Şahiyeke Çandî û Civakî: Dawet

Kurd, ha li welêt ha li derveyî welêt bi pirranî gor çand û hûnera xwe, gor orf û edetên xwe najîn. Sedem vê yekê ye ku ne dikarin weke Kurd bimînin, ne jî dikarin bibin Tirk û Ereb û Faris û Alman û Îngilîz û Fransiz.

Bi her awayî tevlihev bûne.

Qasî sîyasetê, hevaltî û têkilîyên wan jî tevlihev e.

Kilam û stranên guhdarî dikin, tiştên ku pê dikenin û henekan dikin guherîne.

Şîn û şahî li hev qelibîne.

Ji wan şahîyan tevlihev yek jî dawet in.

Bi rastî çend sal in ez beşdarî dawetek nebûmö jiberku dawetên ku gor dilê min nemane an jî kêm in, yên tevlihev jî ez naçim.

Mixabin, carcaran mirov nexwaze jî, weke hin şîn û şahîyên civakî nikare ji dawetan jî dûr bisekine.

Demek berê, ji salan şûnda beşdarî daweta dostekî xwe bûm, û ji mejbûrîyetê sê-çar saetên min di şahîya dawetê da derbas bû. Di nav wan sê çar saetan da min ne kilamek got, ne jî reqisîm. Lê dîsa jî dengê min ket, qirika min xitimî. Ji ber ku li alîkî dengê muzîkê, muzîka bê qeyde û bê hûner, li alîyê din jî qêrîn û qîjîna zarokan û lîstika tevlihev. Bi kesên derdora xwe ra ancax diqêrîyam û diaxifîm, bi zor û zehmet guhdarîya wan dikir. Jibo vê yekê di dawîya dawetê da dengê min ket, guhê min kerr bûn.

Qasî ku agahdar dibim, dawetên di gundan da çêdibin, hinek hatibin guhartinê jî, ji qeyde û adetên berê, adetên ku ji kurdayetîyê tên, hê zêde tişt wunda nekirine. Lê yên li bajêrên Kurdistanê û li derveyî welat, xêncî qêrîn û qîjîna kilam û stranên kurdî, ne qeyde û adet ne jî ne tu tiştek din ma ye.

Dawetên Kurdên asayî, ku di pirranîya dawetên wan da jin û mêr ji hev dûr disekinin, heta li hinek deran tu car nayên ba hev jî. Jin di salonekî da, mêr jî di derekî din da ji hev dûr û ji hev cûda distirên û direqisin.

Li alî jinan, heger di nav hunermendên dawetê da mêr hebin, jin li pêşîya sahneyê perdê dikişînin navbera xwe û wan, ew li paş perdê li muzîkê dixin, jin jî li pêşîya perdê direqisin.

Dawetên Kurdên sereke jî, ji alî mûzîk û reqsê va dawetên enternasyonalist in. Jin û mêr tevlihev, mûzîk û reqs tevlihev in. Bi govendên girani dest pê dikin, bi çep û rast gurr dibin, bi dans û valsê va modern, bi lîstika Romanan va lîstikvan ji xwe terin.

Di navbera dawetên Kurdên asayî û sereke da ş irîgtayîya ku he ye, ew jî ev e ku, di dema gurahîya şahîya dawetê da, reqs û mûzik disekine, li ser dîkê bazara danûsatandinê, bazara xelatdayînê dest pê dike, . Di wê bazarê da ger ku rêza dawetvanan dirêj, dengê mîkrofonê jî bilind be, ev tê wê wateyê ku, dawet bi dilê her du alîyan e û bazar jî, bazareke bi xêr e…

Min dixwest dûr û dirêj binivîsînim, lê min di arşîva xwe da li ser vê mijarê nivîsek dît ku, min hê di sala 2005’an da lı ser vê mijarê dûr û dirêj nivisandîye û di Navkurd’ê da jî weşandîye.

Piştî 12 salan şûnda, ez dixwazim bi vê girîzgehê va careke din biweşînim û bi xwendevanê Navkurd’ê va parve bikim…

***

Di demên berê da, bi taybetî di gundan da kîjan dê û bav bibana xwedî zarokeke lawîn, di roja ewil de xewn û xeyala şahîya sunet û daweta wî dikirin. Ji bo hemû dê û bavan ya herî giring ew bû ku, lawên xwe di hembêza kî de bidin sunetkirinê û bi kê re bizewicînin. Daxwazên wan weke daxwazên dê û bavên îro ne xwendinek bilind, ne jî karekî baş bû…

Ji bo wê yekê pirranîya zarên lawîn hê çavê xwe li dinê venedikirin, qedera wan ji alî dê û bavê wan va dihat nivîsandin. Dê û bavê wan bêşîga wan, yan bi ya dotmamekî wan re yan jî bi ya qiza hevalêkî xwe re kert dikirin û di 14-15 salîya wan de jî, ew dizewicandin. Ji der dora xwe re jî digotin: „Hê çavê wan venebûye, me wan, bi serî û go kir.“

Dema ku zivistan dest pê dikir, kar û barê gundîyan jî xilas dibû, dê û bavê xortan li der dora xwe digerîyan. Heger li der dora wan keçikekî bi dilê wan heba, lawê xwe wê zivistanê bi wê keçikê ra dizevicandin û di payîza pêşîda jî daweta wî dikirin. Li derdora wan qîzek gor dilê wan tuneba, wê gavê jî li hêvîya zivistanekî din diman.

Ji bo vê yekê jî digotin, zivistan demsala qîzxwestinê, bihar demsala nîşanê, payîz jî demsala dawetan e. Zivistanê qîz dihatin xwestin, qelinên wan dihat birîn, biharê şîranîya wan çê dibû. Malbata zavê, heger heta dawîya havînê qelin berhev bikira û bida bavê bûkê, daxwazên malbata bûkê bianîya cîh, dê û bavê bûkê jî dest bi amadekirina dawetê dikirin.

Piştî amadebûna dawetê, herdu alî dihatin ba hev û di navbera xwe da roja dawetê kifş dikirin. Malbatên herdu alîyan, ji bo vexwendina dawetê ji hemû eqreba, nas û cînarên xwe ra mûm dişandin. Ji kuderê tê nizanim, ji dawetnameyê ra mum dıgotin. Mûm carcaran şekirek papîroz, carcaran jî paketek cixare, ji bo eqrebayên giregir jî pez û dewar bûn…
Şahîya dawetê jî gorî rewşa aboriya herdu alîya dihat amedekirin. Carcaran heftekî, carcaran jî mehekî pêşta li mala bûkê hevalên bûkê, li mala zavê jî hevalên zavê, êvaran dihatin ba hev û govendê digerandin. Heger mala bûk û zavê di gundekî da ba, roja hinê, lê ji dûr ve ba duh roj berê xandî û berbûyên zavê li mala zavê dihatin ba hev û li hespên xwe sîyar dibûn û diçûn mala bavê bûkê. Li wir, xwendi li malên eqrebayên bûkê, berbû jî li mala bavê bûkê dibûn mevan. Roja yekem bi çûyin û hatinê ve derbas dibû. Roja diduyan, sibetirê ve şahîya dawetê li mala ku serê bûkê dihat şûstin, dest pê dikir. Ber bi êvarê bûk ji wir derdixistin û dianîn mala bavê wî, dû re li wir şahî berdewam dikir û destê bûkê dihat hinekirin.

Destê zavê jî li mala birazava, ji alî hevalên wî va dihat hinekirin.
Piştî hinê li mala bûkê sinîyek ji bo xelatan dihat xemilandin. Serî de, dê û bavê bûk û zavê, piştre berbû, li pê berbûyan jî eqreba û nas û cînarên malbata bûkê xelatên xwe davêtin ser sinîyê. Xelatên eqrebeyan bi pirranî zêr û pere, xelatên dinê jî ji bo bûkê ji qûmaş û eşyayên malan pêk dihat. Dema ku dayîna xelatan diqedîya, disa govend saz dibû û heya nivê şevê didomîya.

Sibetirê berbû û hevalên bûkê, bûk dixemilandin, kincê wî yê herî baş lêdikrin. Ser kincên wî da xêlîya wî, xêli ji şarên sor, zer û kesk pêk dihat, davêtin sere bûkê û li hespekî xemilandî sîyar dikirin. Dema ku bûk ji hundir derdixistin, birayeke wî diket pişt derî û ji bavê zavê, an jî ji xandiyek xelata xwe digirt. Ji vê xelatê ra jî digotin xelata pişt derî…

Berî nîvroyê hemû xandî û eqrebayên bûkê li derê mala bavê bûkê dicivîyan û bi klam û stranan bûk ji mala bavê wî derdixistin, li hespa xemilandî sîyar dikirin û berê xwe didan ber bi mala zavê û bi rê diketin. Di nav xandîya da yê ku sîyarê hespê herî baş, qasid dianî û ji bo hatina dawetê zava û derdora wî agahdar dikir. Ji malbata zavê qîzekî sê şahr – sor, zer û kesk- li hev badida û li histûyê hespa qasid girê dida. Qasid jî xelata xwe digirt û şûn ve ber bû alaya dawetê vedigerîya.
Gava ku bûk nêzikî mala zavê dibû, hevalên zave jî zave derdixistin ser xanî, li hevîya bûkê disekinîn. Ji malbata zavê jinekî li ber derî sîtilek dadanî û kevçîyek dar dida ser sîtilê. Bûk dihat, ji hespê peya dibû, derdiket ser sîtilê û bi lingekî xwe kevcî dişkand. Wê demê, zave jî li ser sivderê sêva zavatîyê davêt li ser serê bûkê dixist, birazava jî sahaneka ku çerez tê de, di ser serê bûkê da dirijand. Bûk diket malê, zava û hevalên xwe jî bi rev diçûn mala birazave. Zarokên gund perçê sêvê û çerezên rijiyabûn berhev dikirin, xandî jî ji bêrikên xwe debançeyên xwe derdixistin, şarjorên xwe li hewa vala dikirin. Pişt re li dû zavê û hevalên wî diketin û wan ditirsandin.
Qîz û bûkê gund li ba bûkê, xort jî li ba zavê dicivîyan, govend saz dikirin û heya nivê şevê dileyîstîn. Hemû beşdervanên şahîyê dikişîyan malên xwe. Hevalên zavê jî zave dibirin dikirin gerdegê û vedigerîyan.
Dawet jî li wir diqedîya.
Roja mayînê sandiqa bûkê dihate vekirin. Xwesîya bûkê cêhêzê ku di sanduqa bûkê de yekoyek derdixist, bi berbûyan ra biryar digirt, ji her xandîkî ra ji cêhêzê bûkê tiştekî dişand. Xelatên xandîya, gorî eqrebatî û rûmetîya wan dihat guhartin. Ji para henekan ra cotek goreyê rîs, ji para hinekan ra ji bo kiras û derpê çend metre qumaşê sipî diket.
Xwedîye davetê û xandîyan tu carî hesabê xelatan nedikirin. Carcaran gilî û gazin ji hev bikiraban jî, demek kurt de ew dihatin ji bîr kirin.
Dawêtên kurdên ku di gundan da dijîyan, berê bi kurtayî wusa bûn, yê bajêr jî ne ji wan zêde cûdatir bûn..

Li welêt îro jî ji bingeha wan zêde tişt nehatîye guhartin. Tenê îro şûna dengbêjan teyîb û orkestra, ji bo çûyîn û hatinê jî, şûna hespan otomobîlan girtiye.
Lê ji bo pirranîya kurden li derveyî welat, ev şahîya çandî û civakî bûye weke şahîyekî bazirganî.

Ew çawa ye?
Heger bûk û zava herdu jî li dervayî welêt bin, carek, jî wan yek ji welêt be, dawetê dubare dikin. Dema dawetê ne gorî rewşa aborîya herdu alîyan, gorî rewşa dawetvanan tê kifş kirin. Ji bo wê yekê jî dawetên li dervayî welat di mehên biharê, an jî di mehên payîzê da çê dibin. Mesela tu kes di meha 7 û 8’an de dawetê nake, ji ber ku di wan mehan da herkes diçe tatîlê, an jî diçe welat..
Roja dawetê, ji mehan berê tê kifş kirin. Malbata zavê dawetnameyên (mûmê) xwe belav dike û gorî lîsteya dawetvana hesabê kesên ku tên û çi xelatan tînin beri dawetê yekoyek derdixe.
Dawet di salonek de roja inê, an jî roja şemîyê, saet di 16.00 de dest pê dike û di 24.00’ê şevê de jî diqede.
Muzîka dawetê jî gorî rewşa xwedîyên dawetê Kurdî û Tirki tevlihev, an jî tenê Kurdî ye. Lê ziman çi dibe bila bibe, bê istîsna komên muzîkê berê bi kilamê gelêrî dest pê dikin. Bi hatina bûk û zavê re diguherînin meqamê walsê. Piştî dansa bûk û zavê hêdî hêdî bi Tirkî an jî bi Kurdî hinek kilamên tuj tên gotin û dawî bi hinek marşên siyasî ve tê girêdan. Lê kesên ku di govendê da direqisin, tiştekî ji muzîkê fêm nakin, gorî rîtmê muzîkê xwe çep û rast dihejînin. Piştî xelatdayînê, meqam û zimanê muzîkê jî tê guhartin. Heta dawîya şahîyê muzîka mirtiban (roman) dest pê dike. Hemû kes li ser dîkê cîyê xwe digrin û vê carê li derdora xwe diçin û tên. Ber bi nivê şevê herkes berê xwe dide mala xwe, lê karê dê û bavê zavê heya sibê didome. Ew, wek bûk û zavê nakevin gerdegê, le belê karê wan daha xeter e!
Dema ku dayîna xelatan dest pê dike, mirovekî navê xwedîyê xelatan û çi anîne li ser defterekî dinîvîse, heger xelat bazin be, mirovekî din jî li ser du etîketên piçûk reqemek dinivîse, yekî li ser bazina zêr dixe, ya din jî li ser lîsta xelata, li ber navê ku kê anîye, dizeliqîne.
Dê û bavê zavê piştî xelatdayînê torbê xelatan, listeya xelatan û kasêtên kamerayê digrin, berê xwe didin mala xwe. Torbê xelatan li ser masa nanxwarinê vala dikin û xelatan didin ser alîyekî masê, terazîya zêr û makîna ku perê sexte pê tên kifşkirin jî tînin, datinin ser alîyekî masê! Lîsta xelatan jî didin ber xwe. Berê bazinan (zêran) yekoyek diwezinînin, yên ku bazinên avzêrkirî, an jî yên sivik anîne, gorî reqema ku li ser bazin xistine, tespît dikin û li ser kaxizeki vala dinivîsînin. Dû re perê xwe yek û yek kontrol dikin. Heger di nav da pereyên sexte derkevin, wan ji gorî têkilîyên xwe û davetvanan, kî anîbe texmîn dikin û li alîkî din dinivîsînin. Dawîyê de kaseta xwe dixin wideoyê û ji serê dawetê heya dawîya dawetê temaşe dikin. Bi vî awayî, yên ku bê xelat hatibin, wan jî bi temaşekirina kasetê tespît dikin.

Serê sibê, dest davêjin telefonê û ji eqrebe û nas û cînarên xwe re telefonê li ser telefonê vedikin. Di derheqê dawetvanên ku ne bi dilê wan xelat anîne, çi ji devê wan were tînin ziman.

Roja bazarê, bi bê xew û bê xwarin derbas dikin û daweta xwe diqedînin. Bûk û zava dibin xwedî zar û zêç, şahîya daweta wan tê ji bîr kirin, lê  lîsta xelatan, heya roja mirinê ji alî dê û bavê bûk û zavê va tê parastin…

01.07.2005

İkram Oğuz-Navkurd
ikramoguz@navkurd.net

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply