Nasname û Ziman

Kurdî bi tu awayîyê naşibe zimanekî dine ango wekxweyî ye, di gellek mijarên rêzimanê de taybetmendî û rêzik û qeydeyên wî yên balkêş he ne, dewlemend û serbixwe ye. Li ser erdnîgarîya rojhilata navîn bi çand û bingehekî qedîm û dêrin e. Ji xwe bi vê dewlemendî û qedîmîya xwe zimanê me, bi sedan salan ji nivîs, çap û weşanê mehrûm û bêpar mabe jî, bandor ji çand û zimanê bîyanî negirtîye.

Kurdî bi dewlemendîya xwe ya hezar salan, çiqas di binê bandorên ziman û çandan de mabe û ji nivîs û perwerdehîyê dûr be jî, bi alîkarîya dewlemendî û bingehên zexm hetanê niha zindî û zelal maye! Ziman mayîndeyek herî girîng û zêrrîn e. Bav û kalên me bi zêdeyîya bêjeyan, têgeh û gotinên pêşîyan, çîrok û xewroşkan, metelok û kilaman… zimanekî rengîn ji me re mayînde hîştine. Divê em li vê mayîndeya zêrrîn xwedî derkevin û wî ji bîrvekirin û tunekirinê dûr bixînin. Ji xwe bi vê dewlemendî û qedîmîya xwe zimanê me, ji nivîs, çap û weşanê mehrûm û bêpar mabe jî, bandor ji çand û zimanê bîyanî negirtîye. Berpirsîyarîya me ya neteweperwerî ya herî girîng divê em di hemû qadên jîyanê de bi zimanê xwe qise bikin û bikar biînin. Eger herkes di hemû qadên jîyanê de zimanê xwe, Kurdî, bikarbîne, perpirsîyarîya xwe ya netewî tîne cî. Ji pêşeroj û zarokên xwe re zindîhiştina zimanê me li ser me hemû Kurdan ferz e ! Zimanê me, şewq û şemala adet û toreyên me, jêderka hîs û ramanên me û kanîya bîr û bîranînên me ye. Her wiha pireya paşeroj û pêşerojê ye û vê pireya hanê divê em zexm bihêlin.

Kurdî bi alîkarîya wêjeya devkî û bi xwezayîya xwe hetanê niha hatîye û ji vir şûnda jî divê em vî  alav û derfeta yekîtîyê berdewam û mayînde bikin. Ji bo me Kurdan zimanê me xerca yekîtîyê ya herî zexm û pîroz e. Ziman nasnameya netewan e ! Her wiha Kurd bi Kurdî  tên naskirin. Ji ber vê yekê pewiste ku em bi zarokên xwe û der û dorên xwe re bi Kurdî biaxivin. Ziman di binê sîwana hiş û ramanekî hevbeş de bi aqil û ruhekî yekîtî û neteweyîyê merivan tîne cem hev û li hev dihêwirîne. Ev aqil û ruhê yekîtîyê dibe neynika qerekter, çand û ramanên netewan. Meriv divê bîrve neke : Ji bona desthilatdaran rêya tunekirin û têkbirina netewan ya herî hêsan û xiniz, tunekirina zimanan e ! Ji ber vê yekê pêwiste ku em li zimanê xwe ango li stûna xwe ya yekîtî û neteweyîyê bi dil û can bialin û xwedî lê derkevin.

Îro wek berê nin e! Der û dorên me, ji berê zêdetir, bi hemû derfet û alavên ragihandinê hatîye dorpêçkirin. Berê em bi zorê dihatin asîmîlekirin, lê îro di binê bandora alav û derfetên ragihandinê de em bi xwe bi xwe, hêdî hêdî ji Kurdî û Kurdewarîyê dûr dikevin û asîmîle dibin! Divê em ji berê zêdetir  li zimanê xwe xwedî derkevin û di jîyana xwe ya rojane de bikarbînin û em zimanê xwe bêrûmet û bêqîmet nekin. Qisebikin, binivîsînin û bixwînin ku em wî ji bandora zimanên bîyanî dûr bixînin !

Zimanê me di nav qedexekirin û rewşên xirab de ango ji nivîs û perwerdeyê mehrûm mabe jî ez bi serbilindî dikarim bibêjim ji alîyê Ferhenga dijîtal Wikipediayê sala derbasbûyî ( 2019 ) hat ragihandin ku Kurdî di nav zimanên herî dewlemend de, di rêza nehemîn de cîyê xwe girtîye. Her wiha hatîye ragihandin ku tevahîya ferhenga Kurdî 721.599 bêje ne. Di nav hemû zimanên ku hetanê niha bi fermî, di nivîs, berhem û perwerdeyê de hatine bikaranîn, va rêjeya ku zimanê me tê de ye merivan dilşad dike. Kurdî bi tu awayîyê naşibe zimanekî dine ango wekxweyî ye, di gellek mijarên rêzimanê de taybetmendî û rêzik û qeydeyên wî yên balkêş he ne, dewlemend û serbixwe ye. Li ser erdnîgarîya rojhilata navîn xwedîyê çand û bingehekî qedîm û dêrin e.

Berpirsîyarîya rewşenbîrên Kurd ya herî girîng, qisedan û nivîsandina bi Kurdî ye ! Rewşenbîr, hunermend, nivîskar û rojnamevan di parastin û berdewamkirina zimanan de berpirsîyar in. Him di qisedanên xwe de him jî di berhemên xwe de divê zimanê xwe yê dayîkê bikarbiînin û bi vî rengî jî axaftin, xwendin û nivîsandinâ zimanê xwe teşwîq bikin. Gellek nivîskar, hunermend, hozan û hostayê Kurd yên bi nav û deng di berhemên xwe de zimanê Kurdî bikarneanîne. Hinekan jî bi rûreşîyek mezin ji zimanê me gellek berhem dizîne û kirine malên çand û hunerên bîyanî. Di wêje û çanda Tirkî, Erebî û Farisî de çiqas nivîskar, hunermend û dengbêjên Kurd he ne ? Van canik û camêran(!) bi sedan berhemên Kurdî ji wêje û çanda me dizîne û ji wêje û çandên bîyanî re xelat kirine ! Çend berhem jî bi zimanê xwe bigotana û binivîsandana zimanê wan kin, destê wan jî qop nedibû !

Perpirsîyarîya me hemû Kurdan ya herî giran û girîng herî dewlemedkirina zimanê me ye. Divê em zimanê xwe bikin yê çand û hunerê û hemû alav û derfetên neqilkirina zimanê xwe zêde bikin. Heta niha qelsî û xemsarîya me çê bibe jî ji vir şûnda pewiste ku em berbirsîyarîya xwe biînin cî. Pirsekî me kurdan he ye « Hoda moda gişt çû bi roda, em serî de bibêjin yek.» Pewiste ku em di pêşerojê de zimanê xwe, di her qadê de, ji îro zêdetir bikarbiînin.

 Bi qisekirina zimanê dayîkê hîs û ruhê xwemalîya gelerî û netewîyê li merivan zêde dibe. Her wiha bi zimanê dayîkê parvekirina şîn û şahîyan, xem û xeyalan û hîs û ramanan, bextewarî û aramîyê dide merivan. Ji ber vê yekê divê em ji çand û zimanê xwe nerevin û dûrnekevin. Yên ku Kurd bin û Kurdî bizanibin bi misogerî divê zimanê xwe biaxivin. Çawa me ziman ji mezinên xwe mayînde girtîye wisa jî emê ji piçûk û pêşerojên xwe re mayînde bihêlin.

Ziman bi xwezayî dewlemendîya xwe berdewamdikin. Çiqas em ji xwezayîya ziman dûr bikevin ewqas jî dibin sedemên lawazbûna zimanê xwe. Meriv divê birve neke : Xwezayî dewlemendîya zimanan e ! Bêje û têgehên çêkirî zimanan feqîr û lawaz dikin. Bi ruh û vaca zimanên biyanî bêjeyên nû çê nabin û bi vî awayî hebanoka zimanê me jî fireh nabe ! Ji bona dewlemendkirina hebanoka zimanê me divê meriv dever bi dever, gund bi gund û kolan bi kolan bigere di nav gelê xwe de bêjeyan berhev bike û hebanoka zimanê xwe dewlemend bike. Bêjeyên ku em di gotin û nivîsê de bikartînin ji xwezayîya Kurdî dûr bin, gotin û nivîs jî herikbar nabe ! Carna di nivîsan de bêjeyên « teşqele » tên bikaranîn û meriv nikare wateyê bide van bêjeyan. Nivîskar li ku bihîstîye, ji ku anîye û çawa çêkirîye bellî nin e. Bi vî şêweyê çi li hebanoka zimanê me hatibe zêdekirin ewqas jî hebanoka zimanê me hatîye tengkirin. Bi zimanekî hêsan û sade qisedanekî xweş çê dibe, herkes fehm dike û bi qisedana vî aciz nabe. Ziman herikbar û fehmbar nebe di jîyanê de jî kêm tê bikaranîn. Hinek merivên xwe « tiştek » dihesibînin zimanekî tevlihev di nivîsên xwe de bikar tînin û meriv nizane çi dibêjin ! Her wiha bi nivîs û qisedanê xwe zimanê me şêlû û qirêj dikin !

Ji ber ku balê bikişînim ser hinek şaşî û alozîyên ku di zimanê me de derdikevin holê, ez dixwazim çend minakên balkêş bidim. Di nivîsên me yên rojane de, bikaranîna tîpa « î » yê li ber tîpa « y » yê, tunebûna tîpên ku ji bona çar dengên zimanê me, yên ku hatine tunekirin, her wiha problematîka tîpên  « ç, k, p, t » yê, bikaranîna « de-da, re-ra û ve-va » … yê û bikaranîna hinek qertafên sazîyê de zelalî û hevkarî çê nebûye.

Îro di hemû nivîs û berheman de « î » ya ku li ber « y » yê, ji aqil, feraset û zanistîyê dûr, di kîjan bêje û rewşê de dibe bila bibe  bi « i » yê tê guherandin ! Bêjeya Kurmancî, di hevoka « Kurmancîya Xezalê zelal e. » em çima bikin « Kurmanciya Xezalê zelal e. » û bêjeyên mirî û zindî, di hevoka « Mirîyên gundê me ji zindîyan zêdetirin. » em çima bikin « Miriyên gundê me ji zindiyan zêdetirin ». Her wiha em çima kok û sazîya bêjeyan xirab bikin ?

Di mijara « Dengên Kurdî yên ku bê Nasname Mane » bikaranîna tîpên « ç, k, p, t » yê de em çawa bêjeyên ku di hevokên jêrîn de derbbas dibin ji hev der bixînin ! Dengên bi « v û w » yê û bi « e û ê » yê, bilêvkirina wan nêzikê hev bin jî, çima me ji hev cuda kirîye ? Lê belê dengên ku di bêjeyên jêrîn de hatine nimandin me çima bi tîpên cuda nîşan nekirîye ?

ço neçe ber dewar !                                   Ez ço dikim nakim ker naçe.

Kera bê guh nabihîze !                       Kera bêrîyê reş e.

Em bi hev re kal û pîr bûn.                Pîr hatîye mala me.                           

Tu çawa yî ?                                      Di mal de tu tiştek nemaye.

 

Gelo rastîya daçekên « de û da, re û ra, ve û va » kîjan e û em kîjan rewşê rast bihesibînin ?

 

Di mal de mane.                                 Di mal da mane.

Ji ki re dibêjim.                                  Ji ki ra dibêjim.

ve zeliqandin.                                Pê va zeliqandin.

Dîsa di bikaranînên hinek qertafên sazîyê de jî tevlihevî he ye.

 

Bêjeya « derew » dibe « derewîn ». Çima em bikin « derewker ».

Bêjeya « rojname » dibe « rojnamevan ». Çima em bikin « rojnameger »

 

Gelo em di nav gel de bikaranînên piranî û yên hindikahî qebûl bikin ? Yan jî yên bi bingehên pisporî û zanyarî qebûl bikin ? Di van mijarên ku tê de tevlihevbûn çê bûne, herkes li alîyekî mêl dibe û bikaranînên kesane derdikevin holê. Her wiha kes rêya zanyarî û pisporîyê de nameşe ! Zelalî bi aqil û pêşnîyarên pisporan çê dibe. Meriv divê bîrve neke : Axaftin û nivîsandina zimanan merivan nake pisporên zimanan ! Qisedana zimanan ( zimanzanî ) û pisporîya zimanan ( zimannasî ) ji hev cuda ye.

Endezyar, mamoste, sîyasetmedar, melle… bi qisedana zimanê xwe yê dayîkê, ango bi qisedana zimanê Kurdî nabin zimannasên zimanê me ! Zimannas kesên ku di qada ziman de perwerde bûye û di vê qadê de lêkolîn çêkirîye û her wiha pileyên akademîk girtîye re tê gotin. Ji ber vê yekê xênjî zimannasan bila tu kesekî li ser rêzik û qeydeyên zimanê me qiseneke ! Zimannasên Kurd û zimannasên zimanên Kurdî qasê bi tilîyan bên jimartin kêm in. Yên ku zimannas nin in fersenda qisedan û şîrovekirina hinek mijaran nadin wan. Her qadekî pisporîya wî he ye. Her kes di qada pisporîya xwe de qise bike baştir e. Merivên ku di qada pisporîya xwe de qisenekin û ji qada pisporîya xwe der û dûr qise bikin û pêşnîyaran biînin ziman nezan û şarlatan in ! Van merivên hanê li ser rêzik û qeydeyên ziman, bê bingehên zimannasîyê qise dikin ! Em çiqas dengê wan bibirrin û gotin û pêşnîyarên wan, yên çewt qebûl nekin, zimanê xwe diparêzin û herikbar dikin. Qisedan û nivîsekî hevkar û hevbeş bikaranîna zimanan hêsan dike ! Hevkarî û hevbeşî jî bi alîkarîya bikaranînên piranî çê dibe. Ez rica û dexalet dikim, me li pê bikaranînên kêmanî kaş nekin !

Îro meriv wextê bala xwe dide nivîsan her nivîskarekî devok û qisedanên xwe yên herêmî daye pêşîya xwe. Di hinek rêzimanan de di binê tesîra devok û bikaranînên kesane de gellek mijar hatine şîrovekirin. Xirabîya herî mezin, şîrovekirin bi dilekî niviz nehatine çêkirin û devok û taybetmendîyên herêmî bi rewşekî bêperwa hatine sepandin. Di rêzimanan de ango di mijara rastnivîsê de pêwiste ku meriv rêzdarîya zanistîya ziman bike !

Di qisedanên rojane de dibe ku taybetmendîyên dever û herêman bê bikaranîn. Nivîskar, di çîrok, roman û berhemên bûyerî de qisedan û bilêvkirinên herêmî bikar bîne xwezayî û rengînîyê dide berhemên xwe. Lê belê, nivîskarên me xênjî çîrok û romanên xwe, di nivîsên xwe yên dinê û di qisedanên xwe yên fermî de jî di binê bandora devok û qisedanên herêmî de dimînin ! Bi gelemperî di nivîsan de pewiste ku meriv ji hevkarî û yekîtîyê dûr nekeve. Herkes bi gorî xwe û ji xwezayîya zimanê me dûr, bi rêzik û qeydeyên çêkirî binivîse, biweşîne û çap bike di zimanê me de alozî û xeletî zêde dibe. Her wiha zimanê me ji xwezayîya xwe dûr dikeve

Zimanê me êdî bitenê li ser erdnîgarîya Kurdan nayê qisedan û bikaranîn. Ji alîyê bîyanîyan de jî tê qisedan û bikaranîn. Li welatê bîyanî di zanîngehan de beşên zimanê me vedibin, di motorên lêgerînê  de û di medya civakî de jî zimanê Kurdî tê bikaranîn. Ji ber vê yekê divê em rastnivîs û xalbendîya zimanê xwe bidin rûniştandin û ji bona bikaranînek hevkar çi ji destê me were em biînin cî. Îro Kurdî bi alîkarîya alav û derfetên ragihandinê bûye zimanekî dinyayê û bikaranîna wî roj bi roj belav dibe ! Divê em di her qadên jîyanê de zimanê xwe bi hevkarî û hevbeşî bikar biînin, herikbar bikin û her wiha ji dinyayê dûr nexînin !

Meriv ji bona Kurdî û kurdewarîyê qet tiştek neke, Kurdî di nav mal û malbatên xwe de bikar neîne, qiseneke û nenivîse nabe neteweperwer. Bi qêrîn û hêwirzeyan û bi sloganên berhewa û vala neteweperwerî nabe. Ji bona hebûn û yekîtîya me Kurdan, di şert û mercên îro de, bê her tiştî dibe lê bê qisedan û nivîsandina Kurdî nabe ! Divê em bîrve nekin : Zimanê me nîşana hebûn û tunebûna me ye ! Qisedan û bikaranîna zimanê me jî berpirsîyarîyekî netewî ye !

 

NASIR KEMALOĞLU

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply