Kurmancî, soranî, zazakî… ziman an zarava?

Gelo kurdî zimanek e yan jî çend ziman in? Gelo kurmancî, soranî, hewramî, zazakî… hemû lehceyên eynî zimanî ne yan jî çend zimanên heman malbatê ne?

Gelo kurdiya bi alfabeya latînî tê nivîsîn li gel kurdiya bi alfabeya erebî tê nivîsîn yan jî bi kurdiya ku bi alfabeya krîlî dihat nivîsîn re eynî ziman in yan jî çend zimanên ji hev cuda ne?

Gelo li gor çi şertan mirov dibêje ku du awayên zimanî eynî ziman in (bo nimûne kurmancî û soranî) lê du awayên din zimanên ji hev cuda ne (bo nimûne soranî û farisî)?

Gelo sebeb û faktorên hesibandina du awayên zimanî wek du zimanên serbixwe yan jî wek du lehceyên heman zimanî çi ne? Gelo mirov dikare bi qeyd û bendên zimannasî vê sinifandinê bike yan jî gelo hin şert û mercên giringtir hene?

Mesele çi ye?

Ev demek e ku nîqaş û gengeşe li ser hindê germ bûne ka gelo zazakî lehceyeke kurdî ye yan jî zimanekî serbixwe ye. Heman pirs li ser goranî/hewramî jî heye.

Hema-hema hemû kurmancîaxiv û soranîaxiv û herwiha piraniya mitleq ya zazakîaxiv û hewramîaxivan zazakî û hewramî/goranî wek lehceyên zimanê kurdî û ne zimanên serbixwe hesab dikin. Ne niha û ne jî di dîrokê de ti miletên/gelên bi navê zaza yan hewramî/goran tine bûne û ew herdem wek beşek ji miletê kurd hatine hesibandin. Wek delîlê vê, gelek ji serok û rêberên kurdan li Bakurê Kurdistanê ji Şêx Seîdê Pîran bigire heta Selahedîn Demirtaş zaza bûne lê pêşengên siyaseta kurdî û kurdan bûne.

Ji ber vê û ji ber nêzîkiya bêguman di navbera zazakî/hewramî/goranî û lehceyên din yên kurdî de, piraniya mitleq van awayên axiftinê wek beşek ji zimanê kurdî û qisekerên wan jî wek beşek ji miletê kurd dipejirînin û qebûl dikin. Wek nîşana yekîtiya zimanî ya kurmancî û zazakî, bi dehan salan e ku di weşanên kurdên Bakur de yên bi piranî bi kurmancî de herwiha cih ji zazakî re jî tê dan. Eger zazakî di hin kovar û rojnameyên Bakur cih negirtibe jî, sebeb ne ew e ku van kovar û rojnameyan berhemên bi zazakî red kiribin lê sebeb ew e ku berhemên bi zazakî ji wan re nehatine ji ber ku heta vê dawiyê hejmara zazakînivîsan ne zêde bû.

Li aliyekî din, vê dawiyê hin zazakîaxiv û hin hewramîaxiv derketine pêş û dibêjin ku zazakî/hewramî zimanên serbixwe ne û ne lehceyên kurdî ne. Ew idia dikin ku xwe tenê dispêrin ”şertên zimannasî” û argumentên kesên ku zazakî/hewramî wek lehceyên kurdî hesab dikin, bi ”siyasetê” yan ”hestiyariyê” tawanbar dikin. Ew xwe dispêrin çend zimannasên ewropî ku dibêjin zazakî/hewramî ne kurdî ne lê zimanên serbixwe ne.

Serkêşê van ”zazaciyên” ku dibêjin zazakî ne lehceyeke kurdî ye, Zülfü Selcan û kitêba wî ya bi almanî Grammatik der Zaza-Sprache (Rêzimana Zimanê Zazakî) ne. Kitêb sala 1998 li Berlînê hatiye weşandin. Ji parastina serbixweyîtiya zazakî zêdetir ew êrişkirina li kurdî ye.

