên binqutkirina û saxkirina Sendroma Stockholmê ev e ye, ku em kesên koledar ji xwe kêmtir bibînin, û em bizanibin ku ew ne mirovên giranbiha û baş in û dilovanîyê li me nakin, û kêliya ku em ji vê hisîyan, Sendroma Stockholmê namîne. Edî em azad in û em rizgar bûne.” Ji rêzefîlma The Story of Mose
SENDROMA STOCKHOLMÊ: GIRÊDAN JI BO MANÛNEMANÊ
Gelo kesekî ku bi vê nexweşîyê ketîye li derdora we heye?
Di sala 1973an de, zilamekî bi navê Jan-Erik Olsson bi çek û teqemeniyan kete bankeka bi navê Kreditbanken li Swêdê. Wî gule ber bi hewayê ve teqand û qêrîya, “Her kes bila xwe li erdê dirêjke, şahî dest pê dike!” Di heman demê de, mişterî û çêndîn wezîfedarên bankeyê revîyane derve. Şêlanker çar wezîfedarên bankeyê rehîn girtin. Banke ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.
Dema ku navbeynkar bi şêlanker re têkilî danî, şêlanker daxwaz kir ku mîqdareka mezin a pereyan û hinek cebilxane jê re bînin, hevalekî wî ji girtîgehê bînin ba wî û otomobîlekê li ber bankê amade bikin. Li gor gotina şêlanker heke daxwazên wî werin bicîhanîn, ew ê bi hevalê xwe re li otomobîlê siwar bibe û biçe.
Polîs hevalê wî yê mehkûm derxist derve û bire bankeyê; otomobîlek li ber bankeyê ji bo wan hat parkkirin. Wî pere jî radestî wî kir. Lêbelê, şêlanker nekarî pere û hevalê xwe bigire û bireve; ji ber ku polîs dorpêçê ranedikir.
Polîs qulikek di ban de vekir, û du şêlanker, bi gumana ku polîs dê gaza hişbir berde hundir (û rast texmîn kirin), benek li dora stûyê yekî ji rehîneyan girêda û ew ji ban ve daliqand; Encex, ji ber ku lingên rehîneyê digihan erdê, ew ê çawa be nemira. Hizreka jîr hate bîra şêlankeran: Wan ji polîsan re gotin ku heke ew gaza hişbir berdin hundir, rehîne dê bikeve xewê û bixeniqe, ji ber ku lingên wê êdî dê negihin erdê.
Ev dorpêçkirin ne tenê çend demjimêran, lê şeş rojên sihhê dom kir. Di roja şeşan de, polîs ketin hundir û şêlanker çekên xwe avêtin û xwe radest kirin. Di vê kêlîyê de, bi awayekî ecêb, rehîneyan xwe avêtin pêşiya şêlankeran, xwe ji wan re kirin sîper û hewl dan ku nehêlin polîs wan bikujin, di heman demê de qîr kirin, “Nebe ku hûn teqe li wan bikin!”
Piştî ku şêlanker hatin girtin, agahîyên ecêb hatin. Hat bihîstin ku yek ji rehîneyan, bi navê Elizabeth Smart, di domahîya dorpêçkirinê de di kêlîyekê de ku şense wê hebû bireve jî, bi dilxwazî nerevî.
Tiştê hîn balkêştir ev e ku, piştî ku ev bûyer bi dawî bûn jî, rehîneyan bi berdewamî piştgirî dan şêlankeran. Rehîneyan red kirin ku li dadgehê li dijî şêlankeran şahidiyê bikin; hetta wan di navbera xwe de pere kom kirin ji bo alîkariya wan bikin di peydakirina lêçûnên wan ên dadgehê de. Wan pirr caran li girtîgehê serdana wan kirin. Bi salan piştî şêlandinê, yek ji rehîneyan ji belgefîlmek a History Channel re axivî û got:
“Şêlanker got ku ew ê min nekuje, ew ê tenê guleyekê berde lingê min. Min hizir kir ew çiqas mirovekî nazik û fêhmbar e.”
*Doza Patty Hearst
Salek piştî vê bûyerê, Patty Hearst, keça malbateka dewlemend li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji aliyê komeke ku xwe wekî Artêşa Azadîya Simbiyonez bi nav dikir ve hate revandin. Endamên komê ew di dolabek piçûk û dij-rohnî de kilît kirin, bi berdewamî gefa kuştinê lê xwarin û gelek caran destdirêjî lê kirin. Tenê ji bo çend rojan, wekî “xelat”, deriyê dolabê hinekî vekirî hat hiştin da ku hewayê bide û bistîne. Patty Hearst du mehan di wê dolabê de di wê rewşê de jîya.
Nêzîkî salek piştî bûyerê, Patty Hearst hate girtin di dema ku hewl dida bi tifingê bankeka li San Franciscoyê bişêlîne. Rehîneya berê, bi bernavka Tania, ji bo rêxistina ku ew revandibû bûbû çekdareka têkoşer.
Dema ku ew hate girtin, wê ev veguherîna balkêş wiha anîbû ziman:
“Ez gerîlayeka bajêr im. Bila her kes bizanibe ku ez dikenim, bi vî awayî ez xwe azad û bihêz hîs dikim. Ez silavê xwe û hezkirina xwe ji hemû bira û xwişkên xwe yên li derve re dişînim.”
*Doza Jaycee Lee Dugard
Di sala 1991an de, çend şahidan serî li polîsan dan û gotin ku wan dîtiye ku keçeka biçûk ji hêla cotek ve hat revandin. Bi rastî jî, Jaycee Lee Dugard a 11 salî windayî bû. Polîs nekarî Jaycee bibîne û ti xeber jê nehatibû, ta sala 2009an di 29 saliya xwe de bi tena serê xwe çû Navenda Polîsan a li Kalîforniyayê û xwe da nasîn. Bi qasî ku gotîye, ew ji hêla cotek ve hatibû revandin û 18 salan dîl hatibû girtin. Ew rastî destdirêjîya cinsî û laşî hatibû. Di vê maweyê de, wê du zarok anîbûn dinyayê.
Piştî dîlgirtina wê ya destpêkê, Jaycee, tevî ku gelek keysên wê yên revê hebûn jî, ew bi zanebûn nereviyabû. Bi ser de jî, ji bo demek dirêj di dema dîlgirtina wê de, gihanîya wê bi kompîturek û telefoneka girêdayî internetê hebû. Jaycee vedigot ku ew bi vî cotî re hest bi girêdanekê dike.
*Doza Natascha Kampush
Di sala 2006an de, Natascha Kampush a 18 salî ji Viyanayê ji aliyê Wolfgang Priklopil ve hate revandin û di hucreyekê de hat dîlgirtin. Di destpêkê de, ew di hucreyekê bê pencere de dihat girtin. Lê bere bere, zilam destûr dayê ku bikeve hundirê malê. Wê dest bi paqijkirin û çêkirina xwarinê kir. Çend sal şûnda, wê dest bi derketina derve ya baxçeyê kir. Piştî demekê, zilam wê bi hevalên xwe re jî da nasîn! Natascha heşt salan birçî ma, rastî îşkenceya giran a fîzîkî hat, gef lê hat xwarin û destdirêjî lê hat kirin. Lê dîsa jî, ew nerevîbû.
Piştî heşt salan, Natascha rojekê reviya. Dema ku kesê ku ew dîl girtibû mirina wê bihîst, xwe avêt ber trênê û xwe kuşt. Natascha bi vê nûçeyê pirr xemgîn bû û kesên li dora wê bi zemetî hewl dan ku wê haşt bikin.
Hevalên wî zilamî ku Natascha di dema dîlgirtina wê de dîtibûn, wê wekî kesekî pir bextewar û dilşad diwesifandin. Di hevpeyvîneka paşê de, Natascha wiha digot:
“Belê, min jiyaneke pir cuda jiya, lê bi awayekî ew ji min re jî sûdmend bû. Mînakî, min qet dest bi cixarekêşandin an vexwarina alkeholê nekir, û qet hevalên min ên xirab nebûn.”
Piştî bûyeran, Natascha bi dilxwazî bar kire mala ku ew heşt salan tê de dîl hatibû girtin, û her gav wêneyekî Wolfgang bi wê re bû.
****
SENDROMA STOCKHOLMÊ ÇI YE?
Bûyerên ku li jor hatine behs kirin tenê çend mînakên rewşên weha ecêb in. Pêkan e gelek bûyerên bi vî rengî di medyayê û wêjeyê de bêne peydakirin. Ev girêdana rehîneyan ku bi awayekî paradoksal xuya dike, paşê di raya giştî û civaka akademîk de wekî “Sendroma Stockholmê” hate binavkirin, li gorî bajarê ku şêlandina bankayê ya navdar lê qewimî.
Di destpêkê de, peyva Sendroma Stockholmê ji bo hestên sempatîk ên ku rehîne li hember dîlgirên xwe digihandin, dihat bikaranîn. Ji wê demê ve, bi kifşkirina bûyerên nû re, maneya wê berfirehtir bûye. Girêdanên ecêb û nefambar ên girtiyên kampên komkirinê li hember leşker û gardiyanan, endamên tariqetê li hember serokên wan, laşfroşan li hember bazirganên wan, qurbaniyên ensestê li hember dê û bavên wan, û jinên rastî lêdanan hatine ji alîyê mêrên wan ve ku têne dîtin, hemî tevlû tevlî Sendroma Stockholmê hatine kirin.[1]
Sebebên vê çi ne? Mirov çawa dikare bi hestîyarî girêdayî be bi kesekî ku gefên giran li wî dixwe û zirarê dide wî? Ew çawa dikare hewl bide wî biparêze, bêriya nebûna wî bike û şînê li pey wî bigire? Wekî din, çawa dîlekî terorê, bi demê re, dikare bibe yek ji wan kesên wî dîlgirtbûn?
AWANTAJÊN PERISİNÎ (EVOLUTION) YÊN SENDROMA STOCKHOLMÊ
Ev cure bertek, ku di mirovan de wekî Sendroma Stockholmê tê zanîn, di hin xijende û guhandarên ne-mirovî de, bi taybetî bi şempanzeyan re jî tê dîtin. Ev yek nîşan dide ku ev diyarde ne tenê bi mirovan ve sînordar e, lê beşek ji dîroka perisînê ye.
Michael Chance dibêje ku meymûnên ku ji aliyê nêrekî serdest ve tên êrîşkirin, pirr caran piştî êrîşê xwe diavêjin tor û bextê êrîşkar.[2] Ew bawer dike ku ev ji ber wê yekê ye ku meymuna tûşî tund û tûjîyê hatîye hewl dide ewlehiya xwe misoger bike. Meymûn bi rêya ezmûnê fêr bûye ka kîjan meymûn di hawîrdora wê de herî bihêz e. Ew fêm dike ku divê ew “pêgirî” bi kesê herî bihêz ê komê re bike da ku bijî. Her wiha hatiye çavdêrîkirin ku meymûnê zorbirî bi tundî xwe dixermişîne û neynûkên xwe dixwe, îhtîmal e ku dixwaze di çavan de xwe bêçare, birîndar û reben bide xuyakirin.
Bi heman awayî, kûçik dema ku ji hêla kûçikekî bihêz ve tên êrîşkirin, xwe li ser piştê dirêj dikin û lingên xwe dilivînin û “teqlîda cewrikan dikin”. Bi vî rengî, ew peyamê dişînin ku ew ji bo kesê bihêz ne gefeka cidî ne.
Li gorî bergeha (perspective) keysperest, fonksiyona Sendroma Stockholmê ji bo qurbanî ew e ku hestên erênî yên ku ew li hember kesê ku azadiya wî sînordar dike pêş dixe, kapasîteya wî ya çareserkirina trawmayê zêde dike.[3] Di vê rewşê de, mirov di ezmûneka trawmatîk a wisa re derbas dibe ku tenê rewşa ku dikare guvaşa dijwar a ku ew tê de ye kêm bike, girêdana erênî ye ku ew bi dîlgirê xwe re digihîne.
