Di zarokatiya me de bîranînek min hebû ku ez qet ji bîr nakim. Li gundê me kanîyek hebû. 1-2 km dûrî gundê me bû, li kêleka avê, li serê çeta du çeman bû. Tiştê herî balkêş navê vê kanîyê bû. Ji vê kanîyê re pîroziyek dihate danîn. Dema ku navê wê dihat gotin, xof diket dilê min. Ji ber ku ava wê ji kûrahiya yek-du metreyan derdiket û ber bi çemve diherikî.
Li dora wê celb û herî dinav keviran de hebû. Ava wê kanîyê zivistanê pir sar bû. Ava kanîyên din ên gund zivistanê germ bûn û ji van kanîyan buxar lê radibû. Tiştê ku vê kanîyê nepenî dikir ew bû ku ew pîroz dihat hesibandin û nexweş baş dikirin. Zarokên bi tayê diketin di wê roja zivistanê de dianîn vê kaniyê û dixistin nav ava qeşayê. Û qêrîna wan zarokan bilind dibû.
Zarokên ku di ava kanîyê de dikirin dicirifîn û dilerizîn. Dûre taya wan dadiket û laşê wan vedigeriya rewşa asayî. Ev kanî ji aliyê kesên ku jê baş dibûn re pîroz dihat dîtin. Belê, me ji wê kanîyê re me digot KANÎYA TAWÎYA.
Kesên ku laşê wan germ dibe re ez dibînim ku dibêjin heraretê wî heye, ev ne raste hevalno. Ya rast ev e ku em bêjin ta girtîye.
MamosteH
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…