Ala Dewleta Tirk ya Dewleta Bizansê ye

Niha li Tirkiyê minaqeşe li ser ala fermî a dewleta komara Tirkiyê heye. Hinek dibêjin ”Ev al ala dewletê ye” û hinek jî dibêjin ”Ev al ala netewa tirk e. Bi xwîna leşkerên tirk hatiye pêkanîn.” Hinek siyasetmedarên kurd jî dibêjin “Al ala tirkan û kurdane.”

Dewleta komara Tirkiyê li ser hîmên derewan hatiye damezrandin û di hemû waran de li gor esasên derewîn hatiye dîzaynkirin. Dîtin û ramanên komara Kemalîst a Tirkiyê di derbarê dîrokê de, ziman de, netewebûnê de, alê de û hema derbarê hertiştî de rastiyên dîrokê daye alîkî û bi derewan mentalîteyeke nû a fermî pêk aniye. Lêbelê ev çend salên dawîn rastiya derewên bêbingeh derdikevin holê û bi herawayî dewleta kemalîst a komara Tirkiyê rûreş dibe, şermezar dibe.

Di pirsa Ala dewleta komara Tirkiyê de jî derewên fermî derketin holê. Ev ala ku tevahiya serokkomar û serokwezîrên komara Tirkiyê û herî dawî jî serok wezîr Receb Tayip Erdogan got ”Ji xwîna şehîdan hatiye çêkirin.” Dereweke bêbingehe. Ev al ala dewleta Bîzansiyane û qet bi xwîna şehîdan jî nehatiye çêkirin.

Dema min romana Ahmed Umît ya bi navê “Îstanbul Hatirasî – Bîreweriya Stenbolê” xwend, tê de dibêje ”Reng û şeklên ku li ser ala tirkin, di dema Bîzansiyan de li ser pereyên dewleta bîzansê bûye.” Wêneya şikl û remza alê li ser berga pirtûkê jî heye. Min got qey belkî nivîskar bi şêweyeke hunerî/edebî tevna romanê bi xeyalê hunandiye, ango belkî ev honak ”kurgu”ya nivîskare. Lê, piştî ku min lêkolîn kir, min dît ku ev honak ”kurgu” nîne, rastiye.

Dewleta împaratoriya Romayê di sala beriya zayinê (BZ) 667-an de hatiye damezrandin.  Dema piştê pey zayînê (PZ) Împaratoriya Romayê pir mezin bûye. Ji hêla cografîk de jî wisa mezin û berfereh bûye ku, birêvebirên Împaratoriyê wê kirine du beş. Beşa rojhilat û ya rojava.

Împaratoriya Bîzansê piştî zayinê (PZ) di sala 395-an de hatiye damezrandin. Vê dewletê navê xwe ji Kral Byzantas wergirtiye. Împarator Konstantînê yekem bajarê Byzantîon (Stenbola îro) kiriye paytextê împaratoriya rojhilat.

Navê bajarê Byzantionê piştre kirine ”Konstantînopolîs.” Dewleta împaratoriya Bîzansê ji hezar salan zêdetir jiyaye. Heta ku di sala 1453-ê de ji alî siltanê Osmaniyan Fatîh Siltan Mehmed ve hate fetihkirin û dewleta Bîzansê ji holê hatiye rakirin. (Fatîh Siltan Mehmed Stenbolê bi xêra kurdan re fetih kir. Dema ew davêje ser Stenbolê, 40 roj dike nake Stenbol nakeve. Siltan Mehmed aciz dibe û dixwaze ablûka derdora Stenbolê rake. Qumandarê artêşa Osmanîyan navê wî Zagros Paşa ye û kurd e. Şêwirmendê Siltan Mehmed jî navê wî Mella Goranî ye. Zagros Paşa û Mella Goranî nahêlin ku Fatîh Siltan Mehmed dev ji fetihê berde. Ew wî îqna dikin û pêwîstiya berdewambûna şer pê didine qebûlkirin û weha Stenbol tê fetihkirin. Dema fetihkirina Stenbolê de bi qasî leşkerên tirk ewqas jî leşkerên kurd hebûne.)

Di dema împaratoriya Osmaniyan de jî navê Stenbolê Konstantînpolîs bûye û ew paytextê împaratoriya dewleta Oamanîyan bûye. Dewleta komara Tirkiyê di sala 1930-î de bi fermî fermaneke –zagoneke yasayî- derxistiye û navê bajêr kiriye ”Îstanbul”.

Ala ku niha ala fermî a komara Tirkiyê ye di dema Osmaniyan de jî ala fermî a Osmanîyan bûye. Osmaniyan jî ji Bîzansiyan wergirtine. Dîrokzanên Kemalîst û îslamîst yên ku mentalîteya senteza ”tirk-îslam”ê diparêzin û herweha di pirtûkên dîrokê yên ku di dibîstanên dewletê de têne xwendin de dibêjin ku; ” Di sala 1389-ê de li Kosovayê şer çêbûye. Ji xwîna leşkerên Osmanî/Îslamî ku hatine kuştin ango şehîd ketine di çalek de xwîn tije bûye. Ji ezman nîvhîv û Stêrê li ser xwînê birikîne û ev şeklê alê pêk hatiye. Lewre jî zemîna alê bi xwînê û li ser nîvhîv û stêr heye.” ev tişt ji bînî ve derewe.

Dema Bîzansiyan û alên ku ji alî Bîzansî, Osmanî û komara Tirkiyê ve hatine karanîn heman tişt in. Ala ku ji alî tirkên asyayî ve hatiye bikaranîn cuda ye.. Ala gelê tirk a eslî ala ku wêneya dêlegorê li ser e. Dewleta tirk a bi navê ”Gokturk” vê ala dêlegor li sere kirine ala xwe a fermî. Faşîst û nîjadperestên tirk niha jî vê sembola dêlegurê bi kar tînin.

Ala tirkan a esil li ser zemîna kesk wêneya ku a serê dêlegorê ye. Binêrin wêneya li jorê.

Niha binêrin li jêr wêneyên pereyên bîzansiyan û li ser pereyeke şiklê remza ala komara Tirkiyê heye.

Ev ala li jêr di dema Osmaniyan de li hemû derê bajarê Konstantînopolîsê (Stenbola îro) eliqandî bûye.

Binêrin li jor perê dewleta Bîzansiya û li jêr perê dewleta komara Tirkiyê.

Ala fermî a dewleta komara Tirkiyê ku di bingeha xwe de ala împaratoriya Osmanîyan û împaratoriya Bîzansiyan bûye, tu car nebûye ala kurdan û kurd wê wek ala xwe nabînin û qebûl nakin.

Ala netewa kurd kesk û sor û spî ye e û di nav de li ser zemîna spî roja zer heye. Li jêr binêrin ala kurdan.

Lokman Polat

www.candname.com

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply