Mirov û Siberoja Felsefeyê

Vajbawerî, agir berdidine dinyayê.
Tiştê ku dê wî agirî bitemirîne, felsefe ye.
Voltaîre

Di desta yekem de, bêguman mirov dikare bibêje ku felsefe; lêgerînek bêdawî ya mirovî ye û heta hetayê jî, dê ev lêgerîna mirovî berdewam bike. Felsefe, bi rêya bikaranîna aqil û hişê mirovî dest pê kiriye û wisa xwiya dike ku, dê hebûna xwe ya bi vî hawî herdem berdewam jî bike. Felsefe, ne zanistek e û ti caran, nexwestiye ku xwe bigihîne encam (zanyariyên) misoger û naguher. Jixwe, di demên dawî de hatiye destnîşankirin ku zanayiyên zanistî jî, ne zanayiyên mayende û naguher in û dikarin werin guherin yan jî, dibe ku çewt jî hatibin zanîn.

Di vê xalê de, em carekê din rastê hêzdarî û mafdariya felsefeyê dibin. Heke felsefeyê ji hemû tiştan gumanê nekiriba, bêguman nikaribû bibe maka hemû zanistên îroyîn. Ji xwe, tiştê ku felsefe û zanistê, ji hevdu cihê dike jî ev helwesta felsefeyê ya gumanber û rexnekar e. Lewma jî, em dikarin bibêjin ku heta mirov aqilê xwe bikar bînin, bi awayeke aqilane tevbigerin û bi şik nêzîkî mijarên têkildar bibin, dê felsefe jî ji holê ranebe û hebûna xwe bidomîne.

Heta radeyekî, mirov dikare bibêje ku dê mijarên felsefeyê, berfirehtir jî bibin. Çimku fîlozof jî, di civakê de dijîn û jê ketumet dibin. Girêdayî vê yekê; pirs yan pirsgirêkên ku di civakê de têne dîtin, bala fîlozofan jî dikşînin û dibin babeta lêkolînên wan. Mesela piştî Şoreşa Sanayiyê, Şoreşa Fransî û Daxuyaniya Gerdûnî Ya Mafê Mirovan, têgeha demokrasiyê zêdetir derketiye pêş û vê yekê, gelekî bala fîlozofan kişandiye.

Niha jî, di civakên hemdem de; <rewşa biyabûna mirovan> xwe daye der û di civakên wê de yê sanayiyê de, tenêtiya mirovan her diçe zêdetir dibe. Di vê xalê de, em dibînin ku ev pirsgirêk zêdetir dibe mijara fîlozofan û felsefeyê. Li gelek welatên Ewropayê, niha Navendên Felsefeyê têne vekirin. Li wan navendan (fêrgeh), felsefeyê fêrî mirovan dikin. Bi saya rêbaz û zanayiyên felsefeyê, mirov dev ji zanayiyên (nêrînên) xwe yên bawerhişk berdidin û dibine xwediyê awireke felsefî ya rexnekar û kêrhatî. Zagona bingehîn ya xwezayê, weke zanîna we ye ku guherîn bi xwe ye. Hemû tişt, diguherin û mîna xwe namînin.

Di vê rewşa guherîna bilez û hêzdar de, bêguman têgihiştina bûyer û kirûyên xwezayî û civakî jî, gelekî zehmet e. Lê bi saya felsefeyê, mirov dikarin têbigihêjinê wê guherînê, dev ji ramanên xwe yên kevin berdin û li xwe werin. Di siberojê de, mîna Navendên Psîkolojiyê; dibe ku Navendên Felsefeyê jî zêdetir bibin û xizmeta mirovan, ya têgihiştineke çaktir bikin.

Ê baş e, tiştên ku felsefe fêrî mirovan dike çi ne?  

Bi saya felsefeyê, mirov fêrî fikirîna kûr ya nedîtbar dibin. Aqilê xwe, çêtir bikar tînin. Bi awayeke çavkorî, hemû tiştan qebûl nakin. Tiştek dema ku ji wan tê xwestin, bi şik nêzîkî wî tiştî dibin û lêdikolin. Bi saya felsefeyê, mirov çêtir têdigihêjine hêjahiya mirovan, civak û xwezayê. Hesta xweşdîtin û toleransê, çêtir dinasin û bi çavekî pîroz, li tu tiştan mêze nakin. Helwesta felsefeyê ya rexnekar û gumanber, rê li pîroziyên naguher digre û zanayiyê dike tiştekî guhêrbar û kêrhatî. Mirovên ku haya wan ji felsefeyê heye, girîngiyê didine ramanên mirovên din jî.

Çimku ew baş dizanin ku ramanên rast, ne tenê ramanên wan in û hewlesteke mirovî, nîşanî mirovên din jî didin.

Hasilê; di roja me ya îroyîn de, mirov dikare bibêje ku felsefe êdî ne tenê tiştekê utopîk e. Di pratîkê de jî, gelek tiştan fêrî mirovan dike. Mîna ehlaq, ol, siyaset û zanistê; felsefe jî rahişmendiyeke mirovî ye û di civakên hemdem de, dê bêtir bikeve xizmeta mirovan.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
02.10.2014

Jêder

  • 1- Antolojiya Feylesofan. Ali Gurdilî. Weşanên Soran. 2015.
  • 2- Profesor Bryan Magee. Kurteçîroka Felsefeyê. Weş. Dost.
  • 3- Destpêka Felsefeyê. Ali Gurdilî. Weşanên Soran. 2015

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo kêfxweşîyê van tiştan nefikirin

Bextewarî carinan dibe ku ji kêfa wê gavê be û hişê me ji ramanên neyînî …

2 Şîrove

  1. Ali Gurdilî

    Malpera Çandname’yê li kurdan û kurdî pîroz be. Hêvîdar im ku ev malper bibe yek ji wan mînakên baş yên ragihandina çanda kurdî. Ez jidil serkeftina we dixwazim. Silav.

Leave a Reply to revebirCancel reply