Li Gor Dînê Îslamê Dad/ Edalet

                             “Ez bi Xweda sond dixum ku qîza Mihemmed Fatima jî sucekî bike, bê teredut wê were ceza kirin.” Hz.Muhammed(s)

Edalet/ Dadî; Tevgera bi nîzam, bi îstiqrar û dayîna heqqê her tişti ye.

Di Îslamê de, edalet ew e ku; Ji çi milletî be, ji çi çandê be, ji çi meqamî be, ji çi cînsîyetê be, ji çi olî be û ji çi zimanî be bila bibe, ji her xwedî mafî re dayîna maf û heqqê wî ye.

Ûstad  Saîd ê Nursê dibêje: “Çar esasê ayetan hene, Tevhîd- Nubûwet- Heşir û Edalet e.”  Her çiqas her ayet behsa edaletê dike jî .

Di Qur’ana pîroz de ser 30 ayetî ra sarîh,  behsa edalet/ dadî yê dike. Ji bo însanan û bi taybetî jî, ji bo misilmana, adilbûn emrê Xweda ye. Bê edaletbûn jî bê emrê Xweda ye.

Di Qur’ana pîroz, sûreya Nehl, di ayeta 90 de, wiha dibêje; “Bi rastî Allah Te’ala bi dadperwerî/bi edaletî, bi qencîkarî  û xêr pê kirna der doran re, ferman dike. Ji bêrêtî, qîrêtî û  ji zêdegaviyan  heyasizyan,  û ji munkeran ve xwe  vedikşîne. Allah Teala şîreta li we dike da ku hûn bifikirin û şîretê bigrin.”  Di vê ayete de Rebbê Alemê bi awakî eşkere dibêje ; Adilbûn, çêyî û qenciyan bikin. Ji der dor û eqrebeyên xwe re arîkariyê bikin.

Dîsa di sûreya Nîsa di ayeta 135 an de dibêje, “Gelî yên ku bawerî anîne!  Bi dadwerî/ edaletê rabin û ji bo Xwedê şahidiyê bidin. Her çiqas ew li dijî webe jî, li dijî dê û bavê we be jî, û li eleyhê xizmê we be jî, eger ew (mafdar û mafjêgir) dewlemend/zengîn an jî xizan/feqîr  bin jî , Allah Te’ala ji bo wan hemiyan, ji we re pêştir e, hîn nêzîktir e. Lewra hûn li edalet ê şaş nebin, heger hûn zimanê xwe li şadetiyê xwar bikin (rastîyê biguherînin), yan jî berê xwe li şahidîyê vegerînin,(rastiyê veşêrin)  bi rastî jî yên ku hûn dikin re Xwedê Te’ala agahdar e.”

 Wusa xuya dike ku ayeta pîroz; sedemên aborî/ekonomik, civatî, mervatî û pîsqolojîk ên ku mirovan li edaletê vediqetînin, yan jî îhtimal heye ku veqetînin, tevan yeka yek jimartiye. Însan hişyar kiriye. Bi taybetî daye zanîn ku, ev kesê ku dike hukûm bike, an jî bibe şahid pêwîste ku bi tenê di bin bandora/ tirsa Xweda Te’ala da be, û li gor wê tev bigere.

 Seîd ê Nursê li ser vê dibêje;  “Zîra xatirê heqqê bilinde, fedayê tu mafî û xatirî nayê kirin.” Tê femkirin ku Xwedê Te’ala ji her tiştî nêzîktirê we ye.

Ji dê û bavê we, ji eqrebeyên we û ji maldarên we jî nêzîktirê we ye. Ew edaletê emrê we di kî ye, Ew pêştirê her tiştî ye. Tenê emrê Wî bînin cîh. Ê ku ji rêça heqqiyê derdikevin re ezabê Wî heye.

Dîsa Seîd ê Kurdî dibêje; “Di îslamê de di berê pêşiyê de, hurrîyet, edalet û wekhevbûn esasê şerîetê ye. Delîlê wê jî; Hz. Umer, Îmamê Elî û Seleheddînê Eyyûbiyê Kurdî ye ku berhem û bûyerên wan ê dadgehî delîlên wan ê eşkere ye/ elenî ye.” Wusa xuya dike ku ol/dîn bi ferq be jî, huquq û edalet nayê guhertin. Ji bo her kesî wekhev e.

Dîsa dibêje; ” Wekhevî di huquqê da ye, di huquqa dadiyê de; şah û geda yek e, Şerîetek bibêje pêlî moriyan/gêrîkan nekin ji eziyet dayîna wan men bike, ka dê bi çi awayî yê huquqa benî ademan, ê îhmal bike kella / mixabin, me guh neda yê.”

Erê ez zen dikim ku; muhakemaya Îmamê Elî bi cuhuyekî reşik re û Selehaddînê Eyyûbî bi xiristiyanekî mîskîn re muhakemebûna wan delîlê dadmendî û edalet a   îslamê ye.

Dîsa em karin bibêjin ku Ustad di Lem’aya 22yan de wiha dibêje; “Erê ez bi neseba xwe û jiyandina xwe li tebeqa awamê me. Li gor meşreb û fikra min, di  hukuqê de wekhevbuû ê qebul dikim. Bi sirra edaleta îslamê, ez tim li hember zalim û zordara me. Û bi hemu hêza xwe alîkarya edaleta tamme, û li hember zilm û zordaran  û tehekkuma zaliman têkoşînê dikim.”

Pêxember(s) gotiye; “Sedema mehfbûyîna yên ber ya we, di nava wan de gava kesê esîl yan jî ê dewlemend ku sucek dikirin, ew dihatin azadkirin, çaxa ku keseke bê hêz û feqîr sucek dikir, ew dihatin ceza kirin, li gor wê sedemê Xweda Teala wan mehf dikirin.”

Dîsa dibêje; “Ez bi Xweda sond dixwim ku qîza Mihemmed Fatima jî sucekî bike, bê teredut wê were ceza kirin.”

 

Dibe em ji bîr nekin ku, em çiqas emre Xweda bînin cîh û li mîrate ya pêxember (s) bibin xwedî, emê ewqas hêjatî yê bi dest xwe bixin. Dibe ku ji bo her misilmanî tevgera bi edalet bibe şî’ar. Pêwîst e ku her misilman bi exlaqê îslamê ve xwe dorpêç bike û navê îslamê bi, bê edaletiyê xwe lekedar neke. Û yê dervayê îslamê li îslamê nefret kirin ne de. Ew zulmeke ezîm e. Xweda me li bê edaletî yê, bisitrîn e.

Amîn.

 

 

Adem Ogan

www.candname.com

Derbar Adem Murteza

Check Also

Rojîname – 28

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ اِذَا زُلْزِلَتِ الْاَرْضُ زِلْزَالَهَاۙ 1. وَاَخْرَجَتِ الْاَرْضُ اَثْقَالَهَاۙ 2. …

Leave a Reply