Li gorî Sugiyama, di civakên nêçîrvan-berhevkar de rewşeke pir berbelav bû ku jin ji aliyê eşîrên hevrik ve werin revandin û qet neyên rizgarkirin.[4] Ji bergeha perisînê ve, kare bê raçavkirin ku rola fonksîyonel a Sendroma Stockholmê di vê rewşê de lijîyanêmanê mîsoger dike û di encamê de genan veguhêze. Vedîtinên Stöfsel jî bi vê ravekirinê lihevkirî ye ku dibêje ev rewş bi jinan û ciwan re zêde diqewime.[5]
Ji bergeha mannemanê ve, ev ravekirin bi tevahî hişwer xuya dike ku piştî şerkirina du komên cuda (eşîr an artêş di çarçoveya mirovî de), saxmayîyên aliyê mexlûb xwe terxan dikin ji bo koma serketî.[6]
SAZGÊRÎYÊN (MECHANISM) BERGIRÎYA CIVAKÎ
Dee Graham îfadeya Sendroma Stockholmê sînordar nake tenê bi bersiva derûnî ya li dij trawmaya şexsî hatî gihandin; Bi bikaranîna terma “Sendroma Stockholmê bi Pîvaneka Civakî”, ew vedibêje ku ew berteka komek yan girseyeka bindest dihewîne di bersîva rewşa trawmatîk de.[7] Graham bi taybetî xwe hûr dike li ser helwestên jinên ku rastî destdirêjîyê hatine; Ew destnîşan dike ku ev jin di encamê de hewcewdarîya dilxweşkirina wan bi hestîyarî, fîzîkî, û seksî ji xwe re dikin xuy ji bo ku xwe ji tundutijîya nêr vedizin û pişt re vê dihundirînin. Ev hundirînkirin, xwe nişan dide di jinê de wekî ku dilxweş e bi rewşa xwe û têkilîya xwe û her wiha bi girêdana xwe ya bi zordar re.
Ev dibe ku bi wê rastiyê ve girêdayî ye ku di hin çandên derdora cîhanê de, jin karîne tendurustîya xwe ya zîhnî biparêzin tevî ku bi zilamanan re hatine zewicandin ku ne bi dilê wan in, ku ew ji wan mezintir in, yan jî dibe ku pirr êrîşkar in.
Li gorî Sendroma Stockholmê, civata qurbanî û bindest dikare bergeha wan kesan qebûl bike ku wê bi rêya gef, tundûtûjî û sînordarkirina azadiya wê dixe bin guvaşeke giran. Di vê rewşê de, ew êdî ji bergeha xwe ve “qurban û bindest” nînin. Rewşa wan ji nişkê ve rewa û rast dibe, û zordarê wan dibe kesekî şaşfêmkirî, hetta vediguhere texlîdekî “leheng”.
Dibe ku veguherînek wisa ecêb xuya bike. Lêbelê, bertekên mirovan li hember rewşên awarte jî dikarin ecêb bin. Lêkolînek ji hêla Speckhard ve li ser vê yekê hate kirin ku bergeha mirovek li ser rewşek ku rastiya wê bi zelalî diyar e, çawa dikare bi awayekî berbiçav li hember bûyerên trawmatîk biguhere.[8] Lêkolîner dibêje ku dema Şanoya Moskowê di sala 2002an de ji hêla 50 çekdarên Çeçen ve hate serdegirtin û kesên ku tê de bûn rehîn hatin girtin; dema ku 130 rehîne û hemî êrîşkar di pevçûna çekdarî de hatin kuştin jî, hin ji temaşevanan ew wekî “peşandeyeke hûnerî” vesifandin.
Di bin şert û mercên guvaşa giran de, hela bergeha mirov diguhere da ku wan şert û mercan û kesên ku wan diafirînin bi awayekî cûda şîrove bike. Meriv, ber bi vê hela bergeha nû ve tevgerên xwe jî diguherîne.
Dema ku hêviyên qurbaniyan qut dibin ji bo xilasbûna ji şert û mercên dijwar ên ku ew tê de ne, di dorpîva civakî de ew xwe bi bi hêzeka berçav û miqtedîr ve girêdidin û her tiştî ji berhgeha wî ve dibînin û wekî wî difikirin. Ji aliyekî ve, bindest ji xezeba kes an kesên din ên “xwedîhêz” ditirsin, û ji aliyê din ve, ew vê têkiliya hiyerarşîk û xwedîhêz di hişê xwe de asayî dikin, û bi vî awayî ji alîyê manebarkirinê (cognitive) ve nakokîyên xwe yên hiş û bîrî kêm dikin. Mînakên vê rewşê ne ew jinên ku îdîa dikin ku ji mêrên xwe yên tundûtûj ji wan hez dikin, zarokên ku rastî destdirêjî û îstîsmarê hatine, û komên ku tevî binpêkirinên giran ên aborî û mafan jî piştgirî didin rejîmek totalîter.
QURBANÎ ÇAWA VEDIGUHERE ZORDAR?
Baş e, çi dibe sebep ku qurbanî dibe alîye zordar, wekî ku em di mînaka bêkêmasî ya ku em di bûnişa Patty Hearst de dibînin? Tevî ku azad bûye jî ji mercên zextên ku li ser wî bûne, qurbanî çawa hîn jî li gorî van kodan tevdigere?
Ferdên her cureyî, tevî mirovan jî, ji kêliya ku ew çêdibin çavdêrîya şert û mercên jîngehê dikin û ji bo xwe “normeke jiyanê” disêwirînin. Her çend ew vê sêwiranê di hawîrdorek teng û bi sînor de diafirîne jî, ew wê gelemperî dike û li tevahiya cîhan û jiyanê bar dike. Zarokên ku rastî tundî û destdirêjîyê tên, êrîşkartir û reşbîntir in, û bêhtir meyla wan heye ku sûcan bikin, her çend ji van şert û mercan azad bibin jî. .[10] Jinên ku rastî tundiyê tên bêhtir li zarokên xwe dixin.[11] Tê zanîn ku kesên ku demek dirêj di bin şert û mercên paşwendî de dijîn, bêhtir têkilî sûcan dibin. Sedema van reftarên mirovên di şert û mercên dijwar de, bê guman, ne zayend, koma etnîkî, nijad û hwd e; lê berhevkirina azmûnan e ji ber şert û mercên neyînî.
Ji ber ku sêwira wan a cîhanê ew e, ku cîhan cîhekî hov, bêdad û xêrnexwaz e. Ji bo manûnemana xwe berdewam bikin, kesayetî û tevgerên xwe li gor vê lê anîne, û êdî bawer dikin ku hîmê jiyanê hiyerarşî û hêz e. Li gorî wê tevdigerin.
Bi vî awayî, sîtembar, çewisandî û êşkêşên berê der barê çawanîya dinyayê de sêwireke xerab diafirînin, û ji bo ku li jîyanê bimînin li gorî vê sêwirê tevdigerin.
Ev mirov tenê gava ku li gorî sêwiranên xwe tevdigerin, xwe ewle û bi hevberdarkî azad hîs dikin. Riya rizgariyê ku ew bawer dikin ew e ku xwedî hêz bin û wê ji bo tepeserkirina yên din bi kar bînin. Kesên weha baweriya xwe bi hiyerarşiyê tînin, ne bi dadwerîyê. Ew êdî ne dîl, lê azad in; ne qurban, lê xwedîşîyan in.
Di hemû ravekirinên derûnî an civakî de xaleke hevpar heye: Kesê hîs dike ku hilbijarên wî nemane, xwe li gorî rewşa nû diguncîne. Kesê hîs dike ku hilbijara wî nemaye, xwe li gorî rewşa nû diguncîne. Ji ber ku xala sereke ya man-nemanê xwelêanîna bi hawîrdorê ye ji bo her cureyê giyaneweran. Ev mercên hawirî her çiqas derasayî bin, ferd jî ewqas hewl dide xwelêanîneke derasayî bike. Di gelek rewşan de, ahenga ku ew peyda dike tenê di dorpîva tevgerî de namîne, lê veguherîneke hizrî û hestyarî jî derbas peyda dike.
Dema ku mirov bi xetereyek mezin re rû bi rû dimîne, xweajoya xwezayî ya mirov, mîna cureyên din, şerkirin an jî rev e. Ev yek ji wan dehfkerên bingehîn ên hemû ajalan e.
Lêbelê, dema ku vebijarkên “şer bike an bireve” yên takekes li hember gefê ne mimkûn bin, takekes vebijarka sêyemîn hildibijêre, ku ew kesê ku dibe sebebê gefê dibe ku di rastîyê de ne gef e û ev veguherîna hestîyarî û hizrî di wî de, wî bi jîyanê ve hildigire. Freud dibêje ku kesekî di bin gefeka mezin de dikare sazgêrîyeka bergirîyê ya guncaw ji bo rewşê pêş bixe û hevxemiyê bike bi kesê ku gefê li wî dixwe, bi vî awayî ji “gefxwarî” vediguhere “gefxwar”. Bi gotineke din, qurbanî bi êrîşkar re hevxemiyê dike.[9]
Kesê ku vebijarên wî neman, wiha ji xwe re vebijareka cuda diafirîne.
Ew nikare şer bike yan bireve, lê ew bergeh û tevgerên xwe vediguherîne.
Dema ku rastî rewşeka ku ew nikarin ji heq derkevin, di bin gef an tundûtûjiyê de, kûçik xwe li ser pişta xwe dirêj dikin û lingên xwe dihejînin, meymûn neynûkên xwe dixwin û mirov jî serê xwe diçemînin û çok didin.
Yên ku wan anîne ser çokan, bi îhtimaleke mezin ew ên ku carek ji caran li ber yekî din çok danîne.
Mazda Pola
ÇAVKANÎ Û XWENDINÊN ZÊDE
- A. Cordon. (2019). Popular Psychology: An Encyclopedia. ISBN: 978-0-313-32457-4. Yayınevi: Greenwood Press.
- R. A. Chance. (1988). Social Fabrics Of Mind. ISBN: 0-86377-097-5. Yayınevi: Hove: Lawrence Erlbaum Associates.
- M. Auerbach, et al. (1994). Interpersonal Impacts And Adjustment To The Stress Of Simulated Captivity: An Empirical Test Of The Stockholm Syndrome. Journal of Social and Clinical Psychology, sf: 207-221. | Arşiv Bağlantısı
- Sugiyama. (2014). Fitness Costs Of Warfare For Women. Human Nature, sf: 476-495. | Arşiv Bağlantısı
- Stöfsel. (1980). Psychological Sequelae In Hostages And The Aftercare. Danish Medical Bulletin, sf: 239-241. | Arşiv Bağlantısı
- K. Henson. (2002). Sex, Drugs, And Cults. An Evolutionary Psychology Perspective On Why And How Cult Memes Get A Drug-Like Hold On People, And What Might Be Done To Mitigate These Effects. The Human Nature Review, sf: 343-355. | Arşiv Bağlantısı
- R. G. Dee, et al. (1995). Loving To Survive. ISBN: 9780814730591. Yayınevi: New York University Press.
- Speckhard. (2019). Soldiers For God A Study Of The Suicide Terrorists In The Moscow Hostage Taking Siege. ISBN: 9781400888979. Yayınevi: NATO Science Series.
- M. Sandler. (1996). The Psychoanalytic Legacy Of Anna Freud. The Psychoanalytic Study of the Child, sf: 270-284. | Arşiv Bağlantısı
- E. Lansford, et al. (2007). Early Physical Abuse And Later Violent Delinquency: A Prospective Longitudinal Study. Child Maltreatment, sf: 233-245. | Arşiv Bağlantısı
- Peled. (2011). Abused Women Who Abuse Their Children: A Critical Review Of The Literature. Agression and Violent Behaviour, sf: 325-330. | Arşiv Bağlantısı
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…