Qedrî Can û Mîrîtiya wî ji Helbesta Kurdî a Nûjen re

Îro, (09.08.2017), 45 sal di ser koçkirina helbestvan Qedrî Can re derbas dibe, bi min xweş e ku ez helbestvaniya wî ji hunandina helebesta kurdî a nûjen re diyar bikim. Di sala 1936an de Qedrî Can helbesta xwe (Reya Taze) nivîsiye. Ev helbest (Reya Taze), helbesta pêşiye di dîroka helbesta kurdî a nûjen de. Ev helbest û sala ku têde hatiye nivîsandin 1936 bûye qonaxek di toreya Kurdî de, bûye pirek di navbera helbesta kurdî a kilasîk û nûjen de, anku di navbera kevin û nû de.. Di pey wî re bi dor 10 salan helbestvana ereb Nazik Elmelaîke û Bedir Şakir Elseyab û hin din ji helbestvanên ereban dest bi hunandina helbesta nûjen kirine… Di baweriya min de, hêjaye em navê mîrê helbesta kurdî a nûjen di nav kurmancîaxêvan de lê bikin.. Fermo çend perçeyan jê bixwînin:
Ew perdeya reş tarî,
Ko ji şevên reş diyarî,
Min…
Ji rûyê xwe kişand..
Li ber çavê xwe çirand..
Û avêt..
Avêt paş sed çiyayî..
Nava hezar deryay..
Min, gemara guhê xwe bi zemzemeke nûh şûş;
Û mîqrobên canê xwe bi dermanekî nûh kuşt..
* * *
Ew zingara di mejî,
Ko mejyê min dimijî
Min.. ..
Bi kêrikê xeritand
Û bi agir şewitand
Û paqijkir…
Paqij kir jê serê xwe
Min avêt ji derê xwe..
* * *
Êdî… …
Bi dîtina xwe,
Û bi bihîstina xwe..
Bi vîna xwe û bi mejî
Bi rêve-çûna xwe jî
Ez bûm însanekî nû, piresteşê olek nû,
Û di bajarê dil de min ava kir holek nû..
Qedrî Can

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply