يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِنَّمَا الْخَمْرُ وَالْمَيْسِرُ وَالْأَنْصَابُ وَالْأَزْلَامُ رِجْسٌ مِنْ عَمَلِ الشَّيْطَانِ فَاجْتَنِبُوهُ لَعَلَّكُمْ
تُفْلِحُونَ.
وَقَالَ رَسُولُ اللَّهِ صَلَّى اللهُ عَلَيْهِ وَسَلَّم: مَا أَكَلَ أَحَدٌ طَعَامًا قَطُّ خَيْرًا مِنْ أَنْ يَأْكُلَ مِنْ عَمَلِ يَدِهِ….
MALWERANIYA MADDÎ Û ME’NEWÎ YE: QUMARBAZÎ
Geli Musulmana!
Yek ji tiştên ku din e ‘ezîz ê Îslamê bi şîddet heram kiriye, qumar e. Qumar; qezencik bi neheqî ye, ji du seriyan yek qezenc dike yên din dixusire. Qumar, ‘adetkî xirabe, hezkirinê, biratiyê dikujîne; dujminatiyê û xûkirina ji hev û din gurr dike; nexweşîkî ye ziyanê dide hişê meruyan, rihê merûyan; aram û hizûra malê dibe; bi sedem wê merûyê çavbirçiyên menfe’etperest di nav cem’îyetê da peyda dibin.
Geli Musulmana!
Xwedê Te’ala di ayeta nodî ya sûreyê Maîde da xeber daye ku qumar heram e: “Gelî wanên bawerî anîne! Araqi, qumar, kevirên daçikandî û tîrê fehlê pîsî ne, karê şeytîn in.” Heq Te’ala, pey vê ayetê ra qala sebebkî ji sebebê herambûna qumarê dike û dibêje: “Şeytan bi meyxuriyê û qumarê va dixwaze dijminatiyê bixe nav we da; him we ji yadê Xwedê bike, û nehêle hûn nimêj bikin. İcar we dev jê berda?”
Geli Musulmana!
Navê wê çi dibe bila bibe, ha derva were leyistinê ha li ser mecrayê dijîtal were leyistinê, ha qanûnî be ha na, her celebê qumarê heram e. Lewra her tişta qanûnê da hatî ne helal e; loma ji hemû leyistikê ku têda alîkî dixusire, alikî jî bi neheqî jê dibe, ha li ser masê ha li ser înternetê werin leyistinê gişk qumar in, heram in. Ya ku li ser qoşiya hespan tê leyistinê, qumar e, heram e. Hemû ew leyistikên ku têda bi awakî hovane sewalan berî hev didin û kesh û qezenca ku jê tê, qumar e û heram e. Hemû ew leyistikên bextê, ew piyangoyê serê salê da tên kişandinê, kazı kazan, ew hemû qumar in, heram in.
Hemî ew leyistikê neşer’iyê ku li ser mecrayê dijîtal tên leyistinê; wek toto loto, îddia û yên din qumar in, heram in.
Geli Musulmana!
Bi angorî dînê ‘ezîz ê îslamê esil ew e em rizqê xwe bi rêya helal destbixinin. Loma, ew pere-pûlê bi rêyên heram hatine bi dest xistinê, bi hiviya sewabê pê xêr nayê kirinê, pê mizgevt û camî nayên avakirinê. Îbadetên malî yê mîna hecc û zikat û qurban pê nayê bi cihaninê.
Mixabin, iro, li ser înternetê bi hîle û dek û dolaban, bi weşanên hin fenomenê medyayê gelek kes dikevin dafika qumarê; bi rêya cihazên mobîl, bi leyistikên înternetê, bi saya e-sporê gelek ciwanê me bi alî qumarê va tên kişandinê. Bi reklamê qumarê yê li ser televizyonan û li ser rojnaman heta li ser leyistikên tewrî besîtê înternetê heta bi zaruyê piçûk ji hewesa wan bi vê xirabiyê tê anînê. Hal bi hal ew reklamê ku mehremiyetê bin pê dikin, dibin sedemê belavbûna heramiyan; ewê ku li ser platformê dîjîtal û li hawirdorê cuda hewesa merûvan bi qumarê tînin; berbendkirina wan reklaman, wezîfekî şerî ye, pirsyarikî wîcdanî û însanî ye.
Geli Musulmana!
Qumar, him bona ewê dide leyistinê him bona ewê dileyize, malwêranîkî him maddî him me’newî ye.. Di qumarê da merûyan gava qezenc kir ziyanê dide kesê din, gava bi ser neket îcar ziyanê dide xwe. Wekî hemi tiryakitiyên din bona xwe ji qumarê biparêzin, rêya tewrî bikar ew e; tew dest pê nekin, bi kesê qumarbaz ra li heman cihan rûnenin. Wekî wer e ji wê qumar a malwêran dûrkevin. Bona ku ciwanê xwe, zar-zêçê xwe ji hemi adetên nebaş biparêzin; bera têkiliya me ya bi wan ra bi hezkirin û bi bawerî be; xîretkin bera bi kesê baş ra hevaltiyê bikin, dorhêlên rind da perwerde bibin. Tu carî ji bîr nekin; qumar dibe sedemê vexwarina araqê û derewan û hilebaziyê.
Gel Musulamana!
Yek ji teybetmendiyên mûhîmê xutbê ew e, gotî li guhdarî kin, agahiyê li mizgevtê tên dayinê, bi kesê derva ra parve bikin; wan agahiyan bi malbata xwe ra, bi merivê xwe ra, bi cîranan ra, bi dor û berê xwe ra parva bikin ewê gelek fayda xwe hebe bona aramiya nav civakê.
Xutba xwe bi vê gotina Cenabê Pêxember bi dawî tînim: “Tu kesî rizqekî ji pariya keda destê xweştir nexwariye.”3
1.Maide, 5/90.
2.Maîde, 5/91.
3.Bûxarî, Büyü, 15.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…