Mewlana İdrîsê BEDLÎSÎ

Mewlana İdrîs, kurê Mewlana Şêx Hisameddin Elî ye. Şêx Hisameddî Elî, ilimdarekê navdar û qedirbilind yê zemanê xwe ye. Şeref Xan di Şerefnameya xwe ya giranbaha da gava ilimdarên Bedlîsê dihejmêrê û tînê ziman, Navên Mewlana Şêx Hisameddin Elî û Kurê wî Mewlana İdrîs El-Hakim û kurê Mewlana İdrîs Eb-ul Fadil Efendî dike û Eb-ul Fadil Mihemed Efendî dixe rêza ilimdarên navdar yên Bedlîsê û bi stayîş û serbilindî navê wan diborînê.. Ji bo Mewlana Hisameddîn dibêje : “- Mewlana Hisameddinê Bedlîsî yê xwedan irfan û fezîlet, zanayekê navdar û mıtesewifekê ji kamılan bû. Ew şagirdê Şêx Emmar Yasîr bû. Li ser babetê tesawifê kitêbêka wî heye..” Ligora Melûmatên Şerefnameyê Şêx Emmar Yasîr bi xwe jî ilimdarek ji ilimdarên Bedlîsê ye û şagirdê Tarîqeta Suhrewerdî ye. (Şerefname pr 362 wergera Ziya Awci)

Şêx Hisameddîn Elî Katibê Dîwana Dewleta Aqqoyînîya ye, ku paytextê vê dewletê bajarê Diyarbekir bû. Ev dewlet di sala 1400ê da ji terefê Ozbek û Tatarên hevalbendên Timorleng va hatıbû avakirin. Mewlana Şêx Hisameddîn dı dewra Uzun Hesen da Munşî ye, katibê Dîwan ê ye. Di hemî zemanê Siltan Hesen da ku ev zeman ji sala 1450 yan heya sala 1478’ê digrê ber xwe, bi Munşîtî xebitî ye û heya sala 1469 ê li Amedê niçtecî ye. Di sala 1469ê da Hesenê Dirêj (Siltan Uzun Hesen) paytextê dewleta xwe radike dibe bajarê Tewrîzê. Şêx Hisameddîn jî bi malbatî diçe li Tewrîzê cî û war dibî.

Şêx Hisameddîn piştî ku Siltan Hesenê Dirêj di sala 1478 ê da dimirê û kurê wî Siltan Yaqûb dikevê dewsa babê xwe, ew jî berpirsyariya xwe ya ‘Munşîtî’ yê dispêre kurê xwe İdrîs. Mewlana İdrîs, ji vir û pêda di dereceya bilind da, bi Siltan Yaqûbê kurê Uzun Hesen ra dest bi xebatê dik e.

Mewlana İdrîs di sala 1452ê da li Amedê hatiye dinyayê. Gava ku bi babê xwe ra diçe Tewrîzê 17 sali ye. Li ber destê babê xwe hatiye perwerdekirin û di Serayê da bi Prensan ra xwendî ye. Ji medrese û ilm û irfana bajarê Amedê ya qedîm jî istîfade kirîye û zarokên hemî malmezin û eşrafên Diyarbekir dost û hevalên wî nin. Ew ji Amedê bê par nîne. Bi vê wesîleyê hemû prens û xanedanên Kurdistanê nas dike. Bi şer û qirên û aştî û hemû dijwarîyan, dewleta Aqqoyînî tim û daîm desrpîserê Mîrekên Kurdan bû. İdrîs û babê xwe jî Kurd bûn, Bedlîsî bûn û 2 rewşenbîrên zana û bi xîret bûn. İdrîs def û dolabên neyaran bi keys dizanê û ew lêvîya roja xwe ye..

Kurd jî di wan hêmanan da bi qehremanî li ber xwe didan û welatên xwe ji dijminan diparastan. Ewî mêrxasîyên Kurdan bi sedan caran dîtibû. Berxwedana Botan, ya Hekkarî, ya Çemîşkezekê, ya Amêdîyê, ya Palo, ya Licê û bi taybetî ya Bedlîsê, di dîwana bilinda Aqqoyînîyan da dihata pêş çavên wî. Kurd di wan dem û zemanan da bi mêranî berevanî li kel û bajarên xwe dikiran.

Mewlana İdrîs ji sala 1478ê heya 1500ê Katibê Dîwana devleta Aqqoyînîyan ya ku hikmê vê dewletê ji Toqatê heya Efganîstanê bû. Ew bi 3 siltanan ra xebitî; heya ku paşî lı vê dewletê hat. Siltan Yaqûb, Siltan Elwend û Siltan Ristem.

Di vê navê da hevalê babê Şah Simaîl Şêx Heyder bû. Şah Simaîl jî dostê wî bû. Di salên wî yên Tewrîzê da têkilîyên wî bi Kurdên Îran û İraqê ra jî çêdibî û xurt dibî. Ew vê herêma İran û Kurdistan û İraqê baş nas dike û dizanê ka kî kurê kî ye û çend dirheme. Bi taybetî dilê wî her li bajarê Diyarbekir davê; Zaroktîya wî li vî bajarê qedîm derbaz bu ye. Hemî zarokên eşrafê Amedê hevalên wî nin. Ew di nava kulpa wan da mezin buye.

Mewlana İdrîs ji ilm û ilimdariya Tewrîzê jî feyde dîtî ye. Bi Mela Camî yê navdar ra sıhbet kirî ye, dersdarê şêxzadan e. Ew “Mamosteyê Pîroz e”. Vî navî İlimdarê Zeman Xoce Saadeddîn daye wî. Xoce Sadedîn Şeyxilislamê Dewleta Osmaniyan e. İdrîs Lâlâ ye. Lâlâ ewin ku prensan, şêxzadan dighînin.

Şakir Epözdemir -Vengma.net

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply