Pêşketina Weşan û Saziyên Folklorê

Wekî ku me li jor jî dest nîşan kir, ji bo ku folklor wekî şaxeke zanistê bê pejirandin, bi taybetî di sedsala XIXan de gelek kesan hewl dane û bal kişandine ser girîngiya vê meseleyê. Di vî warî de bêtir zanyarên elmanî, îngilîzî, fransî û swêdî derketine pêş. Hinek xebatên ku di vê çarçoveyê de hatine kirin ev in:

Li Fransayê: Di sala 1877an de Henrî Gaidoz kovarek bi navê Mélusine derxist û dest bi weşana berhemên folklorê kir. Di navbera salên 1886 û 1918an de kesên wek Pîerre Sébillot û Arnold van Gennep kovarên der bareyê lêkolînên folklorê de weşandin. Di navbera salên 1920 û 1929an de kovara bi navê Etnografya û Adetên Gelêrî wekî 10 cildan hatiye weşandin. Her wiha kovareke din bi navê Kovara Folklora Fransî di sala 1930yan de dest bi weşanê kiriye.

Li Îngilîstanê: Ji sala 1878an û pê ve li Londonê kovarek bi navê Folklore Record (Salnameya Folklorê) derket. Di sala 1890an de “Society of Folklore” (Komeleya Folklorê) hat damezirandin.

Li Almanyayê: Di sala 1890an de “Verein für Volkskunde” (Komeleya Folklorê) hat damezirandin. Bi navê Kovara Komeleya Folklorê weşaneke wan jî hebû. Di sala 1904an de hemû komele bi navê “Yekîtiya Komeleyên Folklorê ya almanî” bi rêxistin bûn. Di sala 1937an de gelek komele, muze û enstîtuyên bilind jî tevî vê yekîtiyê bûn. Piştre li zanîngehên almanî folklor wek ders hate xwendin.

Li Rûsyayê: Di sala 1917an de “Komîsyona Lêkolînên Gelên Rûsî” hat damezirandin ku lêkolînên folklorê jî tê de hebûn. Ev rêxistin di sala 1930î de bû “Enstîtuya Lêkolinê ya Neteweyên YKSS”. Piştre bi “Muzeya Antropolojî û Etnografyayê” hat girêdan û navê wê bû “Enstîtuya Antropolojî û Etnografyayê”. Di nav wê de yekeya “folklorê” jî hebû. Ji sala 1931an vir de, di bin banê “Akademiya Zanistan” de “Navenda Folklorê” xebatên xwe domandin.

Li Swêdê: Di sala 1872yan de li Stockholmê bi navê “Nordiska Arkiv” arşîveke folklorî hat amadekirin. Di destpêka sedsala XXan de li Ewropayê gelek keresteyên folklorî hatin civandin û kovarên folklorî hatin derxistin. Di zanîngehan de perwerdeyi ya folklorê dest pê kir. Bo nimûne di sala 1886an de di bin banê “Zanîngeha Oslo”yê de yekem kursiya folklorê hat damezirandin.

Xebatên ewropeyiyan ên li ser komkirin û tomarkirina berên folklorî bala welatên din jî kişandiye û bi taybetî di dawiya sedsala XXan de van welatan jî lez dane xebatên folklorî. Bi saya xebatên folklorî gelek kereste û hunerên zanistî derketin holê, ku hinek ji wan ev in:
a) Lîstikên gelêrî
b) Berhemên senfonîk
c) Muzîka gelêrî
d) Keresteyên şano, opera û sînemayê
e) Keresteyên edebiyata zarokan
f) Festîwal û pêşangehên neteweyî û navneteweyî

Li Tirkiyeyê: Li gorî M. Öcal Oğuz rewşenbîrên wek Ziya Paşa û Ahmet Vefik Paşa bi awayekî zanistî li ser folklorê sekinîne. Ziya Paşa paradîgmaya folklorê diyar kiriye, Ahmet Vefik Paşa jî di sala 1885an de yekem car peyva “folklorê” bi kar aniye. (1) Ziya Gökalp ji bo ku disîplîna folklorê bide naskirin çend gotar li ser vê mijarê nivîsîne. Wî wek têgîn peyva “xelqiyat”ê bi kar aniye (2). Piştî Gökalp, M. Fuad Köprülü (Köprülüzade) bi sernavê “Zanisteke Nû: Xelqiyat-Folklor” nivîsek di rojnameya Îqdamê de daye weşandin.  (3)Her wekî ku tê dîtin navên “xelqiyat” û “folklor”ê bi hev re hatiye bikaranîn. Rıza Tevfik (Bölükbaşı) di rojnameya Peyamê de bi sernavê “Folklor-Folk Lore” gotarek nivîsiye. (4) Beriya ku folklor li Tirkiyeyê di sedsala XXan de wekî şaxeke zanistî bê qebûlkirin, di hinek berheman de kereste û agahiyên folklorî cih girtine û bûne çavkanî ji bo lêkolînên folklorî. Serekeyên van berheman ev in:
a) Abîdeyên Orhûn û Yeniseyê : Sedsala VIII.
b) Kutadgu Bîlîga Yûsuf Has Hacib : Sedsala XI.
c) Dîwanu Luxatê tirkî ya Mehmûdê Qaşgarî : Sedsala XI.
d) Codex Cumanicus : Sedsala XIV.
e) Seyahetnameya İbn Batûta : Sedsala XIV.

f) Atabetu’l-Hakayık Edîb Ahmed Yuknekî : Sedsala XII.
g) Pirtûka Dede Korkût : Sedsala XV-XVI.
h) Cîhannûmaya Katib Çelebî : Sedsala XVII.
i) Seyahatnameya Ewliya Çelebî : Sedsala XVII.
j) Seyahetname û nameyên nivîskarên din : Sedsalên XVIII. û XIX.

Piştî bandora edebiyata rojava li ser helbestvan û edebiyatnasên dema “Tanzîmat”ê, di sedsala XIXan de hinek berhemên folklorî hatine civandin û tomarkirin. Di vê çarçoveyê de ev xebat hatine kirin:

a) Îbrahîm Şînasî (1826-1871) di sala 1862yan de bi navên Tenasux, Ker û Rovî, Çêçika Qereqûşê û Qijik hinek çîrokên gelêrî yên li ser ajelan berhev kirine û nivîsîne. Heman nivîskarî di sala 1860an de berhema xwe ya şanoyî ya bi navê Şair Evlenmesi (Zewaca Helbestvanî) nivîsandiye; di sala 1863yan de jî pirtûka xwe ya bi navê Durûb-i Emsal-i Osmaniye (Gotinên Pêşiyan ên Osmanî) weşandiye.

b) Ahmed Vefîk Paşa (1823-1891) di piyesên Moliêre ê de cih daye gelek motîfên folklorî; Ahmed Mithad Efendî (1844-1912) jî di xebatên xwe de li ser jiyana Stenbolê ya kevin sekiniye.

c) Mehmed Kamil Beg di sala 1844an de bi navê Melceu’t-Tabbaxîn (Pirtûka Serlêdanê ya Aşpêjan) yekemîn pirtûka xwarinê weşandiye.

d) Ebû Ziya Tewfîq Beg (1849-1913) li ser meddahiyê wekî yekemîn car du gotarên zanistî nivîsîne. Beriya 1913yan lêkolînerên biyanî jî berên folklora tirkî civandine û weşandine. Bo nimûne zanyarê macarî Ignaz Kunoş (1860 1945) çîrok, stran û lîstik berhev kirine û bi navê Osmanlı Türkçesi Halk Edebiyatı (Edebiyata Gelêrî ya Tirkiya Osmanî) pirtûkek weşandiye. Di sala 1871ê de Ethe û di sala 1909an de P. Horn xebatên xwe yên bi heman sernavan Menqibeyên Seyit Battal Gazî weşandine. Di sala 1911ê de Valenski bi sernavê Nasreddin Xoce xebatek kiriye.

Her wekî li jorê me got, li Tirkiyeyê yekem car Ahmed Vefîk Paşa, Ziya Gökalp, M. Fuad Köprülü û Riza Tevfik Bölükbaşı bi awayekî nivîskî cih dane navên “xelqiyat” û “folklor”ê. Kesên wek Selim Sırrı Tarcan û Yusuf Akçura jî li ser girîngiya xebatên folklorê sekinîne. Wekî yekem çalakiya fermî di sala 1920an de bi navê “Hars Dairesi” (Daîreya Çandê) saziyek hatiye avakirin û bi Wezareta Perwerdeyiyê ve hatiye girêdan. Di sala 1922yan de heman wezaretê ji folklornasan xwestiye ku xebatên folklorî bikin. Di çarçoveya xebatên folklorî de saziyên mîna “Halk Evleri” (Malên Gelî), “Enstîtuya Turkiyatê”, “Enstîtuya Lêkolînên Çanda tirkî”, “Koma Folklorê ya Zanîngeha Boğazîçiyê” hatine avakirin.

Bêguman li Tirkiyeyê di warê folklorê de kesayetê herî girîng Pertev Naili Boratav (1907-1998) e. Wî di vî warî de bi dehan berhem nivîsandine. Boratav, di sala 1939an de li Zanîngeha Ankarayê “Kursiya Edebiyata Gelêrî” damezirandiye û serokatiya wê kiriye. Digel xwendekarên xwe çûye gelek deverên Enedolê û gelek keresteyên folklorî berhev kirine. Wi di xebatên qadî û berhevkirinê de rêbazên termînolojiya navneteweyî bi kar anîne. Piştî ku ji ber sedemên siyasî Kursiya Edebiyata Gelêrî tê girtin, ew jî diçe Fransayê û heta dawiya jiyana xwe li Parîsê dimîne. Her wiha akademisyenên wekî Mehmet Kaplan, Şükrü Elçin jî li ser edebiyata
gelêrî lêkolîn kirine.

Piştî gelek xebat û lêkolînan, ji sala 1980yan û pê de Dursun Yıldırım li ser van xebatan raporek amade kiriye û bi sernavê “Agahiyên Giştî Der bareyê Folklorê de û Ramanên Giştî Der Bareyê Damezirandina Beşên Folklorê di Zanîngehan de” pêşkêşî berpirsiyarên perwerdeyiya bilind kiriye. Piştî pêşniyazî û nîqaşan Saziya Perwerdeyiya Bilind di fakulteyan de biryara damezirandina beşên folklorê daye. Niha di gelek zanîngehên Tirkiyeyê de bi dehan beş û binbeşên folklor û edebiyata gelêrî hene.

1. M.Ocal Oğuz û yên din, Türk Halk Edebiyatı El Kitabı, Weşanên Grafiker, Ankara, 2012, r. 22.
2. Halka Doğru, j. 14, 1913.
3. Rojnameya İqdam, j. 6091, 1914.
4. Rojnameya Peyam, j. 20, 1914.

Çavkanî: Pirtûka ”Ji Destpêkê Heta Niha Folklora Kurdî” Rûpel 26-27

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Hinek leyîstokên Kurdan ên kevnar

Kerkê Kerajo Kerkê kerajoyê di navbera du tîman de tê leyîstîn. Divê her timek ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *