Îro min hevalekî xwe dît. Me hinek rewşa hev pirs kir.
Piştî demeke kurt ji min pirsî:
-Tu pirtûkan dixwînî?
Min bersiva pirsa wî da:
-Belê ez carinan pirtûkan dixwînim, lê tene pirtûkên bi Zimanê Kurdî dixwînim, ji bilî pirtûkên bi Zimanê Kurdî tu pirtûkan naxwînim û nastînim. Min sozek daye xwe, heta ku zimanê min yê neteweyî neyê asteke bilind ez ê her pirtûkên bi zimanê xwe bixwînim.
Wî jî bersiva min da:
Ez wek te nafikirim. Di mejiyê min de du ziman hene (Kurdî û Tirkî). Ez ji wan herduyan jî hez dikim. Tu hinek hestiyar î. Ev herdu ziman jî birayên hev in û ez ji van zimanan hez dikim.( Dibêje min, tu faşist î).
Min jî bersiva wî da:
-Hevalê hêja wele ez ne nîjadperest im. Di mejiyê min de jî ew zimanên tu dibêjî hene, lê belê her tim şerê hev dikin û serê min pir diêşe. Ez ji hemû neteweyan û zimanan hez dikim. Lê zimanê Tirkî zimanê pişaftina min e. Ez bi darê zorê hînê tirkî bûm, ji zextan pir aciz im, ji zordestan hez nakim . Ger ew ne zimanê dagirkerên min bûya min ê ji wî zimanî jî hez kiribûya.
Hevalê hêja her netewe bi zimanê xwe dipeyîve û dixwîne. Fars bi Farsî, Ereb bi Erebî,Îngîlîz bi Îngîlîzî, Alman bi Almanî dixwînin û dinivîsin. Kurdî zimanê kalikê min, pîrika min, bavê min, dayika min, û birayên min e. Ez ji wan pir hez dikim û dixwazim pêşerojê zimanê wan jî bijî. Dê rojek were ez ê ji zimanê dagirkerên xwe bêhtir zimanê xwe baş bizanim. Ez ê wê rojê azad bibim û pir kêyfxweş bibim.
Aro ZARGO