Sê Ehmed – Muhammed Sebatî

Dîroka Îslamiyetê gelek ‘alim û ‘abid û mucahîdan di xwe de hebandiye. Evana daîma rêbertiya mezlum û mustezefan kirine, di demê tarîtî û zulmê da bune ronahî, rê nîşanî wan dane. Di pey wefata Qasidê Emîn me’lumê we teva ye mîrasa wî, ‘alimê heqpenah hilgirtine. Lewra çewa ku Qasidê Xweda (s.x.l) gotiye: “Qasidên Xweda zêr û pera miras nahêlin. Ew ji ê pey xwe re ‘ilmê miras dihêlin” ji ber vê yekê warisê vê mirasa giranbiha wê helbet ‘alimê heqpenah bin. Lê belê meznahiya ‘Ulema û Ewliya ê Îslamê em li serê bi barê sed deveha kitêb jî binivsînin em nikarin heqqê wan xweş bidin. Ji ber vê ‘ecziyetê ez dixwazim bi kêmahî be jî li ser sê Ahmedê ku rengê ‘alema Îslamê bi xususiyetên xwe guherandine binivsînim.

Ji her dewrê re salihnê li gor wê hene. Di demê ku şer’a Xweda hakim buye lê heqîqeta eşq û evîndariya Xweda însan nizanbûne Xweda li gor van dewra salihnê ku heqîqeta ‘eşqa îlahî bi insana fêr bikin şandiye weka Seydayê Mela Ahmed Cizîrî. Di demê ku bîd’et li ser erda muslumana belav bune Xweda ‘alimnê ku erda muslumana ji van bîd’eta pakij bike şandiye weka Ibn-î Teymiyye û Îmam Rabbanî Ahmed Faruq es Serhendî. Di demê ku şer’a Muhemmedî rabûye ‘alim û mucahîdnê ku ewê hûkmê şer’a Mûhemmedî car li vê ummeta hanê vegerînin şandiye weka Seyyîd Ahmed şehîd. Dibe gelek însana evan zewatê mezin şixwe nas jî nekin; lê viya tişkî ji wan kêm nake lê kemasiya me neslê nû ne. Di pey van pêşgotinan ezê ji Pîrê ‘Eşq û evîna Heqîqî Seydayê Mela Ahmet Cizîrî (Melayê Cizîrî) dest bi nivîsa xwe bikim.

Melayê Cizîrî: Ahmed El Cezerî

Li Cizîrê hatiye dinyayê. Li ser tarîxa jidayîkbûna wî dirokeke tenê tune ye. Hinek çavkanî weka 1567an, hinek weka 1570yî, hinek jî weka 1589an jidayîkbûna wî nîşan didin. Van dirokan jî ji hesabê ebcetê derdixin. Navê bavê wî Mela Mihemed e. Mela, li cem bavê xwe Mela Mihemed dest bi xwendina xwe ya seretayî ya destpêkê kiriye. Dû re ji bo berdewamkirina xwendina xwe çûye Amedê, gundê “Setrebas”ê. Wekî din jî li Hekarî, Iraq û Misrê jî xwendiye. Li dû xwendina xwe diçe Heskîfê. Li wir li ba Mîrê Heskîfê Melik Kamîl dimîne. Helbestên wî yê li ser eşq û evînê li vêderê di sîh saliya wî de têne nivîsandin. Heta li temamê cîhanê dibe helbestvanekî bijartî. Îcaza xwe li Diyarbekir stendiye. Di terîqetê de ketye terîqa Ehrariye ku ev terîqeta ‘Ubeydullah Ehrar e. Zimanê ‘Erebî û Farîsî digel Kurmancî baş zanibu. Diwana wî ya ji 2000 beyta hatiye çêkirin 115 qesîda dihewîne. Li dora 1640î diçe ber rehma Xweda. Qebra wî li bajarê Cizîrê di nav Medresa Sor de ye. Di helbestên Cizîrî de me’na herî li pêş xwe nîşan dide evîn e. Jê re şa’irê evînê jî tê gotin. Belê evîna Melê behs kiriye ne evîna mecazî ye. Di vê babetê de Mela dibêje: “Hê di ber qalû belayê belkî ev alem nebû / Çerx û dewran, dewrî gerdûn, kumbedi mîna nebû / Husnê heq bû îstîwaî lamî’a hebû / ‘Erş û kursî hêj di mexfî bûn di kenza qudretê / Husn û hub zatê qedim in lê cuda bûn ew yek”

Melayê Cizîrî eşqa îlahî bi beytên xwe fêrî ‘alemê tev kiriye. Ger ê ku bixwaze hînî eşqaheqîqî bibe divê diwana wî baş bixweyne.

Îmamê Rabbanî Ahmed Faruk Serhendî

Di sala 1563 li Hindistanê bajarê Serhendê welidî. Navê bevê wî Abdulehed e. Ji ber ji neseba Hz. ‘Umer hatiye jê ra hatiye gotin Farûqî. ‘Alimekî ‘amil, di tesewwûfê da şêxekî kamil buye. Di xwendina xwe ya seretayî de li ba bavê xwe xwendiye di ‘umrê biçuk de Quran hifiz kiriye. Pirê ‘ilmê xwe li ba bavê xwe tehsîl kiriye. Di pey bavê xwe li ba Mewlana Kemaleddîn Keşmîrî li Siyalkûtê, li ba Abdulhekîm Siyalkutî ku en ‘alimê dewra xwe dihat naskirin û qismek kutubê Hedîsî jî li ba Şêx Yaqûb el Keşmîrî xwendiye. Ji Qadî Behlul el Bedehşî di ‘ilmê Tefsîr, Hedîs û Usulê da îcaze sitandiye. Di pey di van ‘ilmê zahirî ‘Ilmê batinî û Tesewwûfê da întîsabê Şêx Muhemmed Baqîbîllah kir ku mezinê terîqa Ahrariya bû. Bi destê Şêxê xwe di zemanekî kurt de pirî meqamatê tesewwufê bihurand. Pey re Şêxê wî wî şande bajarê bav û kalê wî Serhendê. Dest bi dersê ‘ilmî kir di dersê xwe da Tefsîra Beydawî, Sehîhê Buxarî, Mîşkati mesabih, Awarîf ûl Me’arîf, Usula Bezdewî, Hîdaye û şerha Mewaqifê dida xwendin. Bi vî hawayî dilê gelek mirî bi nûra Muhemmedî sağ dikir, û nûkirineka pir mezin, û safkirina din ji bîd’eta dikir. Tewsiya telebê xwe bi tehsîla ‘ilm û ittîba’a Sunnetê Seniyye dikir.

Îmamê Rebbenî ‘alimekî gelek mezin e, di pey wefata nebî ‘eleyhîsselam, dujminê Îslamê gelek hicûma didan dinê Xweda, Xweda Rehma xwe li ‘ebdê xwe kir û muceddidekî wek Îmam Rebbanî anî dunyê. Bi wasita wî hicumê bêdîna sekinand û heq û batil ji hev veqetand. Mektûbê vî îmamê mubarek, xelqê razayî şiyar kir wan ji nav ğefleta bîd’et û xurafa derand û riya Sunneta Seniye nîşanê wan da. Ji teref Sultanê wê dewrê Cihangir hate hepiskirin lê belê li berê serê xwe netewand. Ew li ser kufra xwe çû lê îmam Rebbanî nesla wî îhya kir û wan xist xizmeta Îslamê. Ji dewreka weka wê dewrê re ku dewra xurafa û bid’eta bû ‘alimekî wek Îmam Rabbanî lazim bû ku dînê Xweda bivegerîne ser eslê xwe. Ji ber vê yekê jê re hat gotin “Muceddidê Elfî sanî”.

