Welato

Bi hest û herikîna çemên te yên pîroz, bi bejn û bala çiyayên te yên qedîm silav li te be ey welato.

Di pirtûkên dîrokê yên herî kevnare de, li ser zinarên şikevtên herî tarî, li şûnwarên te yên herî kufarî, bi destanên mêrxasên cegerpola yên li ser sînga te bi navê te hesiyam welato. Her warek bi mêr û jinên xas dibin welat… Di hemû bermayiyên di malzaroka te de, navê jinxas û mêrxasan hatine rêzkirin. Çendîn çîrokên evînî nîvcomayî bin ewqas jî hêvî ne… Ji Mem heta Silavayê, ji Zînê heta Bavê Leylayê yek bi yek berxikên ber dilê te ne. Di kozika te ya hêviyan de, di qirnê şêran de hatine perwerdekirin.

Welato, di çeperên te yên evînê de Zîn û Xecê bûn cangorî, Leyla û Çekjîn serî danîn ser ax û zinarên te yên ku bêhna azadiyê jê difûriyan. Di fermana herî xedar de Şerfedîn û Derwêşê Evdî dan ser şopa Zerdeşt û berê xwe dan ronahîyê.
Erê welato, di pêtala mista Kawa de şer gur bû û heta qîrîna Nêrgîza birîndar a Kobanîyê olan da… Stran û awazên pezkovîyan bûn defa şer û hawarê ya şêr û pilingan welato. Di hemû qirnan de hemû kesî hem li tenêtî û kuştina berxikên te temaşe kirin hem jî li cengawerî û qehremanîya wan… Lê tu kesî mil neda rastiyê! Şêr di nava wawîk û keftaran de gelek caran bêmecal dimîne, di zimanê te dibêjin “piraniyê şikandiye pişta mêranîyê” û gelek caran wisa li şêrên te hatiye welato.

Belê welato, di fermanên padîşahên tirsonek de navê te hate qedexekirin û pêsîra te hate jahrkirin. Ji fermana wan xurtir çiyayên te yên qedîm di hemû qirnan de bû war û stareya şêrgeleyên te. Erê welato, dizanim. Dizanim bi dehan caran sînga te qelaştine û zarokên te yên herî şîrîn têde veşartine. Di sirûdên herî wêrek de navê te hatiye veşartin. Ji Medan heta Kurdistanê ax û nexşeya te besta Xanî rakiriye ji “Batûmê heta Bexdayê.”

Welato, bi serê te tê sondxwarin dema ku bi destê keçên te yên ku keçaniya xwe dikin bûkanî digirin… Hineya zavayên te ji xwîna te ya qemer e. Erê welato, bi qasî çavên zarokên te tu şîrîn î li ber dilê bûk û zavayên xwe. Hemû enfal û qir, kuştin û derbkirin, wêran û dagirkirin tolhildana ji navê te yê veşartî ye.

Welato, bi dehan pêşengên te li binê darên sêdarê bi cil û bergên Kurdî, bi bişirîn silav li azadiya te ya mayînde kirin. Bi hezaran şêrgeleyên te canê ciwan fedakirin ji bo ala te ya rengîn. Yek ket sed rabûn… Her yek bûn sirûdeke fedayî li hemû çeperên te. Sîneya wan di hemû qirnan de bû sîper di hemû êrîş û derban de.

Welato,
Ji roja têkbirina Dehaq heta niha, hemû rojên xweş cejn in li vê xakê. Azadî bi ronahîya pêtala mista keç û xortên Kawayî îro hê jî pêketî ye. Hemû cejn û şahiyên te bi berxwedan in welato. Ji çar aliyên te dengê lîrandina jinan û şabaşa şêrgeleyan tê…

Welato,
Zarokên te ji bo ku şara serê te nekeve erdê bi mêrxasî bûne yek. Cerg danîne qada cengê û cenga vîn û evînê dikin.

Belê welato belê,
Cejna te û ya ew ên ku cerg danîne qada cengê pîroz be!

Azadiya Welat – Sîdar Jîr

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply