Li ser devê wî bend danîn
Destên wî bi latên miryan ve girêdan
û gotin: tu şer bike.
Xwarin, cil û ala wî jê birin
û avêtin zîndana miriyan
û gotin: tu diz î.
Ji hemû benderan qewitandin
Yara wî jê standin
Û gotin: tu penaberî.
Ey xwîniyê çav û destan
Şev wê biqede
Ne odeya ragirtinê dimîne
Ne jî zincîrên bendan
Nîron mir û Roma nemir
Bi çavên xwe şer dikir
û teneyên gunekên genim dimirin
û dê newalê tijî gunekên genim bikin.
ـــــــــــــــــــــــــــــــ
Helbest ya helbestvanê ereb Mehmûd Derwîş e.
Wergerandin ji zimanê erebî Majêd a Mihemed.