Li Ser Kirdkî û Kurmancî Xebateke Nû Derket

Pirtûka lêkolîner Zîwer Îlhan ya di nav zaravayên Kurmancî û Zazakî de ‘GUHERÎNA DENGAN’ ji Weşanên Zaningehê wek e-pirtûk derket.

Ji bo pirtûkê Berpisyar û Edîtorê Weşanên Zaningehê Dilazad ART wiha dibejê:

‘Ev lêkolîna mamoste Zîwer Îlhan ji bo têgihiştin û danaberheva du diyalektîkên Kurdî berhemeke pir hêja ye. Ev berhem bi tena serê xwe îspatkirina diyalektika Kirdkî ye ku bêşek ji zimanê kurdî ye. Em wek weşanxaneya Zaningehê serbilindin ku bi berhemeke bi vî rengî derketine pêşberî xwendevanên xwe. Em hêvîdarin ku ev xebat bibe destpêkek ji bo têgihiştina diyalektîkên Kirdkî û Kurmancî.’

Her wekî dîn nivîskarê pirtûkê Zîwer Îlhan jî ji bo ve xebatê ramanên xwe bi vî awayî anîn ziman:

‘Ev lêkolîn di neh salan de amade bû. Sedema vê lokolînê yek jê jî, gengeşîya li ser Kirmanckî (Kirdkî-Dimilî-Zazakî) û Kurmancî bû. Hinek zimanzanên me digotin, Zazakî û Kurmancî ji hev pir cuda ne û her yekê zimaneke din e. Ev zimanzan bêtir peyva “Zazakî” bikar tînin lewra ew peyv dûrî peyva“Kurmancî”ye. Hinek zimanzanê me jî digotin, Kirdkî-Kirmanckî, tevlî Kurmancî zaravayên Kurdî ne. Li gorî me herdu şêwe endamên Kurdî ne. Lewra guherîna di navbera zaravayên zimanên din de bêtir cudahî hene; lê  di vê lêkolînê de eşkere bûye ku herdu şêwe nêzîkî hevin. Zaravayên zimanekî, ji hev nayên nas kirin û pir naşibin hev. Lê mesela yê ku dengê “B” bike “V” karî gelek bêjeyên Kurmancî yan jî Dimilî nas bike. Piştî vê lêkolînê hat fêm kirin ku di navbera herdu şêweyan de bi hezaran peyv dişibin hev û di nav gelek peyvan de jî di serê peyvê de guherîn çêbûye.

Me peyvên ku bingeh girtine bi rengê kesk û bold nîşan dane. Yên di bin wan de devok in. Bêtir devokê Kirdkî hatine nivîsandin; lê ev nayê wê wateyê ku devokê Kurmancî jî nînin. Ji ber ku me, ev xebat li gorî xebata “KOMA WATE” yê kiriye, me xwest ku em devokên Kirdkî jî nîşan bidin. Me bêjeyên Kirdkî (Kirmanckî-Zazakî-Dimilkî) ku di Kurmancî de tên heman wateyê, di bin hevre nivîsand. Ev devok in. Di herdu şêweyan de bêjeyên ku binyata wan erebî ne, heta ji me hat me nexistin nav lêkolînê. Me wilo kir ji ber ku kengi lêkolînger bixwazin bê şêweya Kirmanckî (Kirdkî-Zazakî-Dimilkî) û Kurmancî çiqasî nêzîkî hevin karibin bibînin. Li gorî vê yekê mirov kare bêje bê: devokên Kirmanckî (Zazakî-Dimilkî) gelek in. Ji van peyvên devokî yên Kirdkî-Zazakî hin jê weke peyvên kurmancî ne; lê ji ber ku lêkolînerên kul i ser standarkirina vê şêwyê disekinin Kurmancî nanîne ber xwe, peyvên piçekî din jê cuda neqandine. Eger ku xebatkarên vî karî ji vî alî ve wan peyvan biguherin wê Kirdkî-Zazakî bêtir bişibe Kurmancî. Bêjeyên ku binyata wan erebî ku me xistiba vê lêkolînê wê kîtap pir qewîn jî biba lê şopandina herdu şêweyan wê ne tendurîstîba. Di medyayê de ji berk u kesên ku Kirdkî-zazakî-kirmanckî bi kar tînin, bêtir peyvên ku binyata wan erebîye dixin nav şêweya xwe. Şêweya Kurmancî zûde dev ji van peyvan qeriyaye. Lewma herdu şêwe bêtir cuda xuya dikin. Li gorî me Kirdkî-Zazakî, ji Kurmancî kevintir e, Kurdîyeke kevin e. Lewra hin peyvê wê bêtir nêzîkî Farisî û Ingilîzî ne.’

Kesên ku vê pirtûka hêja bixwazin dikarin peyamekê ji e-maila edîtorê Weşanên Zaningehê re bişyenîn. Yê pirtûk wek e-pirtûk ji were bê şiyandin.

Ji bo daxwaza pirtûkê e-mail: dilazadart@gmail.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Çend Lêkolînên Ser Zanistê

Bi zimanê Kurdî pirtûkekê kurt û bisûd em didine pêşberî we. Hevalê ezîz kanin daxînin …

Leave a Reply