Di lênêrîna çerm de kijan xeletî tên kirin?

Çermê bêkêmasî bê guman di navnîşa daxwazên her kesî de ye. Tevî hemû hewildanên me û dibe ku em baş agahdar bin jî, xeletiyên hêsan ên ku em dikin çermê me diwestîne û dibe ku li şûna paqijkirina wê pîstir bike.

Di hundirê paqijkirina çermê we de çi heye?

Dibe ku em bi domdarî hilberên biha û nermker hilbijêrin, lê em çiqas bi pêkhateyan dizanin? Pêşniyarek: Hişyar bimînin ku hilberên ku kêm kîmyewî hene hilbijêrin. Bi taybetî hilberên ku SD-40, alkola îzopropîl tune ne hilbijêrin. Wekî din, hilbera ku hûn bikar tînin dibe ku bibe sedema pizrik, sorbûn û pirsgirêkên çerm ên mîna wan.

Dest nede lekeyên xwe

Heke hûn bi lekeyan re mijûl bibin, dibe ku hûn bi pirsgirêkek mezintir re rû bi rû bimînin. Ji ber ku hûn dîwarê folîkulê dişkînin û rê didin ku bakterî belav bibin. Maskek sulfurê li rûyê xwe bikin ku pêşî li werimandinê bigre.

Ger çermê we zuwa be, zêde ji şilkerê xwe dûr bixin

Ji kremên ku bi malzemeyên giran şilker hatine çêkirin dûr bisekinin. Ji ber ku ev hilber dikarin di demek dirêj de bêtir tevliheviyê bidin çermê we. Tenê şilkerê xwe bi qasî pehînekê bikin bes e. Di heman demê de bala xwe bidin tiştên ku hûn dixwin û naxwin û rûnên saxlem jî li parêza xwe zêde bikin. Xwarinên bi asîdên rûn ên zêde, wek avokado , çermê we geş dike.

Hay ji rojê hebin!

Zêdebûna tavê çermê we pîr dike û dibe sedema pirsgirêkên pizrikê di hilberên ku hûn li dijî tavê bikar tînin de. Ji bo parastina rojê, hilberên ku zinc û titanyum hene hilbijêrin. Van hilberan qulên ku dihêle çermê we nefesê bigire asteng nakin.

Qet bi makyajî ranezên

Bêyî rakirina makyajê tu carî ranekevin. Tu carî vê yekê nekin, her çend xewa we zêdebe jî vê mekin. Bi şev berî razanê, her çend li ser rûyê we makyaj tunebe jî, rûyê xwe bişo û wisa razê.

Xewê pas derbas nekin

Bînin bîra xwe ku çermê we xwe nû dike. Heya ku hûn bala xwe bidin xewa xwe, hûn ê guheztinên çermê xwe bibînin.

Bala xwe bidin tarîxên berhemên xwe

Ne di hilberên bedewiyê navbera we tûne? We kengê herî dawî fondotena xwe bikar anî? Ji bo vê yekê, hay ji xwe hebin ku piştî 6 mehan carekê jî hilberên xwe bikar neynin. Ku wiha nebe, çermê we dikare wê dûrbixe.

Ger çermê we ku rûn be jî şil bikin

Ne girîng e çermê we rûn be an na, divê hûn her gav şil bikin. Ger çermê we rûn be, wê hingê bala xwe bidin ku li şûna şilavê, şilkerên biavîn bikar bînin.

 

Çavkanî: hthayat.haberturk.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply