Kurdîhezno! di mala xwe de cilên kurdî li xwe kin – Ramazan Badem

Neteweyên ku zimanên wan ber bi tunebûnê ve biçin, wê çanda wan jî wek ax û erdên bej (qeraç) be. Axa bej an qeraç, birçî dibe. Erdên ku birçî bibin jî wek mirovan in, wê devê xwe dirêjî pêsîrên biyaniyan bikin. Neteweyên ku zimanên wan bi pêsirên biyanî bê xwedîkirin jî wekî ku stanbêjek dibêje: “wê di nava welatê xwe de ji welatê xwe dûr bimînin.”

Îro, dema em di bin sîwana van gotinan de bi awayekî gelemperî li rewşa civaka kurd binêrin, bala xwe bidin ziman û çanda kurdan, wê ev bilêvkirin hemû bên pesendkirin an tesdîqkirin. Lewra di nav kurdan de bi kurdî axaftin an axaftina bikurdî pirr kêm e mixabin, em dikarin bibêjin hêdî hêdî ber bi tunebûnê ve jî diçe. Çerxên pergala bişaftinê berê bi eşkere dizivirîn, vê gavê bi lez û beztir û bi veşartî xebatên xwe didomînin bi riya gelek navgînan.. Hin kes dikarin li dijî vê yekê derkevin, dikarin bibêjin tu pirr mezin dikî, tu pirr kesekî reşbîn î filan û bêvan. Xwezî ne wisa bûya, xwezî me niha qala pêşvebirin û piraxaftina bi zimanê kurdî bikira, lê sed carî mixabin..

Divê hişmendiyeke zimanhez, netewheziyê, hişmendiyeke bêberjewendî di nav gelê me de hebe û berbelav bibe. Hişmendiyeke netewheziyê, zimanhezkirinê tê fêmkirin, gelo hişmendiyeke bêberjewendî çî ye, çawa ye?.. Ew jî ev e ku îro gelek kes ji me, bi tenê bi çavekî paragmatîst li tiştan, li xwendinê hwd dinêrin. (Çima em xwedî nêrîneke wiha ne, çima em ketin an xistin vê rewşê jî mijareke din e).. Em beşa ku herî xweş be an a ku em jê zêdetir hez bikin naxwînin, kîjan ji aliyê aborî ve pêşeroja wê baş be, kîjan derfetên wê yên karkirinê hebin em wê dixwînin. (ev jî rastiyeke din e û carinan jî mecbûrî ye). Îro li ser axaftina kurdî an fêrbûna kurdî jî heman rewş he ye. Dema tu dibêjî çima zarokên we bi kurdî nizanin, hûn çima kurdî fêrî wan an hînê wan nakin?! Dibêjin ma ku bi kurdî bizanibin wê çi bikin, ka kurdî wê zikên wan têr bike? Mezin û piçûkên me, xwende û nexwendeyên me, welatperwer û newelatperwerên me tev de li ser vê hişmendiyê ne.. Mixabin, tu bala xwe didî dayikên me, bi du sê peyvên tirkî hewl didin ku bi newiyên xwe re bi tirkî biaxivin, tu yê bibêjî qey Xwedê Te’ala gotiye bi wan re ferz e ku hûn bi vî zimanî biaxivin-xwedê kirî du sê peyvên tenê dizanin- Ji aliyê din di warê kurd û kurdperweriyê de kesên ku tu dibêjî ev û ne tu kesekî din, tu dibînî ku zarokên wan peyveke bikurdî nizanin. Yên hişyar û ne hişyar hemû di çemekî de diherikin..

Teqez di nav sedemên kêmbûna rêjeya axaftina kurdî de rol û pergala dewletê ya neyînî pirr û pirr e. Her kes vê yekê bi eşkerane dizane, ne hewce ye ku ez bibêjim jî. Lê hin hewldanên ku mirov wek kesayet dikare bîne cih hene. Dema tu hatî mal û tu bi zarokên xwe re bi zimanê xwe biaxivî, ma wê kî bibêje çi?!..

Ez dixwazim serpêhatiya ku rehmetî mam Herekol Azîzan(C. Bedirxan) di nivîsa xwe ya 1942an a di 40. Kovara Hawarê de bilêv dike bi kurtasî bi bîra we xim. Dibe ku piçekî tesîrê li me bike, em jî şerm û fedî bikin û li zimanê xwe vegerin.

Di salên 1877an de di dema şerê Osmanî û Ûrisan (Rûs) de gelek neteweyên Belqanê yên wek Sirp, Bulxar serxwebûna xwe bi dest dixin. Êdî jiyaneke bi zimanê xwe pêk tînin, çand û hunerên xwe diparêzin, nirx û kevneşopiyên xwe ji nû ve vedijînin. Ev yek bala hin kesên ku zimanê wan jî ber bi tunebûnê ve diçe dikişîne. Ji wan kesan yek jî Elyêzer bîn Yehûda  bû ku li Ûris dijiya. Zimanê Elyêzer Îbranî bû û ew ziman êdî li ber mirinê bû. Elyêzar dixwaze ku vî zimanî xwe hîn bibe û ji nû ve vejîne. Li ser vê biryara xwe dide û di sala 1878an de diçe Parîsê. Li wir zimanê xwe bi rêk û pêk hîn dibe, fikrên xwe yên neteweyî belav dike û bi keça mamosteyê xwe re dizewice. Lê divê ji bo tovreşandinê erdek an zewiyek hebe da ku wî li wir bireşîne. Bi vê mebestê ji bo belavkirin û hînkirina zimanê xwe diçe Filistînê digel xanima xwe. Elyêzer, di keştiyê de dema ber bi axa ve diçe hin peyvên Îbranî hînê hevjîna xwe dike. Wexta digihêjin cihê xwe jina wî dike nake pê nikare, Elyêzer biryar standiye divê ji xeynî zimanê Îbranî bi tu zimanî neyê axaftin. Li ser tevgera wî ya wiha welatiyên wî bi xwe, li dijî wî derdiketin û digotin ev î dîn e. Her wiha Elyêzer bi serê xwe hewl dide bi salan xebat û lêkolînan dike, ferheng û rojnameyan derdixe. Ji ber ku di mala wî de ji xeynî zimanê Îbranî tu zimanên din nedihatin axaftin zarokên wan dema mezin dibin di nava gel de wekî kesên lal lê tên. Malbata wî her çiqas di nav tunebûnê de bijiya jî, ji wî re ne xem bû. Dema dihat malê ku didît zarokên wî bi Îbranî diaxivin, hemû dert û kulên xwe jibîr dikirin. Ew qas kêfa wî pê re dihat. Her wiha mesele dewam dike. Di sala 1922an de dema Elyêzer dimire êdî zimanê Îbranî li Filistînê digel zimanên Erebî û Îngilîzî dibe zimanekî fermî.

Rehmetî mam Bedirxan dema qala vê meselê dike mirov dibêje qey mam Bedirxan xweziya xwe bi dilê Elyêzer tîne. Em jî îro dibêjin xweziya me bi dilê malbata Bedirxaniyan. Lewre hîmê zimanê Kurdî danîn.

Erê, weke ku we jî bihîst Elyêzer bi serê xwe zimanê xwe yê ber mirinê ji nû ve vejand. Ziman wekî mirovan in; ji dayîk dibin, mezin dibin û dimirin. Ger em bi zimanê xwe neaxivin wê bimire û biçe. Wê wextê mixabin wekî ku David Crystal gotiye “Mirina zimanekî mirina neteweyekî ye.” wê pêk bê. Em bala xwe didin jin û mêrên hev ên kurd, him kurdîhez in him kurdperwer in lê mixabin zarokên wan peyvekê bi kurdî nizanin. Civak an neteweyên ku hîmên zimanê xwe baş daneynin û zimanê xwe nizanibin, wê bi dejenerebûnê re rû bi rû bimînin. Ev rastiyek e, civak an neteweyên ku dixwazin nasnameyên xwe yên neteweyî biparêzin, divê beriya her tiştî zimanê xwe biparêzinEv yek jî encax wê bi axaftin, nivîsandin, xwedîlêderketin û bi xwendina kurdî pêk were.

Seyda Mele Ehmedê Xanî nêzî 300, 400 salî beriya niha di Mem û Zîna xwe de wiha diqîre: “ Ey siltan û paşanino!!!.. divê hûn sîkeya yanê mora qebûlkirinê ya fermî li zimanê kurdî bidin. Heke hûn wisa nekin wê bazar û rewaca vî zimanî kesat be. Mixabin Seyda negihiştiye meqsed û miraza xwe û koçî dinyeya din kiriye.

Her wiha Şêx Ebduselam Barzanî ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û ji bo kurdan hin maf bên dayîn wesîqayeke bi navê “wesîqeya Dihokê” pêşniyazê Îtîhat û Terekiyan dike. Lê mixabin ev yek dibe sedema dardakirina wî. Ew jî wekî Seydayê Xanî meqsed û mirazên xwe li dû xwe dihêle û diçe. Her wiha Mele Seîdê Kurdî dixwaze zanîngeheke bi navê Medresetü’z-Zehrayê bê vekirin û di zankoyê de bi sê zimanan perwerde bê dayîn, lê mixabin ew jî bi mecnûntî an bi dînîtiyê tê tawanbarkirin û wî diavêjin girtîgehan..

Divê her yek ji me wek kesayetekî/ê hewl bide û qet nebe di mala xwe de bi kurdî biaxive. Wekî ku mam C. Bedirxan gotiye dema mirov tê malê, çawa ku cilên xwe diguherîne divê zimanê xwe jî biguherîne û bi zimanê maderê an bi yê zikmakî biaxive, zimanê kuçeyan li derve bihêle. Kesekî biyanî yê bi navê Churchill dibêje ez tenê dema kesek bi zimanê xwe yê dayikê an bi zimanê zikmakî nizanibe aligirê li lêdana(lêxistin) wî me. Bila ev û çend beyit ji helbesta nemir Cîgerxwîn ji me re bibin şîret.

  • Vejîne zimanê xwe ey xwendevan
  • Nebûye milet hîç kesek bê ziman
  • Zimanê me xoş û xeroş û ciwan
  • Eger baş bizanî tu nakîj ziyan
  • Tu kurmanciya xwe ji bîra nekî
  • Eger baş nizanî divê zêdekî.

Ramazan Badem

Derbar Mêvan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply