Bav û kalanên me axîn, êş, evîn, hêvî, hest û xeyelên xwe yê veşartî bi zindî ji zarokên xwe re gotine û hatine gihîştîne me, û bûne çîrokên jiyanê.
Çîrok çand e, çîrok dîrok e, çîrok kevneşopiya gel e… çîrokên me malê neteweyê me ye.
Ku zarok çîrokên bapîrên xwe guhdar bike an bixwîne wê xwe di nav çanda xwe de xwe bibine, wê bi hestên dapîr û bapîrên xwe bijîn, wê di navbera wan de tu qutbûn çê nebe, herwiha zarokên me wê li ser koka xwe şîn bibin û xwe nas bikin.
Paşa Amedî, çûye gund û çîrokên gundê xwe berhev kiriye, pirtûka xwe bi navê “Çûka Keko Peko/Pepûk” pêşkêşî xwendevanan kiriye kû ji 11 çîrokan pêk tê.
Kunyeya Pirtûkê
- Nav: Çûka Keko Peko
- Nivîskar: Paşa Amedî
- Rûpel: 54
- Weşanxane: Nûbihar