Seyyîd Ahmed Şehîd

Di meha seferê sala 1201an de li dergaha bav û kala Seyyîd Şah ‘Alemûllah hate dinê. Neseba wî ji xatemul Enbiya Muhemmed Mustafa tê. Seyyîd e. Di biçuktiya xwe da gelek jiyaneka wiya tevlî hev hebiye pir mizir û yekî ji ‘ilim dûr bûye. Zêde meyla wî li ser leystikê şer biye. Daîma hevalê xwe dikir di sef û sefekî dida hicumkirin ji kelha sefê duduya re. Evana pirovayê cihada wiya li pêş bûn Xweda pê dida kirin. Di gel vîqasî Xweda ‘eşqa xizmeta însana xistibû dilê wî. Alikariya ze’îfê dergahê dikir xizmeta xizmetkarê dergahê dikir. Ihtiyaciyê wan pêk dianî. Evîya tiştekî ğerib bû ji ehlê dergahê re geleka jê ra digotin “Em qurban em xizmetkarê dergaha malbata we ne. Gere tu xizmet ji me re nekî.” Ewî jî behsa fezîleta xizmeta ze’îfa dikir heta ku digiriyan. Daîma werzîş dikir kevirê ku kes nikaribu hilgire û bixwe hildigirt û pê bi rê ve diçû. Piştî hat ‘umrê xebatê bi hevalê xwe re ji bo xebatê çû bajarê Lucknow ji wir jî berê xwe da çû bajarê Delhî û intîsabê şex Abdûlazîz kir. Li mescîda Ekrabadî li ba şêx Abdulqadir ‘ilm tehsîl kir. Di vê muddetê de tiştê ku muxalifê sunnetê didî welew ji şêxî wî sadir bibin qebûl nedikir. Weka rabitê ku jê hat teleb kirin bi zimanekî xweş ji Şêxê xwe delila şer’î xwest ku delîl neanî jê qebûl nekir. Di pey ku pirî meqamata bihurand ji bo cihadê ket nav ordîgaha Newwab Emir Xan. Bi sala di nav leşkerê wî da cîhad kir di pey sulha ku emir bi Ingilîza re kir jê qetiya û vegeriya bajarê xwe Raybelî bi hezara murîd li dorê civiyan.

Di pey ziyareta Beytullahê û îfa kirina Heccê ku li pirî Hindistanê nav dabû û ji gelek sala vir ve ev ferziyet ji nav millet rabubu. Ji bo cîhada li hember Ingilîz û “Sîh”a berê xwe da hîcretê Serhad, Pencap û Afğanîstanê kir. Em li vê derê dixwazin gotineka wî zikirkin.

“Ferz buna Cihadê li ser muslumana û mayina wê ya heta qiyametê mîsala wî di ‘alema şerî’etê da weka barîna baranê û herika çema ye di ‘alema kaînatê de. Hinek însanê ji huner dûr û ji jêhatî bûnê bê par û di riya cîhadê da bune mani’ , ji xirabiya dil, ji heseda xwe û ji heskirina xweyî ji kafira bune mani’ ji mucahîda re û xwe avêtine helak buna ebedî. Ji ber ku cîhad weka baraneka ku bi bereketa xwe ji temamê însana re bûye sebebê jiyanê ye. Ew cîhad weka baranê ji temamî însana re dibe sebebê xer ûhizûrê. Gelek bi feyde ye. Çiqas bi hatina baranê lehî radibe û çem bilind dibin viya dibe sebebê mirina însana jî, digel vi qasî însan di feyda baranê da bi îttîfaq in. Di xêr û bereketa baranê de şek tune ye. Cîhad jî wek baranê bi vî hawayî di bereket û xêra wê de şek tûne ye.” (Kitaba Sirat ul Musteqîm)

Di pey vê hicretê Seyyîd ‘Ahmet şehîd dest bi cihadeka mezin kir gelek dera fetih kir û gelek herb û ceng li hember Îngilîz, Sîh û munafiqa kir. Heta di vê oğirê da canê xwe feda kir ket nav karwanê şehîda. Cîhada ku niha li Afğanîstanê ye û cîhada berî niha li hember Rûsa û serbilindiya milletê Afğan tev sumbilê dara cîhada ku wî daniye. Di pey şehadeta wî milletê Afğan û Pakistan mirasa wî hilgirtin. Çewa ku Ingilîzê diranketî ji welatê xwe avêtin û serê komonizma Rusya tewandin em hêvîdarin ewê serê emperyalizm û kapîtalizma ‘Amrîqa jî bitewînin.

Binêrin Ebul Hesen En Nedwî di derheqê mucadela wî çi dibê: “Heger me qiymeta cîhada Seyyîd ‘Ahmet Şehîd zanibûna di pey Xilafeta raşid ewê dunyayê ji nû ve li Hindistanê Xilafeta Îslamî bidîta.” Xweda Rehmeta xwe li şehîda ke û me ji xêr û bereket û şefa’eta wan mehrûm neke. Amîn…

Muhammed Sebatî

Derbar Rêvebir

Check Also

Sê Qewmandinên Ecêb Ji Jîyana Ronakbîrên Me

Elîyê Ebdilrehman û êlêktrîka havîngeha wî Nivîskarê kurd Elîyê Ebdilrehman, ku di şerê dijî faşîstan …

Leave a Reply