Selcan idiayên çend zimannas û civaknasên ewropî hemêz dike gava ku ew dibêjin ku zazakî zimanekî serbixwe ye. Lê heman Selcan êrişî heman zimannas û civaknasan dike gava ku ew dibêjin ku zaza ji aliyê etnîkî û dîrokî ve ne miletekî serbixwe ne lê beşek ji miletê kurd in.

Bo nimûne, Selcan gotina gelnasê holandî Martin van Bruinessen[1], ku dibêje zazakî zimanekî serbixwe ye, bi şanazî qebûl dike. Lê heman Selcan gotina heman Bruinessenî, ku dibêje zaza kurd in, Şêx Seîd(ê zaza) bo Kurdistaneke serbixwe tê koşiye û wek din jî serhildana 1925 serhildana kurdî bû, bi dijwarî red dike.

Eger piraniya zimannasên ewropî – yên ku tiştek li ser zazakî gotibe – zazakî wek zimanekî serbixwe qebûl bikin jî, ew di heman demê de red dikin ku kurmancî û soranî du zimanên ji hev cudaa bin. Selcan gotina wan ya li ser cudatiya zazakî ji kurdî hemêz dike û vê gotina wan wek bingehekî objektîv û bêalî qebûl dike. Lê heman Selcan bi dijwarî êrişî wan heman zimannasan dike ji ber ku ew dibêjin ku kurmancî û soranî lehceyên eynî zimanî ne.

 

Gelo kurmancî, soranî û zazakî ziman in yan zarava ne?

Kesên ku idia dikin ku kurmancî, soranî û zazakî zimanên ji hev cuda ne, hewl didin – bi qasî ku mimkin e – lîsteyeke dirêj ya cudahiyên wan rêz bikin. Ew wekhevîtiyên navbera kurmancî, soranî û zazakî bi kêmî piştguh dikin û carinan heta rasterast derewan jî li ser meseleyê dikin.

Bo nimûne, Selcan di kitêba xwe de hejmareke dengên ji hev cuda di navbera kurmancî û zazakî de rêz dike. Lê Selcan ji xwe ji dengên kurmancî û zazakî yên wek hev mit û bêdeng e. Di rastiyê de fonemên kurmancî û zazakî 100 % eynî ne tevî ku helbet ew wan foneman ne tam wek hev bi kar tînin.[2]

Ew herwiha dixwaze diyar bike ku kurmancî û soranî jî ji hev pir dûr in û divê ne wek lehceyên heman zimanî lê mîna zimanên cuda bên hesibandin. Bo vê idiaya xwe, ew bo nimûne diyar dike ku pêsgira berdewamiyê di kurmancî de ”di-” ye (wek ”di-çim, di-bêjim, di-kevim”) lê di soranî de ”e-” ye (”e-kem = di-kim”) anku dixwaze bibêje ku ew qet naşibin hev û ev jî delîlek e ku kurmancî û soranî ne heman ziman in. Lê Selcan ji wê rastiyê xwe bi temamî mit û bêdeng dike ku di soranî de ”e-” tenê formeke devokî ji pêşgira berdewamiyê ya ”de-” ye ku pir dişibe ”di-” ya kurmancî (de-kem = dikim).[3] Ev forma ”de-” hem di piraniya devokan de û hem jî di soraniya nivîskî de serdest e tevî ku forma ”e-” jî di hin devokan de heye û di hin nivîsan de jî tê dîtin. Lê Selcan nexwastiye behsa ”de-” bike ji ber ku ew zêdetir wekhevîtiya kurmancî û soranî nîşan dide, ne cudahiya wan.

 

Şertê hevfehmkirinê û qelsiya wî

Bi awayekî giştî tê gotin ku eger qisekerên du awayên axiftinê ji hev fehm bikin, hingê awayên qisekirina wan ne du zimanên cuda lê du lehceyên heman zimanî ne. Berovajî wê, eger qisekerên du awayên axiftinê ji hev fehm nekin, hingê ew ne du zaravayên eynî zimanî lê du zimanên ji hev cuda ne.

Ev teorî bi berfirehî di sinifandina ziman û zaravayan de hatiye bikaranîn û hê jî tê bikaranîn lê teoriyeke qels e ji ber ku fehmkirin tiştekî subjektîv e û bi hebûna yan tinebûna tecrûbeyên kesan ve girêdayî ye.

Bo nimûne, eger kurmancekî pir soranî yan farisî bihîstibe, dikare hêdî-hêdî hînî fehmkirina wan bibe heta bêyî ku qet xwe hînî wan bike jî. Lê eger cara yekem be ku ev kurmancîaxiv farisî yan soranî dibihîze, bi ihtimaleke pir mezin dê pir kêm jê fehm bike yan heta ti tiştî jê fehm neke jî.

Mesele ne tenê di navbera du zimanên lêzim de (bo nimûne kurdî û farisî) lê heta di navbera devokên heman zimanî yan heman lehceyê de jî wisa ye. Bo nimûne, ti zimannasekî cidî heta niha negotiye ku kurmanciya Diyarbekirê û kurmanciya Dihokê du zimanên ji hev cuda û serbixwe ne. Lê eger kurmancîaxivekî diyarbekirî û yekî dihokî cara yekem devoka hev bibihîzin û bi hev re dest bi suhbetê bikin, ew dê di têgihiştina ji hev de zehmetiyan bikêşin û heta gelek tiştan ji hev fehm nekin yan jî heta ji hev şaş fehm bikin jî. Bo nimûne, gotinên diyarbekirî ”karîn/kanîn, hev, tev/giş, li ba/cem” ji dihokiyên ku hînî devokên din yên kurmancî nebûbin re xerîb in ji ber ku dihokî li cihê wan gotinên wek ”şiyan, êkûdu, hemî/xirr, li nik/dev” bi kar tînin. Lê îcar ”xirr” (hemû) ya dihokiyan dikare bi hêsanî li ba diyarbekiriyan xelet were fehmkirin ji ber ku li Diyarbekirê ew maneya endamê cinsî yê nêran dide anku hevwateya ”kîr”ê dihokiyan e.

 

Di ser vê re, di axiftina dihokiyan de gelek peyvên erebî û di kurmanciya diyarbekiriyan de jî hejmareke ne kêm ya peyvên tirkî hene ku ne dihokî ji wan peyvên tirkî fehm dikin û ne jî diyarbekirî di yên erebî digihin. Lê di ser van hemû astengiyan re jî, ti zimannasê cidî idia nekiriye ku dihokî û diyarbekirî bi du zimanên cuda diaxivin.

 

Fehmkirin herwiha bi şarezatiya mijarê ve girêdayî ye. Kurdekî ku doktor/bijîşk be û hevpeyvê wî yê kurd yê ne-doktor belkî pir bi dijwarî ji hev fehm bikin gava ku behsa mijareke tibî dikin. Lê doktorekî kurd û doktorekî faris belkî gelek hêsantir ji kurdekî doktor û kurdekî ne-doktor yan farisekî doktor û farisekî ne-doktor ji hev fehm bikin. Lê dîsa jî ti zimannasê cidî idia nekiriye ku kurdî û farisî eynî ziman in.

Cografya û têkilî tesîreke hêsanker yan dijwarker li ser hevfehmkirinê dike. Bo nimûne, kurmancên Dêrsimê û kurmancên Zaxoyê herdu bi zimanekî diaxivin ku di zimannasiyê de navê wî ”kurmancî” yan jî ”kurdiya bakurî” ye. Piraniya kurdên Hewlêrê/Erbîlê bi awayekî diaxivin ku di zimannasiyê de jê re ”soranî” yan jî ”kurdiya navendî” tê binavkirin. Zimannas axiftina hewlêriyan li gel ya zaxoyiyan ji eynî zimanî lê ne ji heman lehceyê hesab dikin. Heta kesên wek Zülfü Selcan rabûne dibêjin ku ew ne eynî ziman in jî.

Lê ji ber cografyaya nêzîktir ya Zaxo-Hewlêrê ji Zaxo-Dêrsimê û herwiha ji ber têkiliyên xurttir di navbera Zaxo û Hewlêrê de ji Zaxo-Dêrsimê, bi ihtimaleke pir mezin zaxoyî zêdetir ji axiftina soraniya hewlêriyan fehm dikin, ne ji kurmanciya dêrsimiyan. Sebeb ew e ku piraniya zaxoyiyan zêdetir soraniya hewlêriyan bihîstiye û heta li gel hewlêriyan axivîne jî lê bi rêjeyî kêm ji zaxoyiyan ti têkilî bi dêrsimiyan re hebûye. Lê dîsa jî ti zimannasekî cidî qebûl nake ku kurmanciya zaxoyî li gel soraniya hewlêrî eynî lehce be lê ji kurmanciya dêrsimî lehceyeke cuda be.

Bi heman awayî, ihtimalen ji soranîaxivekî hewlêrî re fehmkirina kurmanciya zaxoyî gelek ji soraniya sineyê (senendecî, li Rojhilatê Kurdistanê) hêsantir be ji ber ku hatinûçûna hewlêrî-zaxoyî gelek ji têkiliyên hewlêrî-sineyî berfirehtir û kûrtir in.

Fehmkirin herwiha kêm caran dualî ye. Li cihê ku lehceyek serdest be, qisekerên lehceya serdest idia dikin ku ji lehceya ne-serdest fehm nakin lê qisekerên lehceya ne-serdest zêdetir ji lehceya serdest fehm dikin. Mesele ew e ku qisekerên lehceya serdest ne hewce ne ku hewl bidin lê qisekerên lehceya ne-serdest neçarî îdarekirinê ne û mecbûr in hewl bidin daku fehm bikin.

Fehmkirin dikare herwiha bi demê re û bi derfetan re jî biguhere. Bo nimûne, berî 50 salan kêm kurmancîaxivan rojane yan heta qet û qet soranî dibihîst û piraniya mutleq ya soranîaxivan jî ti hay ji axiftina kurmancî tine bû. Lê niha dem û derfet cuda ne. Bi rêya teknolojiyên nû (TV, Internet, radyo û hwd.) kurmancîaxiv û soranîaxiv dikarin rojane lehceyên hev bibihîzin û heta bi ”mecbûrî” dibihîzin jî. Ev bivê-nevê hevfehmkirina kurmancî û soranî jî di nav qisekerên wê de zêde dike (bi kêmî di nav wan kesan de yên ku medyaya kurdî dişopînin).

Lê dîsa jî ev hevfehmkirin nayê wê maneyê ku cudahî di navbera kurmancî û soranî de nemane yan jî pir kêm bûne. Bingehê kurmancî û bingehê soranî her wek berî 50 salan e lê qisekerên van lehceyan hêdî-hêdî hînî fehmkirina ji hev dibin.

Ji van nimûneyên li jor diyar dibe ku hevfehm(ne)kirin wek bingehê sinifandina ziman û zaravayan bi piranî bi kêr nayê yan jî pir qels e. Çûna li pey wî dikare bi hêsanî mirovî bigihîne hin encamên şaş.

Gelo hin rêbazên din yên zimannasî hene ku em bikarin çêtir pê diyar bikin ka awayekî axiftinê zimanekî serbixwe yan jî lehceyeke zimanekî ye?

 

Berhevdana kurmancî, soranî, zazakî û farisî

Kerem bikin em li gor çend qeyd û bendên dengnasî (fonolojî), teşenasî (morfolojî) û hevoknasî (sîntaks) li cudahî û wekheviyê kurmancî, soranî, zazakî û farisî binêrin (+ = belê, – = na):

 

  kurmancî soranî zazakî farisî
DufonemîtiyaÇ, K, P û T + +
Guherandina M-ya paşvokalî bi V/W + +
Avêtina D ji pey R +
Avêtina D ji pey vokalan + + +
Avêtina X ji berî W +
Dufonemîtiya L +
Avêtina T ji pey S +
Guherandina E bi I + +/-
Guherandina Z bi D +
Cinsê rêzimanî bi navdêr û cînavan ve + +
Cinsê rêzimanî bi rengdêr û lêkeran ve +
Pêşgira berdewamiyê + + +
Du deste cînavên serbixwe + +
Cînavên pêvekirî + +
Ergatîvî + + +

 

Ravekirina tabloyê

  • Dufonemîtiya Ç, K, P û T: Di kurmancî û zazakî de du fonemên anku dengên wateguhor yên ji hev cuda ji van herfan derdikevin, yek jê bipif e anku ”req” e (bi inglîzî ”aspirated”) û ya din jî bêpif anku ”nerm” e (unaspirated). Bo nimûne, peyva ”par” bi P-ya bipif maneya ”parçe, beş, pişk, behr, şirîkatî” dide lê bi P-ya bêpif anku nerm maneya ”sala borî, sala çûyî, salaberî îsal” dide. Ev diyarde di kurmancî û zazakî de heye lê di soranî û farisî de peyda nabe.
  • Guherandina M-ya paşvokalî bi V/W: Di kurmancî de M-ya nav yan dawiya peyvê ya piştî vokalan bûye V. Bo nimûne, ”nav” (ism) bi kurmancî bi V ye lê bi piraniya zimanên din yên hindûewropî bi M ye, bo nimûne: farisî ”nam”, inglîzî ”name”, fransî ”nom”… Di soranî de jî M ya paşvokalî (piştî vokalan, postvowel) adeten dibe W: naw. Di zazakî de M di van haletan de wek xwe dimîne.
  • Avêtina D ji pey R: Kurmancî di piraniya peyvan de D ji pey R avêtiye, bo nimûne: ”kirin, birin, xwarin” lê bi soranî ”kirdin, birdin, xwardin”, bi zazakî ”kerdene, berdene, werdene” û farisî ”kerden, borden, x(w)arden”.
  • Avêtina D ji pey vokalan: Mebest jê ew e ku di gelek peyvan de D ji pey vokalan di kurmancî, soranî û zazakî de ketiye lê di farisî de maye, bo nimûne: kurmancî ”ba, bû”, zazakî ”va, bî” lê farisî ”bad, bûd”.
  • Avêtina X ji berî W: Mebest jê ew e ku zazakî ji komdengê XW dengê X avêtiye û tenê W hiştiye, bo nimûne kurmancî ”xwarin, xweş, xwişk/xweh”, farisî ”x(w)arden, xûş, x(w)aher” lê zazakî ”werdene, weş, waye”.
  • Dufonemîtiya L: Di soranî de du L-yên ji hev cuda hene ku dikarin maneya peyvê biguherînin eger li cihê hev bên bikaranîn. Yek jê L-ya zirav e (wek ”lez, law”) û ya din jî qelew e, wek ”welat, silav”. Di kurmancî, zazakî û farisî de du dengên L hebin jî, ew ne fonem in anku guherandina wan bi hev nikare maneya peyvê biguherîne.
  • Avêtina T ji pey S: Di soranî de ev diyardeyeke berçav e, bo nimûne kurmancî ”standin/stendin, dest”, soranî ”sendin, des(t)”. Lê ev diyarde di kurmancî, farisî û zazakî de peyda nabe.
  • Guherandina E bi I: Di kurmancî de ev fenomeneke berbelav e, di farisî û zazakî de hema-hema peyda nabe. Bo nimûne, zazakî ”kerdene, wesar”, farisî ”kerden, behar” lê kurmancî ”kirin, bihar”. Di soranî de jî carinan E dibe I (kirdin) lê gelek caran jî wek E dimîne (bo nimûne ”behar, le, be” li cihê ”bihar, li, bi” yên kurmancî).
  • Guherandina Z bi D: Ev di farisî de diyardeyeke berbelav e, bo nimûne ”dan-” (zan-în), ”damad (zava, bi zazakî zama). Di kurmancî, soranî, zazakî û piraniya zimanên din yên îranî de ev guherîn çênabe.
  • Cinsê rêzimanî: Tiştekî eşkere ye ku di kurmancî û zazakî de du cinsên rêzimanî (mê û nêr) hene û di soraniya standard û farisî de peyda nabin. Lê sîstema cinsî di kurmancî û zazakî de ne bi temamî wek hev e. Di kurmancî de tenê navdêr û herwiha cînavê sêyem yê yekhejmar dikare cinsî wergire lê rengdêr û lêker bêcins in. Bo nimûne, kurmancî ”birayê mezin” û ”xwişka mezin” lê bi zazakî ”birayo pîl” û ”waya pîle”. Cudahî ew e ku di kurmancî de rengdêr (mezin) wek xwe dimîne û li gor nêr yan mê naçeme lê di zazakî de peyva bingehîn ”pîl” li gel peyvên mê dibe ”pîle”. Herwiha lêker jî li gel cînavê sêyem yê yekhejmar di kurmancî de herdem eynî ye lê di zazakî de li gor cinsê cînavê sêyem yê yekhejmar diguhere: ”O esto” (Ew heye – nêr) lê ”a esta” (ew heye – ).
  • Pêşgira berdewamiyê: Mebest ji pêşgira berdewamiyê ”di-” ya kurmancî, ”de-” ya soranî û ”mî-” ya farisî ye, bo nimûne kurmancî ”di-kim, di-bêjim, di-çim”, soranî ”de-kem, de-lêm, de-çim” û farisî ”mî-konem, mî-gûyem, mî-revem”. Ev pêşgir di zazakî de tine û li cihê wê paşgira yan navgira –n- / -en- li kar e: ”(ez) ke-n-a, va-n-a, şi-n-a” anku ”(ez) dikim, dibêjim, diçim”.
  • Du deste cînavên serbixwe: Di kurmancî û zazakî de du desteyên / komên cînavan hene ku yek jê xwerû/neçemandî ye û yê din jî çemandî ye, kurmancî cînavên neçemandî ”ez, tu, ew, em hûn, ew” û çemandî ”min, te, wê/wî, me, we, wan” û zazakî neçemandî ”ez, ti, o/a, ma, şima, ê” û çemandî ”mi, to, ey/ay, ma, şima, înan”. Di farisî û soranî de tenê desteyekî cînavên serbixwe heye lê desteyeke cînavên pêvekirî jî hene ku di kurmancî û zazakî de peyda nabin:
  • Cînavên pêvekirî: Di farisî û soranî de (lê ne di kurmancî û zazakî de) desteyeke cînavan heye ku di soranî de beramberî cînavên çemandî yên kurmancî û zazakî ne. Bi soranî ”-im/-m, -it/-t, -î/-y, -man, -tan-, yan” û bi farisî ”-em, -et, -iş, -man, -tan-, şan”.
  • Ergatîvî: Mebest ji ergatîvî ew e ku di kurmancî, soranî û zazakî de di hin haletan de lêker ne li gor bikerî/kirdeyî anku kesê ku tiştek kiriye lê li gor tiştê ku hatiye kirin tê çemandin. Bo nimûne, ”ez sêvan dixw-im” (lêkera ”xwarin” li gor ”ez” hatiye çemandin) lê ”min du sêv xwar-in” (lêkera ”xwarin” li gor ”du sêv”an hatiye çemandin û mirov nikare bi kurmancî bibêje ”*ez du sêv xwarim”). Di dema borî de ne tenê lêker li gor berkarê anku tiştê hatî kirin tê çemandin lê biker anku kesê ku tiştek kiriye bi xwe jî çemandî ye (”min xwar” – ne ”ez xwar”). Di zazakî û soranî de jî sîstem wiha ye lê di farisî de tiştekî wisa tine ye, biker herdem neçemandî ye, berkar çemandî ye û lêker jî li gor berkarê tê çemandin: ”dû sîb-ra mîxor-em” (du sêvan dixw-im) û ”dû sîb-ra xord-em” (min du sêv xwarin).

 

Derencamên berhevdana kurmancî, soranî, zazakî û farisî

Di tabloya li jor de me hewl daye di hejmareke mijarên zimanî de berhevdanekê di navbera kurmancî, soranî, zazakî û farisî de bikin. Helbet mirov dikare hin mijarên din jî lê zêde bike yan hinan jê rake. Lê armanca me bi vê tabloyê ew e ku em wêneyekî piralî ji wekhevîtî û cudahiyên van ziman yan zaravayan pêşkêş bikin.

Wek ku tê dîtin, di navbera van ziman yan zaravayan de hem wekhevî û hem jî cudahî hene. Ti ji wan ne di her mijarê de ji ti yên din cuda ye û ti jî ne di her mijarê de wek yeke din e. Gava ku em kurmancî û farisî bidin ber hev, em ê bibînin ku ji 15 mijarên bijartî, ew tenê di çar mijaran de wek hev in:

  • Neavêtina X ji berî W
  • Yekfonemîtiya L
  • Neavêtina T ji pey S
  • Tinebûna cinsê rêzimanî bi rengdêr û lêkeran ve

Gava ku em kurmancî û soranî bidin ber hev, em ê bibînin ku ew di 7 yan 8 mijaran de wek hev in:

  • Guherandina M (bi V/W)
  • Avêtina D ji pey vokalan
  • Pêşgira berdewamiyê
  • Neavêtina X ji berî W
  • Neguherandina Z bi D
  • Tinebûna cinsê rêzimanî bi rengdêr û lêkeran ve
  • Ergatîvî
  • (Guherandina E bi I)

Gava ku em kurmancî û soranî bidin ber hev, em ê bibînin ku ew di 8 mijaran de wek hev in:

  • Dufonemîtiya Ç, K, P û T
  • Avêtina D ji pey vokalan
  • Yekfonemîtiya L
  • Neavêtina T ji pey S
  • Neguherandina Z bi D
  • Cinsê rêzimanî bi navdêr û cînavê sêyem yê yekhejmar ve
  • Du deste cînavên serbixwe
  • Ergatîvî

 

Dîsa ji tabloya me diyar dibe ku soranî û zazakî tenê di 4 yan 5 mijaran de wek hev in. Lê li aliyekî din, soranî û farisî di 6 yan 7 mijaran de li hev dikin.

Wek ku tê dîtin, cudahiyên kurmancî-soranî û kurmancî-zazakî teqrîben di eynî nisbet û rêjeyê de ne. Tevî vê jî, gelek zimannasên rojavayî idia dikin ku zazakî û kurmancî du zimanên ji hev cuda ne lê kurmancî û soranî du lehceyên eynî zimanî ne.

Ji aliyê zimannasî ve mesele bi rastî dijwar e. Berevajî ku ”zazacî” idia dikin, duzimanîtiya kurmancî û zazakî bi ti awayî ne tiştekî zelal e. Lê li ser navê rastiyê divê were gotin ku ji aliyê rêzimanî ve ne tiştekî bêguman e ku kurmancî, soranî û zazakî hemû lehceyên eynî zimanî ne jî.

Mesele ew e ku di zimannasiyê de ti xeteke diyar ya ku lehceyên heman zimanî li eynî rexî bihêle û zimanên lêzim yên serbixwe ji hev parve bike, nîne. Gava ku em li tabloya li jor dinêrin, em dibînin ku kurmancî bi soranî û zazakî re di zêdetir mijaran de li hev dike bi berawirdî li gel kurmancî-farisî. Lê dîsa jî di hin mijaran de kurmancî û farisî li hev dikin ku kurmancî û soranî yan kurmancî û zazakî li hev nakin.

Di rastiyê de ti qeyd û bendeke zimannasî ya mitleq an heta tenê meqbûl jî nîne ku mirov xwe bispêriyê daku diyar bike ka du awayên axiftinên yên lêzim bi rastî tenê lehce ne yan jî zimanên serbixwe ne.

Biryara lehceyîtî yan jî zimanîtiya du awayên lêzim yên qisekirinê ne bi qeyd û bendên zimannasî lê bi şert û mercên civakî, siyasî, aborî yan jî bi hestkirinê ye:

Bo nimûne, ji zimanên Skandinavyayê bi taybetî swêdî û norwecî pir nêzîkî hev in. Ew normal bi hev re diaxivin û kêm caran di fehmkirinê de zehmetiyê dibînin. Cudahiyên wan bi zor bi qasî cudahiyên kurmanciya Mêrdînê û kurmanciya Hekariyan bin. Lê ji ber ku her yek ji wan ji aliyê dewletekê ve hatiye resmîkirin, ti zimannas ranabin û idia nakin ku ew herdu di rastiyê de lehceyên eynî zimanî ne.

Hindî û urdûyî bi axiftinê eynî ziman in lê her yek bi alfabeyeke cuda tê nivîsîn û ji yek ji aliyê Hindistanê ve û yek jî ji hêla Pakistanê ve hatiye fermîkirin. Zimannas vê parvekirina bi temamî siyasî wisa qebûl dikin. Li aliyekî din, li Çînê gelek lehceyên ji hev pir cuda û ji qisekerên hev re fehmnebar hene lê ji aliyê siyasî û aborî ve wek eynî zimanî tên qebûlkirin.

Erebiya iraqî û erebiya mexribî ji qisekerên hev re ne bi hêsanî fehmbar in lê herdu ji awayê axiftina xwe re dibêjin “erebî”. Portugaliya (portegîziya) Portugalê û Brazîlyayê ji hev re ne bi hêsanî fehmbar in lê dîsa jî herdu “portugalî” ne. Ti zimannas ranabe ji yekî ji wan re nabêje, “na, zimanê we ne ew ziman e ku hûn texmîn dikin.

Zimannas ne dengê xwe li hember van parvekirinan û ne jî li ber van yekkirinan ranakin.

Kurdî xwedî çend lehceyan e ku ji qisekerên hev re ne bi hêsanî fehmbar in. Lehceyên kurdî heta bi çend alfabeyan jî tên nivîsîn. Lê ji alî siyasî ve kurdî eynî ziman e. Bo nimûne, gava ku bikaranîna kurdî li Tirkiyê hatiye qedexekirin, tirkan negot ”zazakî ne kurdî ye, bila ew serbest be.” Neheqiya ku ev sedsalek e li zimanê kurdî tê kirin, li kurmancî, soranî, hewramî, zazakî – li hemû lehceyên kurdî tê kirin.

Ji vê jî giringtir: kurdî bi hestkirinê eynî ziman e ji ber ku piraniya mitleq ya qisekerên lehceyên cuda yên kurdî hemû van lehceyan wek beşek ji eynî zimanî dihesibînin.

Ne zimannasî û ne jî siyaset dikare ji vê hestkirinê xurttir an çaresaztir be.

 

Husein Muhammed

Mezopotamya.gen

____________________

TÊBÎNÎ

[1] Berhema serekî ya Martin van Bruinessen li ser kurd û Kurdistanê ”Agha, Shaikh and State – The Social and Political Structures of Kurdistan” (Axa, Şêx û Dewlet – Avaniyên Civakî û Siyasî yên Kurdistanê) ya bi inglîzî ye û dikare li vê derê were xwandin:http://www.academia.edu/2521173/Agha_Shaikh_and_State_The_Social_and_Political_Structures_of_Kurdistan

[2] Bo cudahiyên wekhevî û dengnasî di kurmancî zazakî de (û di lehceyên din jî yên kurdî de), binêrin:https://zimannas.wordpress.com/2016/01/02/cudahiyen-dengnasi-di-lehceyen-kurdi-de/

[3] Bo ketina D ji ”e-” bidin ber pêşgira dema bêt ya kurmancî: DÊ > Ê (ez dê bikim > ez ê bikim).

Derbar ziman

Check Also

Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

Fîkrên xweş, kal nabin. Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake. Fîkrên xweş, …

Leave a Reply