Êlên Kurdan, eger xwîndarî nebin, zêde ji kuştinê hez nakin û ne meyldarê xwînrijandinê ne.
Di şer de yan iroyan digirin û dişelînin, paşê berdidin. Lê ji di Jin û keçên wan pir çalak û karsivik in û cesûr û xwedî hiner in. Kulav û berr û xalî û têrran çêdikin. Û malên ku xulam tê nînin bêje hema xulamê malê jin in.
Herçi karê malê bibe jin dikin, heta hespên mêrên xwe jî, jin xwedî dikin. Mêr ji bilî şer, zêde têkelî tu karekî din nabin. Bazar û dayin û standin jî bi jinan dibin û ew têne civatê û eger were xwestin, tevî şêwr û kar û baran dibin û qedrê mêvanan û rûmeta wan dizanin.
Kurd rojên îniyan seferê nakin û nakevin rê. Wê rêwîtiyê bêyom dibînin û roja sêşenbê jî şûm dizanin. Eger mirovek li ser karekî bibehnije (bipişike), eger carek be “sebr” dibêjin. Çawa be wî karî û yan wê seferê nakin. Eger du caran bibehni- je “te’cîl ” dibêjin, ew zerar nake û ewî karî dikin.
Eger mirovek biçe seferê û di destpêkê de ku ji mala xwe biderdikeve, jin bê oxira wî û yan cerê vala bê oxira wî, gelekî şûm hesêb dikin.
(Mela Mehmudê Bazîdî, Adat û Rusumatnameê Ekradiye)
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…