Li Silêmanî mûzexaneyeke netewî

Parêzgeha Silêmaniyê yek ji bajarên mezîn ê Başûrê Kurdistanê ye. Bajar piştî Şerê Yekem ê Cihanê di serdema Şêx Mahmûdê Berzencî de dibe navenda siyasî û çandî ya kurdan. Herwiha bajarê Silêmaniyê weke yek ji navendên girîng ê mîrnîşîniya Babanan jî tê zanîn. Ji bilî Babanan bajar ji gelek şexsiyetên navdar ê kurd jî re bûye hêlîn û li nava kurdan weke bajarê rewşenbîran tê ser ziman. 

Ji aliyê rewşenbîrî ve bajarê Silêmaniyê gelek caran bûye yekem çirûskê agirê bizava azadiyê jî. Şoreşa Gulanê ku li navçeya Ranyayê ya Silêmaniyê destpêkir de xelkê hezên rejimê ji Silêmaniyê derxistin. Piştî têkçûna rejimê ya di salên 1990’î de hemû bajarên Başûrê Kurdistanê ber bi aramiyê ve çûn. Herwiha bi xebatên jêrzemîn û danîna gelek navendên çandî û aborî pêgehên dewletekê jî hatin danîn. Li Silêmaniyê jî zankoyeke mezin hate danîn û gelek kolejên zanistê li vê zankoyê vebûn. Li gor zanyariyan zêdetir ji 800 hezar xwendekar li bajêr hene. 

Xemxurên kelepora kurdî

Ligel danîna zakoyan û xizmetguzariya bajarvaniyê di warê çand û hunerê jî de li bajarê Silêmaniyê festîvalên edebî û hunerê birêve diçin. Çend xemxurên kelepora kurdî jî di sala 2015’an de bi navê Mûzaxaneya Keleporî Ferax li Silêmaniyê mûzeyek danîne û kelûpelên dîrokî li mûzaxaneyê bi cihkirine. Di mûzaxaneyê de ji her çar parçeyên welat bi taybetî jî kelûpelên herêma Silêmaniyê ji aliyê xebatkarên mûzaxeneyê hatine berhevkirin û li mûzexaneyê hatine bicihkirin.

Mudîrê Mûzexaneya Keleporî Ferax Îrfan Ehmed Osman derbarê mûzeyê de zanyarî dan BasNûçe’yê. Osman aşkere kir ku ew komek in û ew li dû kelûpelên kurdî digerin û wan di sala 2015’an de ew mûzexane vekiriye. Mudîrê mûzexaneyê derbarê armancên xwe û wiha got: “Ev mûzexane di sala 2015’ê de ji bo bîranîna damezirandina bajarê Silêmaniyê hat vekirin. Rêxistina Kelepora Kurd serperiştiya vê mûzexaneyê dike. Mûzexane ya ti partiyan nîne û aramanca me parastina kelepora bavê û kalên me ye. Ev tiştên ku niha li vir hatine nîşandan ji sala 1980’ê pê ve mora kurdî li ser wan heye. Em komek in ku xwe weke xemxwirê kelepora xwe û gelê xwe dizanin. Meriv dibîne hemû miletên ku niha li ser erdê dijîn bi kelepor û çanda xwe ve tên naskirin. Em kurd jî yek ji wan netewan in ku kelepor û çandeke me ya dewlemend heye. Ji sala 2004’ê ku rewşa Iraqê têk çû, hin kesan dixwestin van tiştan bibin derveyî welêt ku me ev tişt bi pareyeke kêm kirîn. Û me li vir bi cih kirin. Ji ber ku hemû kes kelepor û çanda gelê me nas bike.”

Serdana mûzexaneyê belaş e

Osman daxuyand ku heta niha ti partiyên siyasî alîkariya darayî nedane wan û wan bi keda xwe ew mûze vekiriye. Osman amaje li ser wê yekê jî kir ku mûzexane nêzîkî navenda bajêr e û ji ber wê çendê rojane zêdetir ji 300 kes tên mûzeyê û serdana mûzeyê dikin û ew bi hatina xelkê gelekî kêfxweş dibin: “Heta niha me ji ti kesî û ti partiyan alîkarî wernegirtiye. Tenê mûzexaneya Silêmaniyê ji hêla fikirî ve piştgiriya me kiriye û hin kelûpel dane me. Pêşwaziya xelkê gelekî baş e, niha rojane teqrîben 300 kes tên û serdana mûzexaneyê dikin. Serdana mûzeyê belaş e. Em di navenda bajêr de ne û nêzî navendê ne, lewma bi hêsanî dikarin xwe bigihînin me û kelepor û çanda xwe ji nêz ve bibînin. Kesên ku ji Kurdistanê derketin kelûpelên wan hatine firotin. Me jî ev tişt hemû bi pareyeke kêm kirîne. Niha jî ku me ew mûzexane vekiriye heta niha hemwelatiyan 21 parçe pêşkêşî vê derê kirine. Me jî ev tişt pêşberî xelkê kirine û nîşanî xelkê dane. Armanca me ew e ku gelê me çand û kelepora xwe nas bike û hurmet û qîmeta çanda xwe bizanibe. ”

Osman derbarê kelûpelên mûzexaneyê de hin zanyarî jî dan û daxuyand ku kelûpelên herî kevn ê mûzeyê şûrên leşkerên Şêx Mahmûdê Berzencî ne û wiha got: “Leşkerên Şêx Mahmûd yên li Berdeqehreman ji 60 çekdaran pêk dihat. Wê demê ji bilî tifingan her yek ji wan şûrek jî hebûye. Yek ji wan şûran ketiye destê me û me ew parasti ye. Sala 2004’ê me ew bi 400 hezaran kirî. Ji cihûyên bajarê Silêmanî jî tifingek brûno ketiye destê me ku bi xwe ew çêkirine. “ 

Ligel berhevkirina kelûpelên dîrokî yên kurdî Osman amaje li ser wê çendê dike ku wan ligel mûzeyên Brîtanya û Fransayê jî pêwendî danîne û soza alîkariya ji wan stendine. Osman li ser pêwendiyên ligel British Museum û Louvre Museumê rawestiya û wiha axivî: “Ev mûzexane ji hêla qanûnî ve bi xwe nikare tiştekî bikire. Lê eger kesek tiştekî pêşkêşî mûzexanê bike em spasnameyekê jê re dinivîsin û çend nusxeyan jî ji hikumetê û mûzexaneya Silêmaniyê re dişînin. Ji ber ku bi her awayî haya wan ji kar û barê vê mûzexaneyê hebe. Em bi mûzexaneyên derve re jî pêwendiyan çêdikin. Rayedarên British Musem serdana me kirine. Çend karmêndên Mûzaxaneya Louvre ya Parîsê jî hatin û gotin ku wê alîkariya me bikin.”

Di mûzexaneyê ji her parçeyan kelûpel hene

Osman ragihand ku ji parçeyên din ê Kurdistanê jî kelûpelên dîrokî yên di mûzexaneya wan de cih digrin, lewre wan navê mûzexaneyê weke Kelepara Kurd daniye. Herwiha ji Kirmanşanê û ji Amedê ferş û ji bajarên din ê Kurdistanê gelek kelûpel di mûzexaneyên de cih digrin: “Ev mûzexane ji hemû Kurdistanê xwedî kelûpelan e. Ji her devereke kurdnişîn kelûpel gihîştine ber destê me. Weke mînak ferşên ji Diyarbekirê û yên ji Kirmanşanê. Hedefa me ya sereke ew e ku em di serî de mûzexaneya xwe damezirînin û rêkûpêk bikin. Piştre em dixwazin bi mûzexaneyên parçeyên din yên Kurdistanê re jî danûstandinan bikin.”

Çavkanî: Basnuce

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply