Pirtûka Bişirîna Şermînî Nû de DERKET

Bişirîna Şermînî, cara yekem di sala 2003’yan de ji Weşanxaneya Aramê derçû. Piştî 13 salan, di nav weşanên Weşanxaneya Lîsê de, keysa çapa duyem dît û gihîşt ber destê xwedevanên Kurdî

Bişirîna Şermînî, pirtûka duyem a çîrokan a Dilawer Zeraq e.

Dilawer Zeraq, di vê pirtûkê de, bala xwe biriye ser êş û pirsgirêk û awayê jiyana jinên Kurd ku di seqa û kawdaneke şerî û têkoşînê de dijîn. Û bi vê re jî, bi awirekî hûrger û bi çavekî dîtir li ser sedem û hebûna van êş û pirsgirêkan sekiniye.

Dilawer Zeraq, çîrokên di vê pirtûkê de, bi zimanekî sade û rewan honaye. Û çîrokên di vê pirtûkê de, ji çîrokên di nav hev de û bi awayekî hevdemî hatine honandin û vegotin, pêk tê.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Hejmara Havînê ya Bizotê bi Dosyaya Rênas Jiyan Derket

Kovara çand, huner û wêjeyê Bizot, di hejmara xwe ya nû ya 3yan de (Havîn …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *