Mirin çî ye û ne çi ye?

Mirin parçek li jiyana însan e. Mirin wek her tiştî nî’mete kî Xweda ye. Mirin li hemî tiştan rastir e. Her kesek miheqqeq ê mirin ê bi te’mîne û fêm bike. Lê belê a bi taybet, ku mirov jiyana xwe; li gor, ê ku jiyan daye û mirov afirandî ye bidomîne û dawî bîne. Di demeke bihirî da, Xweda rehma xwe lêke û mekanê wî cennet ke. Min bavê xwe wenda kir. Çaxa gazî min kirin gotin were rewşa bavê te ne rinde; ez bi lez çum ser. Min ba la xwe dayê li der dora xwe mêze dike lebelê weke ku li hinekên dina binêre. Li me, na nêre. Weke ku elaqa xwe ji vê dunya yê birîbe.

Tiştê ku em nabînin êdî ew dibîne. Hinekî bitirs û ecêb di meyîzî. Min tavilê fem kir ku jiyan a vê dünya yê, ji bo wî diqede. Ê dî dike derbasî dinya heq bi be. Min got ; Di navenda van her du deryan da pêviste ku ez alîkariyek ê bikim. Lê belê bavê min e, ez xwedî kirim, ez gir kirim, emek da min, her tiştê xwe ji bo min feda dikir, lê belê min tiştek ni karibu bikira . Ancax min bi xwendina Qurana Pîroz, bi Yasîna şerîf alîkarî kir. Û min li ber serê wî xwend. Apê min jî ava zemzem ê bi pembo li devê wî dikir. Min Yasîn xelas kir, apê min jî çend çilk av dayê û çu ser dilovaniya xwe.

Deryê vê dunya yê girt û kete derî yê axretê. Erê xwendevanê delal, çaxa ku mirov li mirinê mêze dike, heqîqeten pir tiştekî eccêbe. Mesela her kesî ye. Û dur-nêzîk ê were serê her kesî. Mesela hêrî mezin mirin e. Pêviste ku mirov mirinê xweş nas bike. Mirin çiye, ne çiye xweş fem bike. Pê ra bibe dost û heval. Wê şevreşiyê li pêş xwe ronî bike. Çaxa ku mirov rind nas neke, mesela xweya tewra mezin di tariyê de dihêlîn e. Ji bo vî hevalê xwe yê ne nas, bi endîşe û tirs di be. Li jiyana dünya yê nikare lezetek ê bigre. Pêviste ku insan fem bike ku mirin, Biray ê xwê î mezin e.

Mirin, rizandin a da îmî nî ne. Mirin, ne dawiya hemî jiyan an e. Mirin, gîhaştin a hemu dost û heval ê berê û hemî yan e. Rebbê Alemê; em çêkirin û afirandin da ku em li vê dünya yê bi jîn. Çaxa ku em ehd û peymana xwe bînîn cîh, emê vê dünya yê biterikî nin û di deryê qebrê ra derbasa alî dunya heq bin. Jîyana bi taybet wê çaxê dest pê dike. Her tişt wê çaxê bê perde xuya dike. Rind û ne rind, wê çaxê bi delîl xwe nas dikin. Perde li pêş çavê mirî ra dibe, û ruhê însan xaliq ê xwe, eyan – beyan nas dike.

Rebbê Alemê ku ji me hez ne kiri ba, em ne dixuluqandin, çaxa ku li me hez ne kira, ewqas nî’met, fêkî û xwarin zewq û hezkirin ne di da me. Çaxa ku li me hez nekira, em ne dikirin însan. Madem em kirin însan û li me jî hez dikî ye. Ê çawa me di bin erdêda birizîne. Tiştekî biçûk î ku em lê hez dikin ma em dixin erdê û dirizîn in? Na.. Ê welleh rebbê alem ê jî dibej e ; Ezê mirin ê bi her tiştî bidim te’am kirin ê. Duv ra jî ezê li huzura xwe lêpirsîna bikim, îfada we hemiy an bigrim. Kan ê ji gor xwestek û emr ê min jîyan e? an na? Lê belê kesê ku li gor emr û xwestek a wî ne jiya be, bê emr a wî kiribe, mektûb û mesaj a ku ji me ra şandibu ne xwendib e.

Zilim û zordarî li xelkê kirib e, heqqê însanan xesp kiri be, malê xelkê xwari be, û mafên mirova ne da be, xwelî û agir li serê wî kesî barî. Erê bira yên delal! Rebbê alemê roja heşrê û hesab ê ewqas vekirî û bê şubhe tîn e ziman ku, ê ku dibêjin ma kî van hestiyê rizya yî car din jînde bik e? Wuha bersîv dide; “Ya Muhammed (a) bibê je ew xweda yê ku cara pêşîn ew afirandin e û çê kirin e. Ê car din ewan sax bike û çê bike. Ew çê kirina her tiştîra zana ye…”ayet;(36/78-79) Rebbê me di Sûreya însan ayeta,2 de-(76/2) de; me hun, di zikê dayîk ê de çilkek avî tev lihev da çê kir, ji bo îmtihanê, ew ava jî kire însanek î ku di bine û di bihî ze. (ji bo bi fikirî; dîtin û bihîs tin pir tiştekî balkêş e) 75/36;”Dibê je însan me ji vê avê çêkir, qey ew dibêje, ezê berada yî bi mînim? 75/4;” na na em karin sere pêçîyên we jî car din li hev ferq bi kin û ra kin.( di virda pir maneye ka balkêş û kûr heye) arifan ra îşaret bes e. Dîsa ev merhale yên jêr, hezar û çarsed sal berê vê dibe je;” Sondbe ku me, mirov ji heriyê (axê) afirandi ye. Piştre me ew kirye nûtfe (dilopa menyê) û me ev daniye cîhekî ewle û saxlem (di malzarok de bi cîh kiriye) Paşê me dilopa menyê kirye xwînek a hişk pey ra me xwîn a hişk kirye pişikek goşt. Me ev pişika goş tî kirye hestî. Me ew hestî jî li goşt kiras kirye, û nixuman dî ye. Paşê piştî van qonax û merhalan, rewan (ruh ) dayê û me ev kire mexluqekî din. Wêca Allah Teala Pîrozdêrayî ye. Spehîtirinê çêkeray e.” ayet;(23/12-13-14)

Wek dewama vê di ayete ka din da jî wuha dibe je;” Me ev goştê ne bi keşf di malzarokê de dihêlin û duv ra dikin bebikek î, Û em wî pitik î tînin dünya yê. Ji bo ku hêz û qewet werê, em wî gir dikin. Xort û qenc dibin û duvra kal û extîyar dikin. wek zarokan bê qewet, û ku li tiştan dîsa nezan dibe”. ayet; (22/5) Disa dibêje;” pişt ra hun ê bimirin, û herne qebra tarî , Piştra jî bê guman hunê roja qîyamet ê hunê dîsa sax bibin û rabin. Ezê hesap li we bi pirsim.” ayet;( 23/15-16) Dibê je;” Hun darê hişk na bînin ku ez wan çawa jînde dikim û şîn dikin, ma hun qet aqil nakin û na fikirin..! Ku ezê we cardin rakim… Çaxa ku mirov li van merhala û konaxan meyze dike, pêwîste ku li xwe bipirse ? Ma van merhalê û qonaxê ku me, bin wan xîz kiriye, û Rebbê aleme dibêje…

Belê ma ka kî jan derew derketî ye û nehatiye cîh. Na Welleh qet şaşî tuneye. Ji bo me hinek an gavek maye, ji bo me hinek an du gav mane û…hwd. ji bo ê we ke bavê min jî, hemû gav hatine avêtin û bê gave kê. Ê dî gav hemu qediyan e û, bê şaşitî, bi temam î hatin e cîh. Pêvîste ku însan van gavana bawer bike û pê îman bîne. Le belê qet dixwazî bila bawer ne ke, Ku çawa van konaxên ku heta naha hatine serê me ê ew konax û gava dawyê jî ê were serê me qet xelasî tûne ye. Ê ku ne bi bawer be xwelî û agir li serê wî kesî. Lê bele ê ku bi bawer û îman herin dunya heq, pîroz bahî selamet û seadet a ebedî û bê dawî ji bo wan e.

(EV MESELE PIR BALKÊŞ Û ÎNCE YE, LAZIM E KU XWEŞ BÊ FEM KIRIN)

Nivîskar: Adem

Derbar Çand Name

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply