Mêjera Navdêran; Pirjimar, Yekjimar

Mamosta dem baş. Li van mînakan binêre ji kerema xwe: kevok, çûk, dar, heval, keç û hwd. Gelo ew peyv bi serê xwe kom(plural) in yan kît in?

      Min kevok dîtin

      Min xwarin da kevokan

Li vir mamosta heke tu ji me re bi awayekî giştî  vê mijarê ronî bikî, wê pir baş be. Silav û rêz.

Hogir Balic

 

C. Bedirxan di Hawarê de ji bo pirjimar (plural) an yekjimar (singular, tekil) bûyina navdêran dibêje ‘mêjer’. Anku mijara vê pirsa te dibe mêjera navdêran. 

Her çiqas mînak li ser mêjera navdêrên ku wek objektên lêkerên transîtîv di dema borî de hatibin dayin jî, dê çêtir be ku em bi firehî rave bikin ku navdêr çawa mêjera xwe dîyar dikin û her weha hinek nivîsên din ên eleqedar wek referans bidin ku ew jî bên xwendin, da ku alîkarîya çêtir têgîhaştina mijarê bikin.

Navdêrên Kurdî Kurmancî, evên ku wek mînak hatine dayin jî di nav de, bi tevayî di rewşa xwerû de mêjer û zayenda (nêr-mê anku maskulîn – femînîn) xwe dîyar nakin. Ew tenê navdêr in. Anku di rewşa xwerû de, bi serê xwe, em tiştekî li navdêran zêde nakin ku bikin pirjimar. Dema ku navdêr dikevin rewşên rêzimanî, anku dema ku bi peyvên din re têkildar dibin, hevok (cumle, sentence) û jêrhevokan pêk tînin, wê gavê hem mêjer û hem jî zayenda wan kane dîyar bibe.

Îcar dema ku dîyar dibe jî bi du awayan dîyar dibe. Awayê yekem, paşpirtikek tê dû navdêran ku wan bitewîne, têxe rewşa tewandî, yan jî bi peyveke li dû wan ve girê bide, têkildar bike. Mînak:

 

kevoka hûrik            (pevgirêdan/têkildarî; mê yekjimar, binavkirî/definite)

lawikê xurt               (pevgirêdan; nêr yekjimar, binavkirî)  

keçikên bedew         (pevgirêdan; pirjimar, binavkirî)

lawikên bedew         (pevgirêdan; pirjimar, binavkirî)

kevokeke hûrik        (pevgirêdan; mê yekjimar, nebinavkirî)

lawikekî xurt            (pevgirêdan; nêr yekjimar, nebinavkirî)

kevokine hûrik         (pevgirêdan; pirjimar, nebinavkirî)

 

navê keçikê               (tewandî; mê, yekjimar, binavkirî)

bazinê Dilberê           (tewandî; mê, yekjimar, binavkirî)

bavê Serbest/î          (tewandî; nêr, yekjimar, binavkirî)

bavê zarokan             (tewandî; pirjimar, binavkirî)

porê jinekê                 (tewandî; mê, yekjimar, nebinavkirî)

kerê gundîyekî          (tewandî; nêr, yekjimar, nebinavkirî)

şaxên darinan            (tewandî; pirjimar, nebinavkirî)

 

Keçê!                          (raweya bangê; mê, yekjimar)

Kuro!                          (raweya bangê; nêr, yekjimar)

Keçino (keçno)          (raweya bangê; pirjimar)

Gundîno                     (raweya bangê; pirjimar)

Îcar dema ku navdêr wek subjekt (kirde, özne) an objekt (servek, bireser, nesne) tên bikaranîn, di hinek rewşan de lêker bi xwe dîyar dike ku ew navdêr pirjimar an yekjimar e; ev jî dibe awayê dudan ku lêker bi xwe mêjera navdêran dîyar dike.

Ev têkildarî ji alîyekî ve jî mijara lêkerên transîtîv-întransîtîv (gerandî-negerandî, têper-netêper) e. Ji lew re, wê çêtir be ku meriv vê nivîsê jî bixwîne: Lêkerên Transîtîv- Întransîtîv, Çi Cudatî Hene, Çawa Ji Hev Veqetînin

Di normalê de, lêkerên Kurdî Kurmancî li gora kirdeyê (subjekt) tên kişandin, anku dema ku tên kişandin mêjera (pirjimar-yekjimar) kirdeya xwe dîyar dikin û em ji awayê kişandina lêkerê têdigihêjin ku kirde yekjimar an pirjimar e:

 

Keçikek diçe.           (Yekjimar)

Keçik diçe.               (Yekjimar, em zanin ku ya ku diçe yek keçik e)

Keçik diçin.              (Pirjimar, em zanin ku yên ku diçin ji yekê bêtir keçik in)

 

Lawik ê biçe.             (Yekjimar)

Lawik ê biçin.            (Pirjimar)

 

Heke lawik biçe.     (Yekjimar)

Lawik çû.                 (Yekjimar)

Keçik dipeyive.       (Yekjimar)

Lawik çûn.               (Pirjimar)

Keçik dipeyivin.      (Pirjimar)

Keçik peyivîn.         (Pirjimar)

 

Ji bo lêkerên întransîtîv di hemû deman de weha ye, lêker li gora mêjera kirdeyê dikişe û mêjerê dîyar dike. 

Lê belê ji bo lêkerên transîtîv çenekî guhertî ye. Ew di dema borî de ji ber ku objekt disitînin û subjekta wan ji xwe tewandî ye, anku mêjera subjektê ji xwe dîyar e, ew li gora mêjera objektê tên kişandin, mêjera wê dîyar dikin.

Keçik dixwe.              Lêker transîtîv dema nuha ye, lewra hîn jî li gora kirde dikişe, ji ber ku kirde xwerû ye, ne tewandî ye.

Keçikê şikand.           Lêker transîtîv dema borî ye, ji lew re, kirde tewandî ye; ji ber vê yekê pêwîst nake ku lêker
mêjera keçikê dîyar bike, berê dîyarkirî ye.

 

Keçikê pênûs şikandin.     Îcar lêkerê –in li xwe zêde kir, da ku pirjimarbûna objektê (pênûs) dîyar bike, ji ber ku pênûs di
rewşa xwerû de ye, bi xwe mêjera xwe dîyar nake.

 

Keçikê pênûs şikand.        Lêkerê –in nesitendiye, da ku dîyar bike ku objekt (pênûs) yekjimar e.

Keçikan pênûs şikand.      Keçik pirjimar, pênûs yekjimar, ji ber ku lêkerê –in li xwe zêde nekiriye.

Keçikan pênûs şikandin.   Keçik pirjimar, pênûs pirjimar, ji ber ku lêkerê –in li xwe zêde kiriye.

 

Wê gavê heke em vê qaydeya xwe ducar bikin: di demên borî de lêkerên transîtîv li gora mêjera objektan tên kişandin:

 

Min ew dîtibû.                    Min yek kes dîtiye.

Min ew dîtibûn.                  Min bêtirî yek kesî dîtine.

Wan gur kuşt.                     Wan gurekî binavkirî kuştiye.

Wan gurek kuşt.                 Wan gurekî nebinavkirî (nenas) kuştiye.

Wan gur kuştin.                  Wan gurên binavkirî kuştine.

Wan gurin kuştin.               Wan hinek gur (nebinêavkirî) kuştine.

 

 

Îcar ku em bi vê agahîyê li mînakên te binêrin:

 

Min kevok dîtin.                     lêker transîtîv, dema borî, lewra kişandina wê bi –in dîyar dike ku objekt (kevok) pirjimar e.

Min xwarin da kevokan.       Li vir objekt (xwarin) yekjimar e, ji ber ku –in/-n li lêkerê zêde nebûye (da), heke pirjimar
bûya, te yê bigota:

Min xwarin dan kevokan.    Li vir objekt (xwarin) pirjimar e,  ji ber ku -n li lêkerê zêde nebûye (dan).

 

Kevok jî di vê hevokê de ji ber ku objekta îndîrekt e, hatiye tewandin; objekta dîrekt xwarin e. Hemû lêkerên ku îstîqametekê dîyar dikin, wek çûn, hatin, dan, objektên îndîrekt disitînin û objektên wan ditewin. Ji ber ku ji bo îstîqamet, an armancê (hedef) daçekek nayê bikaranîn, ji lew re objektên îndîrekt di hemû deman de tewandî ne û ji ber wê jî mêjera wan dîyar dibe:

 

Ez diçim malê.

Em ê biçin gundan.

Ez hatim malê.

Min da wê û hwd.

 

Hêvî dikim ku ev nivîs mijarê çenekî zelal bike. Heke tiştekî ne zelal mabe, bila xwendevanên hêja ji kerema xwe bêtir pirsan bikin ku ez lê hay bibim û bêtir ravekirin û mînakan bidim.

 

Baran RIZGAR

London – Cotmeh 2010

sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc

 

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply