Em çawa bêjin, rojekî rovî û kûsî dibin hevalê hev. Bi hev re rêwîtî dikin û diçin. Rovî rojekî pir birçî dibe. Dibê: “Ez çawa bikim û wî kûsiyê bixwim.” Hev dibin tînin. Rovî dibe:
-Birayê kûsî, emrê me kîjanê ku mezin be em ê wî bixwin.
Kûsî dibe:
-Temam birayê rovî, tu çawa dibêjî em fenanê te bikin.
Kûsî, ji rovî re dibêje:
-Emrê te çiqas e?
Rovî dibe:
-Sala hezar û heşsed û nod û sisê yê de ez hinga xort bûm, di şer de bûm. Dewsa şûr li min ket û ez birîndar bûm. Dewsa şûr ji li pişta min de hê jî birîne.
Li wê derê kûsî dest pê dike û digîrî. Digîrî, digîrî, xwe radike dixe erdê. Rovî dike nake kûsî aş nabe. Paşê bi zorî aş dike û dibêje:
-Birayê kûsî, tu çima digîrî? Te dilê min şewitand.
Kûsî dibêje:
-Te wê herbê xist bîra min, wê herbê de heft heb layê min hatin kûştinê.
Rovî li jor de pa stûyê kûsî mêze dike ku stûyê wî qirçîmî ye. Dibê:
“Min zanîbû wan qirçimê hanê yê îro nînin. Gelekî dûrin..”
Menekşe Karabalik-Çandname
www.candname.com