Kurdistan Dibe Erebîziman

Rewşa kembax ya zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê bi berfirehî tê zanîn û behskirin jî tevî ku birêveberên kurd ti tiştekî dorgêrr û werçerxîner bo guherandina rewşê nakin. Roj bi roj pêgeha zimanê tirkî li Bakurê Kurdistanê xurttir dibe. Ne ku tenê kurd hînî tirkî dibin û dibin duzimanzan lê di rastiyê de rêjeya duzimanîtiyê li Bakurê Kurdistanê ber bi kêmbûnê ve ye: yên ku kurdî û tirkî dizanin kêmtir dibin û roj bi roj nifşekî ku tenê tirkî dizane mezin dibe.

Bi ser ve, rewşa Başûr û Rojavayê Kurdistanê berevajî rewşa Bakur e. Ji aliyê siyasî û eskerî ve wisa dixuye ku hem Başûrê Kurdistanê li ber e ku ji Iraqê cuda bibe û bibe dewlet û hem jî li Rojavayê Kurdistanê birêberiyeke kurdî ya otonom an federal ava dibe.

Mixabin rewşa zimanê kurdî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî ber bi wêraniyê ve ye. Rast e ku kurdên Başûr û Rojava bi xwe dest ji axiftina kurdî bernedaye û bi temamî neqlî bikaranîna erebî nebûne (tevî ku li Rojavayê Kurdistanê piranî di nivîsînê de erebî bi kar tînin, ne kurdî). Lê pêgeha zimanê erebî hem li Başûrê Kurdistanê û hem jî bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê xurt û berfireh dibe.

Li gor vekolîneke nû, bikirrên 80 % ji milkên ku niha li Başûrê Kurdistanê tên firotin ereb in.[1] Li hin taxên paytext Hewlêrê divê mirov lê bigere heta kurdîaxivan bibîne. Ji bilî milk-kirran, herwiha bi sedan hezaran penaberên ereb li Kurdistanê bi cih bûne. Tevî ku wek prensîp mana wan li wê derê demkî ye, lê bi salan e ew li wê derê ne û ihtimala vegera piraniya wan qet nîne.

Bi taybetî li deverên nakok (yên ku hikûmeta Iraqê û ya Kurdistanê li hev nakin ka divê di bin îdareya kê de bin) yên wek Kerkûkê, hejmara penaber û şêniyên din yên ereb roj bi roj zêde dibe. Li bajarekî din yê nakok, li Xormatûyê, li ser navê biratiyê kurdan berî demekê rê da ku milîsên şîî jî li nav bajarî bi cih bibin. Ji hingê ve revandina kurdan ji aliyê wan milîsan ve didome. Êdî di nêzîk de kurd li wê derê namînin. Kurd çendî idia bikin ku Kerkûk dilê Kurdistanê ye jî, kurdan bi xwe rê daye (kontrola sinorên Kerkûkê di destê pêşmerge de ye) ku hind zêde ereb li Kerkûkê bi cih bibin ku êdî piraniya bajar ne kurd lê ereb in.

Li Başûrê Kurdistanê ev demeke dirêj e ku gengeşe li ser forma zimanê resmî yê kurdî tê kirin. Gelek soranîaxiv rijd û serhişk in li ser wê ku divê ji lehceyên kurdî tenê soranî bi resmî were bikaranîn. Di heman demê de li Başûrê Kurdistanê erebî, tirkmenî, aşûrî û ermenî jî wek zimanên fermî hatine qebûlkirin.

Di pratîkê de ti rola zimanên aşûrî û ermenî niha li Kurdistanê nîne. Tirkmenî ji xwe nayê nivîsîn û resmîkirina tirkmenî tê maneya resmîkirina zimanê tirkî. Bo nimûne, li ser alaya wilayeta Kerkûkê ne bi tirkmenî (ku bi alfabeya erebî tê nivîsîn) lê bi tirkiya stembolî hatiye nivîsîn.

Resmîkirina zimanên din ji her tiştî zêdetir xizmeta zimanê erebî û ereban dike. Niha li Kurdistanê – heta li paytext Hewlêrê jî – ereb dikarin her tiştê xwe bi erebî bikin û qet ne hewceyî bikaranîna kurdî ne. Her cara ku eger tenê erebek jî di civateke hezarkesî ya hemû kesên din kurd de beşdar be, di pratîkê de zimanê erebî tê bikaranîn.

Li Başûrê Kurdistanê bi her awayî rê li ber zimanê erebî hatiye xweşkirin lê di heman demê de gelek ”ronakbîrên” soranîaxiv hemû enerjiya xwe bo serkutkirina lehceyên din yên kurdî bi kar tînin û bi her awayî dijî bikaranîna kurmancî di perwerdeyê û dezgehên îdarî de ne. Wek her carê, tehemila kurdan ji her kesê biyanî re heye lê ji birayên xwe yên kurd re nîne.

Li Rojavayê Kurdistanê rewş hê ji Başûr jî gelek kembaxtir e. Îdareya wê derê ereb, aşûrî û tirkmenan li ser serê xwe digerîne û toza pêlavên wan dialîse lê bi ti awayî tehemila kurdên ku bi qasî misqaleke zerrî jî jê cuda bifikirin nîne.

Di pratîkê de hemû îdareya Rojavayê Kurdistanê bi erebî dimeşe. Ji ber ku di meclis, lijne û her kombûn û civînên îdarî de bi kêmî yek-du kesên ne-kurd jî beşdar dibin, hemû civîn bi erebî tên birêvebirin. Her sê kanton qanûn û daxuyaniyên xwe bi erebî belav dikin (tenê bi nav çend miswede li kurdî tên wergerandin).

Hejmara kurdên ku niha ji Rojavayê Kurdistanê direvin bi her awayî ji hemû demên desthilatên biyanî berfirehtir e. Li cihê wan roj bi roj ereb bi cih dibin.[2]

Ev xurtbûna ereban û zimanê wan hem li Rojavayê Kurdistanê û hem jî li Başûrê Kurdistanê bi bi rêjeyeke wisa biserketî dimeşe ku Sedam û Esed nedikarî di xewnên xwe de jî wiha xeyal bikin.

Eger zû çareyek ji vê lehiya erebî ya bi ser Kurdistanê de neyê girtin, di çend dehsalan de kurdî dê bi temamî ji Rojavayê Kurdistanê were maliştin û li Başûr jî zêde-zêde li çend deverkan bimîne û taliyê ji wan jî were paqijkirin.

Sûc, xeta û berpirsiyariya vê meselê ne li ser milê ereban an tirkan e. Em kurd bi xwe vê li ser xwe qebûl dikin. Tenê em bi xwe dikarin rê jî li ber vê felaketê bigirin û xwe ji qirrbûna zimanî û neteweyî rizgar bikin.

[1] http://ekurd.net/arab-real-estate-iraqi-kurdistan-2016-06-27

[2] http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/25072016?keyword=li%20rojava

Husein Muhammed

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply