“Çiqasî ji te revîyam ewqasî li te lukimîm”.
Min çend caran bi qasî, kevir û daran, rifir li te barandin.
Û dûre jî, ji bo te,
Min çend caran destên xwe li ber xwedê vekirin ji bo xêr û xweşiya te dua kir.
Û gelo min çend tas hêsîr barandin, ji ber xezeba zilma te!
Çend caran, te ken li min kir girî û çend caran, te girî li min kir ken?
Carinan tu ji min re bûy hêvî û carinan jî bûy xof.
Bê jimar te dilê min kir qet qet û dîsa jî bi hev ve zeliqand.
Her ku nêzîkê te bûm, ji te dûr ketim
Û
Her ku dûr ketim nêzî te hatim .
Tu dibêjî navê wê hezkirin e
Ez jî dibêjim bexîlî ye!
Lê ya ku baş zanim, min tu hest ji hezkirina te xweştir û ji xezeba te bi jantir, tehmm nekir…
HÎVRON