Baweriya Kurdan piştî ku bi yekxwedayî çêbûye, vîn û daxwaza ayinî jî bi wan re çêbûye.
Kurd çendî ku ji “ELAH”î re dibêjin XWEDA, lê di serê pêşî de bêje ne tenê ev bûye. Eger tenê nav XWEDA be û eger ji peyvika XWE û DAyînê afiribe, tê wateya berî ku xwe dabe, hêzeke wisan li holê nebûye.
Ya duyem jî ev e ku tiştek nikare xwe ji tunebûnê derxe holê û bike hebûn, lewra divê sîsikek hebe da jê biafire.
Nexwe divê ku navê wê hêzê weha be: XWE DAYE NASANDIN!
Yanî ji berê û mêj ve hebûye ku ew hêz hebûye, lê heta ku ew mefhûma bi navê “beşeriyet” neketiye nava mirovan, kesî bi wê hêzê nizanibûye. Piştî ku zanîna mirovan berfireh bûye û dîtina yekxwedayî hatiye derketiye holê û bawerî pê hatiye, Kurdan jî nav XWEDANASANDIN lê daniye. Ev nav çendî ku hinek giran e, piştre bûye XWEDANAS û hetanî sê hezar sal berî zayînê nav bûye XWEDA.
Ev navê ku Kurdan bi zimanê xwe lê daniye, ji hemû navên bi zimanên cuda ku li Xwedê kirine xweştir û munasibtir e.
Ew baweriya ayinî û dêlindêziya Kurdan, pêşî wek mitolojiya yekxwedayî li gelek welatên dinyayê belav bûye, ber bi Rojhilat ve piraniya welatên Asyayê xasma li welatê Hinduyan berfireh bûye. Bi Rojavayê ve jî, Balkan û piraniya welatên Ewrûpayê belav bûye hetanî giravên Birîtanî tev ketine navê. Lê BZ. di Sedsala Çaran de Rojavayiyan şerekî hovane yê olî li dijê bawermendên Kurd û wekî din kirine û piraniya wan ji holê rakirine.
Bi giştî li gor baweriya Kurdan piştre ya Ariyan bi Xwedayekî li ser bingeha rastî, hevbendî, parêzkarî, sazûmanî, xuyxweşî û jiyana piştî mirinê bûye.
Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser van rewşên kevnare, her şad bin…
Zeynelabidin Zinar
Stockholm 03/ 02/ 2017