Tiştên Ku Hêza Pergala Bergirîya Mirov Kêmtir Dikin

Türkiye'de 100 kişiden 15'i uykusuz1-Kêmxewî; Dema mirov dikeve xewê pergala bergirîye ya mirov dikare zêdetir antîkor û sîtokînan hilberînê. Ev antîkor û sîtokîn di şerê dijî mîkroban de wekî çekên pergala bergirîye tên bikaranîn. Pergala bergirîye di şerê dijî mîkroban de xwediyê çiqas çekan be dikare evqas serkeftî bibe. Loma divê mirov di wextê de têra xwe bikeve xewê.

2- Bêhntengî stres: Dema mirov bêhnteng dibe an jî di bin stresê de dibe nikare bergirîya dijî mîkroban baş bike. Mînakên vê rewşê hene ye herî berbiçav jî dema stres û bêhntengîye de Vîrûsên Herpes e dibin sedama agirok û agirê şevê (Tirkî Uçuk)

3- Kêmasîya vîtamîna D: vîtamîna D hestiyan xurt dike, xwînçêkirinê(hilberîna xwînê) zêdetir dike û şaneyên pergala bergirîye bihêz dike. Çavkaniyên vîtamîna D ên weke xwarin hek, masî, şîr û zad in, çavkaniyeka din jî tîrêjên tavê ne. Divê mirov di rojane 15 xulekan li ber tavê bimîne.

Farmasi Gıda Takviyeleri | Farmasi İzmir | Farmasi Kayıt | Farmasi ...

4- Hinek Derman: Dermanên bikortîzon yên ji bo kemoterapîye tên bikaranîn, hinek ji dermanên nexweşînên domdirêj ( kronîk) û allerjîye jî pergala bergirîye asteng dikin û dibin sedema qelsbûna bergirîya dijî mîkroban.

Sebze meyve yiyenler daha çekici görünüyor5- Kêm xwarina fêkî û sebzeyan: fêkî û sebzeyan de gelek vîtamînên mîna çînko, beta karoten vîtamînên A C E hene. Ev vîtamîn ji bo pergala bergirîye pirr girîng in.

Zararlı Maddeler İle İlgili Seminer Düzenlendi - Haber6- Cixare û bikaranîna Madeyên Hişbir: Dûmanê cixare û madeyên hişbir pergala bergirîye ya bêvil, qirik û pişika mirov qels dike û rê li ber têketina mîkroban vedike. 

20 Ocak günün menüsü (Et yemekleri) - Bugün Ne Pişirsem7-Zêde goşt xwarin û vexwarinên zêde birûn: Heke di xwînê de zêde rûn hebe şaneyên pergala bergirîye nikarin xebatên xwe birêkûpêk bikin. Di heman demê de xwarinên zêde birûn dibin sedama obesîte ye jî.

Form Mitsubishi Heavy Klimalar | Form MHI8- Kêmasiya Derketina Hawîrdore: Li mekanên wekî mal û kargehan ên girtî de zêde mayîn an jî derneketina derve jî bandorên neyînî li ser pergala bergirîye dike. Tîrêjên tavê û hinek partîkulên riwekan jî pergala bergirîye hişyar dikin.

Alkol Bağımlılığı9- Zêde Vexwarina Alkole: Heke rojane zilamek 2 paketan jinek jî 1 pakete zêdetir alkolê vebuxe tendûristîya cîgerê dikevê xeterêye. Heke cîger awayekî birêkûpêk laşê mirov ji toksînan paqij neke pergala bergirîye jî baş naxebite

Kronik Üzüntü ve Distimi: Çözümü Var mı? — Aklınızı Keşfedin10- Şîn Gerandin, Yas: Bûyerên zêde biêş û mirina merivên nêzîk jî di pergala bergirîye de qelsiyê çêdikin. Heke mirov nikare barê êşên giran rake divê alîkariya derûnî jî werbigire

Spor Yapmanın Faydaları Neler? Düzenli Spor Nasıl Yapılır?

11- Kêm Werziş Kirin: Werziş herikbariya xwîna laşê mirov xurt dike. Tevn û organên laşê mirov çiqas xwînê werbigirin evqas baş karûbarên xwe bicih dikin.

12- Devjêberdana Têkiliyên Zayendî; Di heftê de 1-2 caran seks kirin asta antîkorê bi navê IgA bilind dike. IgA jî mirov mirov înfeksiyonan diparêze

 

Dr. Rodî Zanyar

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply