Nûbihar Gihaşte 137 Jimarî…

Jimara Nûbiharê 137an bi gelek nivîsên têr û tije derket.

Wekî her car curbecur nivîsên lêkolînî, hîkaye, ceribandin, folklor, nasandin û biyografî di vê jimarê de hene.

Sedat Ulugana, Hanefi Taşkın û Mustafa Dehqan her yekî di nivîsên xwe de ji edebiyata Kurdî ya wendabûyî çar belgeyên nû keşf kirine.

Nivîsên Haşim Özdaş, Murad Celalî, Ayhan Meretowar, Cîhan Roj, Zîwer Îlhan, Abdulmecit Bardur û Mela Mihyedîn jî nivîsên lêkolînî ne û her yek agahiyên baş didin xwendevanan…

Hevpeyvîna vê jimarê Yunus Dilkoçer bi Rohat Alakom re kiriye.

Dilazad A.R.T li ser sinemaya Kurdî nivîsek bi giştî nivîsiye.

Gelek helbestên curbecur jî di vê jimarê de hene… Bi şê’rên Rojen Barnas, Berken Bereh, Nûdem Hezex, Pablo Neruda, Abdurrahman Benek, Mewlana Celaleddînê Romî, Heinrich Böll, Erich Fried, Hafizê Şîrazî û Xerîbê Sêrtî ev jimar xemiliye.

Naveroka vê jimarê weha ye:

  • -Ji Editor/Süleyman Çevik
  • -Di Kurdolojiyê de keşfeke nû: Xewsî û Dîwana wî -Sedsala Xvııı-/Sedat Ulugana
  • -Welhasil/Rojen Barnas
  • -Xebatên Rojhilatnasan ên li ser Qur’ana Pîroz/Haşim Özdaş
  • -Ji Berken Bereh du ş’ir
  • -Nusxeyeke nû ya “Xelqo Werin” ya Sadiqê şairê sedsala 18an/E. Bedrî Sertem
  • -çar û sê/Nûdem Hezex
  • -Mihemed Kurd Elî (1876-1953)/Murad Celalî
  • -Li ser Nutûqa Bedîuzzeman Kurdî/Ayhan Meretowar
  • -Hêvîdar be!…/Abdullah Can
  • -Du Helbestên Kurdî yên Mistefa Xan Beg/Mustafa Dehqan
  • -Serhildana Hereketa Azadî/Cîhan Roj
  • -Delalîkê/Pablo Neruda
  • -Jehr ji marê kor, tenduristî ji Xwedayê dilovîn/Hasan Akboğa
  • -Piştî koça Yaşar Kemal Hevpeyvîn ligel Rohat Alakom/Yunus Dilkoçer
  • -Bêjingbirê/Heciyê Cindî
  • -Micahidê fetihandina dil: Şêxê Senan -Dahûrîn û Rexne-/Zîwer Îlhan
  • -Zimanê kolanên Rihayê/Abdurrahman Benek
  • -Mela Haşimê Miksî û dîtina Terîq-un Necata wî/Hanefi Taşkın
  • -Bijî ‘Eşq/Mewlana Celaleddînê Romî
  • -Bîranînên Kralekî Ciwan/Heinrich Böll
  • -Rêya dibistanê ya berê/Erich Fried
  • -Berawirdiya Destana Zembîlfiroş û Çîroka Yûsif û Zuleyxa/Abdulmecit Bardur
  • -Şîretekê l’ te kim/Hafizê Şîrazî
  • -Evîn û Evîndariya Melayê Cizîrî/Mela Mihyedîn
  • -Electric Avenue/Ahmet Sait Akçay
  • -Nêrîneke giştî li ser Sînemaya Kurdî/Dilazad A.R.T
  • -Dê û Dêmarî Romana wîjdana keça Kurd/Mamoste Abdulqadîr Gok
  • -Diçim…/Xerîbê Sêrtî
  • -Bihesibîne/Ali Bayram

Nivîsa Edîtorîya Kovarê

Hetanî salek û nîv berê jî li Tirkiyê Pêvajoya Çareseriyê hebû. Lêbelê wekî ku em dizanin, ji tîrmeha 2015an pê ve dawî li vê pêvajoyê hatiye û li Kurdistanê careke din şer dest pê kiriye. Heta salek û nîv berê tu kesî îhtîmal nedida ku careke din wê jiyan bi vî rengî li me heram bibe û ev kambaxî bêne serê me. Hêviyeke mezin bi her kesî re çêbûbû; wê hizûr û aramî bihata warên me, pirsgirêkên heyî çareser bibana, ev şîdeta ku bi salan e em dorpêç kiriye ji ser me rabaya…

Lê rewş qet wiha nebû. Şîdeta vê carê ji yên berê zêdetir bi ser me de hat. Di ser de jî vê carê şer di nava bajaran de, li kolanên bajarên me yên qedîm bi mehan dewam kir. Di encamê de bi hezaran însan mirin, ew bajarên me yên qedîm hilweşiyan, li gelek cihan tiştek li piya nema, xanî û avahiyên me bi temamî bi erdê re bûne yek.

Tarîx û însaniyet helbet wê musebibên van felaketan qeyd bike.

Heta niha hukûmetên berê tenê bi çavê ewlehiyê li meseleya Kurdan mêze kiribû.

Ferqa hukûmeta AKPê ev bû ku; ji bilî ewlehiyê behsa gelek aliyên din yên vê meseleyê jî dikir. Gelek caran hêvî dida milletê me û digot, em xetayên yên berî xwe nakin. Bi rastî jî di wê demê de pêvajoya çareseriyê da destpêkirin, heyet amade kirin û li Tirkiyê gelek tişt jî cara yekem di dewra wê de çêbûn…

Lê paşê hin tişt qewimîn û pêvajo serûbin bû…

Ew atmosfera berê çû, em bi rewşeke din re rûbirû hatin. Rayedarên ku behsa maf û hiqûqê Kurdan dikirin bi carkî ve wekî ku xwedêgiravî li Tirkiyê her meseleya Kurdan çareser bûye, maf û hiqûqê Kurdan înkar kirin, gotin meseleyeke wiha li Tirkiyê nemaye…

Bi ser de, van demên dawîn gelek Tv, rojname, kovar û komele girtin û dengê muxalefetê birrîn. Niha jî mebûs û şaredarên ku bi rayên xelkê hatine hilbijartin yeko yeko diavêjin hebsê…

Hukûmeta ku îro tenê bi çavê ewlehiyê li meseleya Kurdan binêre, tu ferqa wê ji yên berê namîne.

Ev tiştên îro diqewimin îqtidarên beriya wan jî zaten têra xwe kiribûn. Di şerên wan salan de jî bi hezaran însan hatibûn kuştin. Di salên nodî de mebûsên Kurd girtibûn, ew mebûs bi salan di hundir de mabûn; lêbelê ew kesana careke din ji aliyê milet ve hatin bijartin û vegeriyan meclisê.

Dewlet, divê li gor qanûn û hiqûqê hereket bike û divê rêzê li nijad û baweriyên cuda bigire û heqên wan nas bike.

Di civakên heqnas û demokrat de tu carî civak yekdeng û yekreng nabe.

Eger ev kirinana bibana çare, niha meseleya Kurdan zûde çareser bûbû…

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply