Fûara Pirtûkan a Tetwanê ku di çarçoveya 58’emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê de li dar dikeve îro dest pê kir. Fûar heta 9’ê mehê li perava behrê li benda xwendevanan e.
Di fûara îsal de weşanên (bi rêza alfabetîk) Ar, Aram, Ava, Aryen, Belkî, Dara, Do, Erda, J&J, Lîs, Lîberta, Lûvî, Morî, Nûbihar, Payîz, Sîtav û Zargê stand vekirine.
Fûar her roj di navbera saetên 10.00 – 20.00’an de li Kêleka Îşletme Otelî – Li Perava behrê vekiriye.
Çalakiyên Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê jî didomin. Her êvarê konser hene.
Diyarname
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…